Jinan 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin: Em ji rêxistinbûnê tawîz nadin
Berdevkên sazî û tevgerên jinan ên li Amedê ku 25’ê Mijdarê bi xeta tekoşîn û rêxistinbûnê pêşwazî dikin di her qadê de tundî û rêyên çareseriyê nîqaş dikin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Li gor lêkolînên Platforma ji bo Jin û Wekheviyê (EŞÎK) ku van demên dawî de kir li Tirkiyeyê her rojek de 3 jin tê qetilkirin. Li kêlek qetlîaman mirina bi guman jî pir zêde bûne, daneyên tundiya li ser jinê jî bi awayek eşekere dernakevin pêşya me. Herî dawî par li gor lêkolîna ku li qadê hat kirin li welat ji 10 kesên ku ratî tundiyê tên 8 ji wan jin in. kiryarên tundiyê jî ji sedî 90 mêr in, ji sedî 63 jî mêrên ku bi jinan re zewicîn e. Jinan 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî di atmosferek cûreyên tundiyê zêde bûne de pêşwazî dikin. Rêxistinên jinan ji 10’ê Mijdarê ve di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî xebatên xwe zêde kirine.
Nûnerên saziyên jinan ên ku li bajêr xebat didin meşandin der barê 25’ê Mijdarê xebatên ku meşandine, gavên ku li dijî tundiyê bên avêtin nirxandin.
‘Serlêdanên tundiyê her ku diçe zêde dibe’
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen ku li bajêr li ser tundî, destavêtin, tacîz û polîtîkayên şerê taybet lêkolînan dike û di vî warî de serlêdanan dike, bal kişand ser zêdebûna serlêdanên tundiya civakî nirxand. Suzan Îşbîlen diyar kir ku 25’ê Mijdara vê salê wateyek xwe cuda heye û wiha gotinê xwe domand:
“25’ê Mijdarê di wateya xwe de rojek tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê ye. 25’ê Mijdara vê salê wateyek xwe cûda heye ji ber ku bi taybetî di van demên dawî de tundî û qetlîamên li ser jinan zêde bûye. Her sala ku diçe qetlîamên jinan li gor sala berê zêde dibe. Em jî wek komele di xebatên dimeşînin û serlêdanên ku ji mere tên de dibînin ku di her qadê de tundî zêde dibe. Em dikarin bibêjin ku ji ber polîtîkayên şerê taybet, bi darê zorê fuhuş û bikaranîna hişbir cûreyên tundiyê ddrketine holê. Di vê xalê de rê û rêbaz hatibe guhertin jî di pişt polîtîkayan de li dijî jinê êrîş heye. Hişmendiyek ku jinê dike koleya mêr heye. Sedema sereke ku jin rastî tundiyê tên ew e. Jinan êdî jiyana kevneşop qebûl nakin. Li dijî hişmendiya mêr, polîtîkayên desthilatdariyê tekoşînek pir cidî heye. Ev tekoşîn jî îro dibe gerdûnî û berdewam dike.”
‘Dixwazin profîlek ku dengê xwe ji tundiyê re neke derxînin holê’
Suzan Îşbilir di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de dê atolyeyan lidarbixin, hevdîtina jinan bikin û wiha pê de çû: “Em ê vê salê bi jinan re li Amedê bi hevdû re bimeşin. Em îsal hedef dikin ku di hebû xebatan de jinan tevlî bikin. Dê Komeleya Jinan a Rosa her tim li dijî tundiyê di her qadê de gotinê xwe bibêje. Ew dixwazin tundiyê asayî bikin, em jî bibêjin ku ku tundî ne asyî ye û bînin rojaevê. Tundî ne asayî ye, hewildana desthilatdariyê ya herî mezin ev e. Em ê rê nedin profîlên jinên ku li hemberî vê tundiyê li ber xwe nedin û dengê xwe dernexin. Divê jin li dijî tundiyê bibêje ‘Bisekin e’.”
