Jinan li ber edliyeyê bang kirin: Nukhet Sirman ne bi tenê ye, em li vir in

Akademîsyen Nukhet Sirman a ku ji ber hevdîtina telefonek bi awayekî dij hiqûqî hate binçavkirin heta niha sewqî dozgeriyê nehat kirin. Jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan, wiha gotin: “Nukhet Sirman ne bi tenê ye, em li vir in.”

Navenda Nûçeyan- Prof. Dr. Nukhet Sirman a bi hinceta nîşana di çarçoveya lêpirsînê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hate destpêkirin de, di roja 23’ê Adarê têkildarî hevdîtinek ku di çarçoveya lêpirsîna sahayê pêkanî de li Stenbolê hate binçavkirin, 4 rojin di binçavan de ye. Hate hînbûn Nukhet Sirman a li Komutandiya Jenderme ya bajarê Mersîn tê ragirtin, ji ber hevdîtinek telefonê tê sûcdar kirin. Tê payîn ku Nurket Sirman îro ji bo îfadeya dozgeriyê sewqî Edliyeya Mêrsînê bê kirin.

Jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan

Li aliyê din Platforma Jinan a Mêrsînê jî, bi armanca piştevaniya Nukhet Sirman li ber Edliyeya Mêrsînê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku pankartên “Dawî li binçavkirinên neheq bînin. Doktor Nukhet berdin" hate vekirin de, dirûşmên "Doktor Nukhet ne bi tenê ye” û "Bijî têkoşîna me ya femînîst" hatin berz kirin. Daxuyanî li navê Platforma Jinan a Mêrsînê Nalan Turgutlu Bîlgîn xwend.

‘Nukhet Sirman ne bi tenê ye, em li vir in’

Nalan Turgutlu Bîlgîn, diyar kir ku tevî dikaribûn îfadeya Nukhet Sirman li Stenbolê bigrin jî, anîn Mêrsînê û karûbarên îfade girtinê destpêkiriyê û balkişand ku Nukhet Sirman ev 4 roj in di binçavan de tê girtin. Nalan Turgutlu Bîlgîn, destnîşan kir muameleya mijarê gotinê bi armanca çavtirsandinê tê kirin û wiha got:

“Tevî di îfadeya ku duh şev di saetên dirêj de ji cendermeyan re da jî, bi awayekî baş hate fêmkirin ku di hundirê dosyayê de tu delîl tune ye jî, rojek din jî di binçavan de girtina wê bêhiqûqî ye. Li vî welatê hewil tê dayîn em fêrî bêhiqûqî û her curê tiştên xirab bên kirin, hebûna me, lêkolînkirina me û têkilî danîna me ya mirovan bi awayekî hesanî wek sûc tê hesibandin. Em divê wateyê de rewşa krîmînalîze û hewildana bêîtîbarî qebûl nakin. Nukhet Sirman ne tenê ye, em li vir in. Bila hevala me ya ku îro bikeve edliyeyê, demil dest bê berdan û bila dawî li vê rewşa veguherî îşkenceyê bê anîn.”