Jina ku rastî tundiya çawişê pispor ê berê hat, bi giranî birîndar bû!

Ayşe Ortmen a ku çawuşê pispor ê berê Faruk Ortmen tundîtûjiya sîstematîk lê dikir di 5’ê Gulanê de li mala ku lê dima de bi awayek giran birîndar bûye hate dîtin.

Kutahya- Li gora daneyên Pilatforam Emê Kuştinên jinan Rawestînin (KCDP) di meha Gulanê de 22 jinan bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane. Bûyerên mirinên bi guman her roja ku diçe zêde dibe. Di roja 5’ê Gulanê de li nafçeya Simav ya Kutahya jina bi navê Ayşe Ortmen li mala xwe bi awayek bi guman birîndar hate dîtin. Ayşe Ortmena ku dibêjin întihar kiriye, li nexweşxaneyê tê dermankirin. 

Çawişê pispor tundiya sistematîk pêk aniye!

Dema ku lêpirsîn hate destpêkirin, polîsan li mala ku bûyer lê hatiye jiyîn beriya ku dozger lêkolînê destpê bike muhr kiriye. Ayşe Ortmen li nexweşxaneya Kutahya tê tedawî kirin xeteriya jiyana wê berdewam dike. Derket holê ku Ayşe Ortmen di jiyana xwe ya zewacê de hertim rastî tundîtûjiya sistematîk hatiye. Li gora zanyariyên ku ji kes û karê Ayşe Ortmen hatin girtin, beriya sê salan bi çawişê pispor re zewiciye û zarokek wê heye. Diyarkirin ku Ayşe Ortmen ji aliyê Faruk Ortmen ve rastî tundîtûjiya fizîkî û psikolojik hatiye. Beriya demek kurt bi hêceta veşartî çek firotiye çawişê pisportî ji erk hatiye dûrxistin û piştî bûyerê di ifadeya ku dayî de nakokî hene.

Xeteriya jiyana Ayşe Ortmen berdewam dike!

Der barê mijarê de me hevdîtin bi malbata Ayşe Ortmen re pêkanî û dan zanîn ku ji bo tedawiyê wê bibin Amedê û gotin xeteriya jiyana wê hîna berdewam dike. Derbarê birîndarbûna bi guman de lêkolîn berdewam dike.