‘Em ê hafizeya xwe zîndî bihêlin, şîna xwe bigrin û gel hev bisekinin’
Endama Komeleya Piştevaniya Jinan (Dayanışmanın Kadın Hali Derneği DAKAH-DER) Yagmur Seçkin diyar kir ku ew bi bernameya 25'ê Mijdarê ya ku tê de wê tundî û êrîşên li ser destkeftiyên jinan bînin rojevê, li qadan in. Yagmur Seçkin, anî ziman ku ew ê hem bi xebat û hem jî bi bernameyan hevdu xurt bikin û der barê 25'ê Mijdarê de ev tişt gotin: “Em di 25'ê Mijdara îsal de bi pirsan bernameyek çêkir pirsên di 25’ê Mijdarê de çi dibe? Em çi dijîn? Îro em dibînin ku qirkirina jin, zarok û sewalan a desthilatdariya serdest a mêr, bi hêz û cesareta kesên ku di şevekê de Peymana Stenbolê terikandin, gihiştiye astek ku nayê xeyalkirin. Navê vê qirkirina zayendî ye. Em her roj bi nûçeyên xirab şiyar dibin.
Her wiha divê şîdeta li ser jinê bi perspektîfeke hevgirtî û tevayî were nirxandin. Di vê xalê de, divê vê tundiyê bi giştî binirxînin. Divê em her tim hafizeyên xwe her tim zîndî bihêlin. Mînak em di pêvajoyek qayûm re derbas dibin. Tê bêra me ku qeyûmên berê çawa êrîşê destkeftiyên jinan kir. Di pêvajoya nû ya bê jî jin li bendê ye eynî tişt bigewimin. Em di ferqê de ne ku ev tundî bi giştî ye. Ji ber vê yekê divê em jî xeta xwe di her derê de ava bikin. Wek Komeleya Piştevaniya Jinan em bi temayên cûr bi cûr xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin. temaya me destpêkê temaya hafizeyê ye, em ê tekoşîna jinên yên berî me bînin bîra xwe û li gor vê havên xwe biavêjin. Temaya me ya duyemîn şîn e, ji ber ku şînê ku em nikarin bigrin heye. Em di pêvajoyek bê cezabûnê de nikarin şîna jinan bigrin. Di vê xalê de em ê nîqaşên mafên ku ji destê me hatine bikin. Em ê hêz bidin hevdû. Em ê beşdarî meşa 25’ê Mijdarê bibin û hêz bidin hevdû.”
'Divê jin weke kirdeya mafan bên dîtin'
Cîgira Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Suzan Mehmetoglu jî xwest bêcezabûna darazê bi dawî bibe û diyar kir ku divê jin weke kirdeya mafan bê dîtin. Suzan Mehmetoglu, da zanîn ku ji bo li her qadên civakê rastî binpêkirinên mafan û şîdetê tên, ew têdikoşin û got: "Em dixwazin di 25'ê Mijdarê de li malê, li kolanan, li dijî tundî û binpêkirinên li ser jinan têbikoşin. Bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de li girtîgehan û li cem jinan rawestin. Em dixwazin polîtîkaya bêcezakirina sûcên li dijî jin û zarokan bi dawî bibe. Heta ku ev polîtîka hebe tundî zêde dibe û zirareke mezin dide jinan. Jin her roj tên qetilkirin û rastî tundiyê tên. Weke ÎHD em ê têkoşîna xwe ya li kêleka jinan û bilindkirina dengê xwe bidomînin. Em ê hem li qadan hem jî di pêvajoya hiqûqî de piştgiriyê bidin jinan. Her wiha em şopandina dosyayan didomînin da ku sûcdar cezayên pêwîst werbigirin. Em ê di her qadê de mafên mirovan biparêzin û li dijî bêcezakirinê bisekinin."
'Bêcezakirina tundiyê teşwîq dike'
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku bi dildarî dosyayên jinan ên li dadgehê edliyeyê dişopîne, têkoşîna xwe li korîdorên edliyeyê didomîne. Endama Lijneya Rêveberiya Navendê Parêzer Buse Tekcanozû diyar kir ku ew ê di 25'ê Mijdarê de li qadan li dijî tundiyê bin û li dijî polîtîkaya bêcezakirinê têkoşîna hiqûqî bidomînin û wiha axivî: "Ji bilî hevkariya bi rêxistinên sivîl ên civakî re, li bajêr û çalakiyan li dar dixin, weke navend jî ji bo hişyarkirina jinan û piştgiriya têkoşîna me çalakiyan li dar dixin. Di vê pêvajoyê de em gelek caran rastî bêcezakirin û şîdeta edlî di dozên tundî, qetilkirin û îstîsmara li ser jinan tên. Em dibînin ku jinên serlêder di serî de rastî pêkanînên ku bi mebesta dev ji giliyên xwe berdin li yekîneyên darazê tên. Ev pêkanînên ku dixwazin tundiyê meşrû bikin, mexdûriyeta jinên jixwe mexdûr in, li şûna ku wan sist bike, kûrtir dike.
