Jinan ji bo piştgiriya Jinên Elewî nameyek pêşkêşî NY’ê kir
Rêxistinên jinan ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, li pêşiya NY ye çalakî li darxistin û nameyek pêşkêşî nûnertiya NY'ê kir û daxwaz kir li dijî komkujiyên ku li herêma peravê ya Suriyeyê li dijî jinan pêk tên, helwest nîşan bide.

Qamişlo – Bi dirûşma “Hevgirtina jinên Sûriyê bingeha rawestandina komkujiyên li ser jinan e”, Platforma çalakiyên hevbeş ên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampanya piştgirtiya jinên Elewî yên li Perava Sûriyê da destpê kirin. Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanya piştgiriya bi jinên Elewî yên li peravên Sûriyeyê re li pêşiya Netewên Yekbûyî (NY) çalakî hate lidarxistin.
Bi dehan endam û rêveberên Kongra Star, Meclisa Jin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Sara a Li Dijî Tundeya li Ser Jinan, Meclisa Malbatê Şehîdan, Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê, Desteya Jin a Kantona Cizîrê û Ofîsê Jin a saziyên Rêveberiya Xweser tevlî çalakiyê bûn.
‘Li dijî qirkirina jinan bibin xwedî helwest’
Rêveberiya Kongra Star ya Kantona Qamişlo Ibtîsam El-Huseyîn di çalakiyê de axivî û got: “Me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgiriya jinên Elewî rastî êrîş, qirkirin û komkujiyan tên di navbera 24 û 29'ê Adarê (2025) de ji bo destekdayîna jinên li herêma peravê kampanya daye destpêkirin. Ji ber vê yekê em îro vê çalakiyê li dardixin. Em vê nameye didin Netewên Yekbûyî ji bo ew li dijî van kiriyarên der mirovî bisekinin. Em bang li Netewên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî qirkirina jinan bibin xwedî helwest û pêşiya van binpêkirinan bigrin. Em weke Rêxistinên jin van kiriyar, binpêkirinan qebûl nakin, em ê hertim li dijî van binpêkirina têkoşîna xwe mezin bikin û emê ji bo mafên xwe li qadan bin.”
Piştî çalakiyê şandeyek ji rêxistinên jinan, derbarê komkujiyên dijî jinan de û bi daxwaza çareseriyê nameyek pêşkêşî nûnertiya NY'ê kirin.
Çalakî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.