Jinan li Elmanyayê bi sedan name ji CPT’yê re şandin
Meclisa Jinan a Nûda, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan nameyên ku amade kiribûn ji CPT’yê re şandin.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê kampanyaya nameyan a ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribûn û ji bo CPT bikeve tevgerê dest kiribûn berdewam dikin.
Meclisa Jinan a Nûda ya li bajarê Freiburg ê Elmanyayê dixebite, bang li CPT’yê kir ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne û 857 nameyên ku amade kiribûn ji CPT’yê re şandin.
Jinan bal kişand ku 3 salan tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, diyar kirin ku ew ê li dijî vê edaletiyê bêdeng nemînin.