Jinan ferzkirinên hîcabê ya Talîbanê protesto kir
Jinên xwendekar ên Zanîngeha Badaxşanê ji ber ku hîcab li xwe nekirin, ji aliyê Talîbanan ve rastî lêdanê hatin. Talîbanê ku li zanîngehan hîcabê ferzkir, diyar kir ku ev xwendekar ger hicabê li xwe nekin dê bên cezakirin.
Navenda Nûçeyan – Talîbana ku li Afganîstanê rêvebirinê desteser kir, zextên xwe yên li ser jinan zêde dike. Talîbanê ku lixwekirina hîcaba şîn ji bo xwendekarên jin ên zanîngeha Bedexşanê mecbûrî kir, li xwendekarên ku nikaribûn vê hîcabê li xwe bikin, xistin. Talîbanan gef li xwendekarên jin xwaribû ku eger bê hîcab derkevin derve dê li mal û zanîngehên wan derbikevin.
Xwendekaran ev pêkanîn şermezar kirin
Xwendekarên zanîngehan ku vê kiryara Talîbanê şermezar dikin roja Yekşemê 30’ê Cotmehê li ber deriyê zanîngehê xwepêşandan kirin. Ji ber nerazîbûnên xwendekarên jin rektoriya zanîngehê bi şertê ku çadiran li xwe bikin destûr da ku xwendekarên jin bikevin zanîngehê.
Xwendekar dibêjin "Dersek Bê Tirs"
Di hefteyên borî de xwendekarên jin ên zanîngeha Heratê ji aliyê xwendekarên din ve hatin tehdîdkirin û hişyarî dabûn ku bila bi cilên rengîn neyên zanîngehê. Hejmarek mezin ji jinan di bin pankarta "Dersek Bê Tirs" de li ber hin dibistanên Kabulê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku xwendekarên dev ji xwendinê berdin vegerin dibistanê.