Jinan ji Siwêdayê bang kirin: Em ê li qadan bin

Li bajarê Siwêda ya Sûriyeyê protestoyên ku bi daxwaza ‘îstîfakirina rejîmê’ û pêkanîna biryara 2254 a NY li qada Karama destpê kiribû didome. Jinan ji qadê banga ‘Heya daxwazê me pêk were em ê li qadan bin’ kirin.

ROCHELLE JUNIOR

Siwêda – Xwepêşandanên ku di 17’ê 2023’an de li bajarê Siwêda ku piraniya xelkê Durzî lê dijîn û dikeve sinorê Urdinê li başûrê rojavayê Sûriye ya ji ber şert û mercên rêjeya bilindbûna enflasyonê û xirabûna rewşa aborî bi daxwaza îstifakirina hikûmetê destpê kiribûn, didome. Jinên Siwêda yên ku beşdarî xwepêşandanên Meydana El-Kerama bûn, hîn jî heman daxwaz û biryardariya xwe berdewam dikin ku her roj xwepêşandanan nû bikin û mafên xwe yên azadî û wekheviyê dixwazin.

1’ê Mijdarê, şêniyên bajarê Siwêda yê Sûriyê û gundewarên wê, ji bo beşdariya xwenîşandanan ber bi Qada Karama ve herikîn û pankartên ku yekitiya Sûriyê û gelê wê radigihînin hilgirtin. Xwepêşanderan tekez kirin ku ew ê berdewam bin heta ku hemû daxwazên wan ji bo Sûriyeyeke demokratîk û piralî ku têde maf û rûmet têde parastî ne, bidomin û daxwaza berdana girtiyên di girtîgehên hikûmeta Şamê de kirin.

‘Ev ji bo hemu Sûriyeyê şoreşek e’

Maha Xalid a ku got “Em ê derketina qadan bidomînin ji ber ku ev ji bo hemu Sûriyeyiyan şoreşek e” bal kişand pêdiviya yekîtiya gelan û got: “Jin di vê şoreşê de hebûna xwe nîşan dan. Nîşan dan ku ew li dijî bê edaletî û nelirêtiyê ne.”

Lîna Hamdan jî got: “Heya bidestxistina azadiya xwe ku ya herî girîng ji wan pêkanîna biryara 2254 a NY ye emê li qadan bin û li dijî zilmê bin. Jin navnîşana şoreş û qehremaniyê ne ku dikarin beşdarî guhertina Sûriyeyê bibin.”