Jîna Emînî bû sembola berxwedanê
Jîna Emînî ku li Tehran a paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin, 50 roj in bûye sembola çalakgerên Îran û Rojhelatê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan – Xwepêşandanên ku ji bo protestokirina qetilkirina Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlonê de li Tehran a paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaqê ve rastî tundiyê hatibû û jiyana xwe ji dest dabû, li hemû parêzgeh û bajarên Rojhilat û Îranê didomin. Jîna Emînî bû sembola xwepêşandanên ku bi daxwaza guhertina rejîmê li Rojhilat û Îranê didomin.
Gel rejîmê naxwaze
Di xwepêşandanên bajarên Sine û Seqizê de, gel li hemberî polîsên rejîma Îranê gav paşde navêje. Dîsa li bajarên Rojhelat ên Rojhilatê Kurdistanê Kamyaran, Bukan û Bahê çalakiyên li dijî rejîmê dewam dikin. Li bajarên cuda yên weke Urmiye, Fesa, Qezwîn, Reşt, Kerec, Îsfehan, Ehwaz, Buşehr, Tehran û Lahîcanê xwepêşandanên gel dewam dikin, ji rejîma mela tê xwestin ku demildest ji Îranê derkeve. Li gel bilindkirina dirûşma "Jin, jiyan, azadî", çalakgeran wêneyên Jîna Emînî bi şev li ser dîwarên bajêr nîşan dide.
Xwepêşandan bi çekan tên êrîş kirin
Piştî ku polîsên rejîma Îranê êrîşî xwepêşanderên ji bo bîranîna Jîna Emînî li Îsfehanê çalakî lidar xistin kirin, merasîma bîranînê veguherî qada tundiyê. Leşkerên rejîma Îranê êrîş birin li ser bûyerên li Karazê. Hat ragihandin ku di êrîşê de rasterast bi çekan êrîşî gel kirin, ji bo belavbûna welatiyan xaza bîberê bi tundî hatiye bikaranîn.