Jinan berî 1’ê Tîrmehê banga derketina kolanan kirin
Platforma Jinê ya Kuşadasi li dijî feshkirina Peymana Stenbolê çalakî li dar xistin û di çalakiya xwe de diyar kirin ku dê berî 1'ê Tîrmehê û piştî wê derkevin kolanan. Jinan ji bo 1'ê Tîrmeha ku dê bi fermî ji Peymana Stenbolê bê vekişandin banga derketina kolanan kirin.

Aydin - Endamên Platforma Jinê ya Kuşadasi li dijî feshkirina Peymana Stenbolê bi jinan re li Qada Kaya Şavkay hatin gel hevdu û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Li dijî tundiya dewlet mêr em serî hildidin" hat hilgirtin û dirûşmên "Ne edaleta mêr edaleta rast","Peymana Stenbolê dide jiyîn","Peymana Stenbolê ya me ye em dev jê bernadin" hatin berzkirin. Li ser navê jinan Selver Savran, Işik Arcan û Meliha Şeref daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin feshkirina Peymana Stenbolê ne hiqûqî ye û wiha hat gotin:"Feskirina Peymana Stenbolê tê wateya binpêkirina azadî û mafên bingehîn in. Biryara feshkirinê hewildana dijminatiya jinê ye. Ev yek tecawizkar, ên destdirêjiyê dikin wêrektir dike. Her wiha li ser kujer û bersûcên jinan lêkolîn nayê kirin û ev jî bersûcan wêrektir dike. Çav bera destkeftiyên me yên nafaka û wekî din dikin. "
Herî dawî di daxuyaniyê de hat gotin ew ê jin ji bo jiyan û li dijî tundiyê têkoşîna xwe bidomînin û hat gotin:"Ji bo em daxwaza xwe ya ji bo pêkanîna Peymana Stenbolê bikin em ê heta 1'ê Tîrmehê li kolanan bin. Em li hemû jinan dikin ku derkevin kolanan û dengê xwe bilind bikin."