Jinan di civîna xwe de girîngiya parastinê nîqaş kirin
HPC Jin a bi armanca bihêzkirina hêza parastina jin xwe birêxistin kir û ji tundiya li ser jinê heya êrişên dagirkeriyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye tê meşandin têdikoşin, bi civîna xwe rola jin a di parastinê de nîqaş kirin.
Kobanê – Bi Şoreşa Jin a bi dirûşim û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk hat, jin ji qadên siyasî û civakî heyanî qada leşkerî di her warê de xwe birêxistin kirin, her ku diçe hêz û birêxistinbûna xwe xurttir dikin. Bi Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC-Jin) a bi armanca parastina jin û civakê hat avakirin, jinên ku bûn afirînerê Şoreşa Jinê xwedî li destkeftiyan derdikevin di her warê de têkoşîna xwe bilind dikin. HPC-Jin a herema Firatê jî bi dirûşma “Di xeta Sara û Rûkanan de israrkirin mîsogeriya serkefrinê ye" li Sirîn a girêdayî Kantona Kobanê civîna xwe lidarxistin.
Di civîna ku li ser dîwaran pankartên “Jina rêxistinkirî bi têkoşîna xwe, wê bibe mîsogeriya demokrasî û azadiya civakê” û “Bi rihê berxwedan û hevgirtina gelan emê komploya li ser Rêber Apo bi dawî bikin” hatibû daliqandin de, jinan rola jin a di parastinê de, her wiha girîngiya hêza parastina jinê nîqaş kirin.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiye perspeketîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanê Erebî hatin xwendin û rapora kar û xebatê ya du salan hat xwendin û nirxandin.
Jinên ku tevlî civînê bûn li ser girîngiya xweparastin û parastina jinan ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman.
‘Erka me ya sereke parastina jinan û welatê xwe ye’
Emîne Remo ya Rêvebera Hêzên Parastina Civakê ya herêma Firatê bal kişand li ser girîngiya hêza parastina jinê û wiha got; "Wek Hêza Parastina Civakê yek ji erka me ya sereke ye ku em jin û welatê xwe biparêzin. Me kar û xebatên ku di nav du salan de hatiye meşandin û zehemetiyên ku em dibînin nirxandin. Daxwaza min ew e ku hemû jin derbasî Hêzên Parastina Civakê bibin û li gorî vê pêvejoya ku em tê de ne xwe birêxistin bikin.
‘Em parastina welatê xwe dikin’
Endama Hêza Parastina Civakê Sefra Abdullah jî kar û xebatên xwe nirxand û got; “Ev xebat bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêş ket. Em ji gel re civînan lidar dixin û parastina kolanan dikin. Di destpêkê ev kar ji bo jinan zehmet bû ji ber ku jin di bin navê şermê de di mal de kirin kole, lê bi têkoşînê ev hat derbaskirin. Em niha wek jin erka xwe ya parastina civakê dikin.”