“Jinan li Dadgeha Bilind rojek dîrokî nivîsandin”
Deh ji dozên ku bi mebesta betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ji Dadgeha Bilind re hatibûn vekirin, di dîroka 28’ê Nisanê de li Enqereyê hat dîtin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Danişîna deh dozên ku bi mebesta betalkirina biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê hatibûn vekirin, li 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind hatin dîtin. Di danişîna ku li salona konferansê ya 550 kesî ya Dadgeha Bilind hat dîtin de, ji bilî parêzerên ji her çar aliyê Tirkiyeyê hatin, nûnerên saziyên gazinker û gelek endamên rêxistinên jinan beşdar bûn. Danişîna ku ji aliyê zêdeyî hezar parêzeran ve hat şopandin, tevahiya rojê dewam kir û bi xwesteka Dozgerê Dadgeha Bilind ya betalkirina biryara vekişîna peyamana Stenbolê bi dawî bû.
Endama Baroya Amedê Navenda Mafên Jinan û Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê (EŞÎK) Asli Pasînlî ku beşdarî danişînê bû, diyar kir ku roja borî bi tevlîbûn û piştgiriya xurt a jinan re bû dîrok. Asli Pasînlî, da zanîn ku dê di nava çend rojan de encama danişîna ku parastin hat kirin bê teblîx kirin.
Bi hezaran jin beşdarî danişînê bûn
Tirkiye di 20'ê Adara 2021'an de bi biryarnameya Serokomariyê ji Peymana Stenbolê ya ku di sala 2011'an de yekemîn îmzekarê we bû, derket. Bi peymana ku di şevekê de hat betalkirin re qanûna bi jimareya 6284’an ku jinan di wateya bi qanûnî diparêze, bêbingeh hat kirin. Jin û saziyên sivîl ên ku biryara hat dayin qebûl nekirin, ji bo sekinandina birêvebirinê, li Dadgeha Dewletê dan. Danişîna deh dozên hatin vekirin di dîroka 28’ê Nisanê hat ditîn. Ji bo danişîna hat dîtin, ji her çar aliyê Tirkiyeyê jin beşdarbûn.
Yek jî parêzerên ku danişîn şopand Asli Pasînlî, diyar kir ku danişîna ku jin herikîn pir bi dîrok û taybet e. Asli Pasînlî anî ziman bêyî ku encama ji dozê derdikive binêrin jin roja rojêk nay jî bîr kirin û diyar kir ku doz ji beşa Tirkiyeyê jin aniyê cem hev.
“Ti wateya fikrên dijber nîne”
Asli Pasînlî destnîşan kir ku her îtiraza ku jinên li salonê dikin, têkildarê mafên jiyanê ya jinan e û van gotinan bi kar anî: “Dijberên vê peymanê, diyar kir ku peyman pêkhateya malbatê belav dike û pêkhateya li Tirkiyeyê bicîh nay ne. Lê belê tu beranberbûna wan nîne. Li Tirkiyeyê jin ji ber tundiyê dibînin telaq didin. Jin dîsa li nîvê kolanê tên qetilkirin û mafên wan yên jiyane tê binpekirin. Ji ber vê yekê, ev Peyman zagona hejmara 6284’an ya di qanûna me ya navxweyî de hatiye sererast kirin, bê bingeh dike. Ji bo xwedî derketina peymane hinek jî astek we ya wiha heye.”
"Biryara derdikeve çî dibe bila bibe ev danişîn neyê ji bîr kirin"
Asli Pasînlî herî dawî derbarê danişîna hat dîtin de wiha got: "Piştî parastinan şande ji dozgerê Dadgeha Bilind re ji bo mutalayê mafê axaftinê da. Dozgerdê dadgeha bilind got ku li ser betalkirina şixulîna îdarî biryar bê dayîn û danişîn hat bidawîkirin. Danişîna duh danişînek ku hemî cûdahiyan anî gel hev û li Tirkiyê her kesê ku dikare di warê tundiyê de peyvan hilberîne anî bû gel hev. Di vê warê de pir balkêş bû. Em di ferqê de ku biryara derbikeve çî dibe bila bibe, danişîn bi tu awayî neyê ji bîr kirin. Em dizanin ku ger peyman werin betal kirin jî ev têkoşîn dê bi dawî nebe. Baş e ku jin hene.”