Kêmasiya dadgehan a ji bo pêşîgirtina li tundiya li ser jinan, darizandinên ku wekî ku piştgiriyê didin rtundiyê û sepandina daxistina tevgerên baş ên bêwate jî xizmetê ji polîtîkayên bêcezakirinê re dike. Polîtîkayên bi armanca astengkirina mafên jinan ku bi pakêtên darazê yên van salên dawîn ketine nava qanûnê, di heman demê de teşwîqkirina kiryarên tundiyê yên kesên tundûtûjiyê dikin û em dibînin ku ji ber nebûna hesasiyeta li hemberî dozên van sûcan, meyla bêcezakirinê zêde dibe. Mixabin em di nav gîrdabek bahozekê de ne ku hewl tê dayîn her cure tundiyê rewa bikin. Li gel pakêtên darazê, ji diziyên televîzyonê heta bi zimanê nûçeyan, şîdet di her aliyê jiyanê de tê rewakirin. Em jin di bin tu şert û mercan de dev ji vê têkoşîna ku me mîras girtiye bernedin û têkoşîna xwe bidomînin.”
KESK: Em li cem jinên ku rastî îstîsmar û tundiyê tên in!
Berdevka Demê ya KESK'ê Îlknur Ayik, diyar kir ku ew di qada kedê de li dijî tundiya li ser jinê têdikoşin, der barê 25'ê Mijdarê û pêvajoya dewam dike de ev daxuyanî da: "Jinên sendîkayî yên ku bi têkoşîneke dîrokî heta roja îro hatine, bi rêxistinbûn û berxwedana xwe ya li dijî cudakarî, zext, mobîng û tundiyê zêde bûne 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin. Têkoşîna yekîtiya jinan her tim piralî bûye. Dema ku ji bo keda xwe ya îstîsmarkirî, nedîtî têdikoşiya, li dijî rolên civakî yên ku li ser wê tên ferzkirin jî li ber xwe da. Li hemberî ku di nava malbatê de were çewisandin, ji bo hebûna xwe di civakê de bide diyarkirin têkoşîn kir. Li dijî pergala ku jinê weke hêza xwe ya ked dibîne, zehmetiyên ku jin di jiyana karsaziyê de pê re rû bi rû dimînin û xistina reseniya jinê di nava jiyana karsaziyê de têkoşiya. Jin îro li her qadê çi li nexweşxane, çi li dibistan, çi li kargehan û çi li qadan tên îstîsmarkirin û di her aliyê jiyana xwe de rastî tundiyê tên. Ya herî tund îro di qada kedê de tê dîtin. Hewldan hene ku jinan ji jiyana karsaziyê îzole bikin. Dîsa, ew bi rengek nebawer tê xebitandin. Li qadên ku ev yek pêk nayê, ji cil û berg heta helwesta fizîkî di her kêliyê de ji bo şîdeta li ser jinê biafirînin. Li qadên ku ev yek pêk nayê, ji cil û berg heta helwesta fizîkî di her kêliyê de ji bo tundiya li ser jinê biafirînin.”
Îlknur Ayik herî dawî wiha got: “Têkoşîna jinan ne tenê di jiyana karsaz û malbatê de, di qada sendîkayî de jî di asta duyemîn de tê dîtin. Di roja îro de pêwîste hikûmet li ser esasê wekhevî bê avakirin û hevserokatî û meclîsên jinan bên zêdekirin. Meclîs û hişmendiya heyî bi têkoşîna jinan a di nava sendîkayan de pêk hat. Pêvajoya avakirina meclîsên jinan li ser esasê nîqaşkirina pirsgirêkên jinan ên di kar, malbat û sendîkayan de û ji van pirsgirêkan re peydakirina çareseriyan bû. Her wiha pêwîstî bi sazîbûn û misogerkirina destkeftiyên jinan heye. Ji ber ku destkeftiyên jinan her tim rastî êrîşên pergala desthilatdar tên. Em jin her tim hewl didin li hemberî van êrîşan îradeya vîna jinê serdest bikin, qadên jinan ên hatine desteserkirin paşde bigirin û qadên jinan berfireh bikin."