‘Jin zêdetir dikarin hestên xwe bi awayê wêjeyî vebêjin’
Nivîskarên jin diyar kirin ku îsal rêjeya jinan di warê wêjeyî û çandî de zêde bûye. Ev yek jî diyar dike ku jin bi riya nivîsandinê bêhtir dikarin xwe îfade bikin û hestên xwe bi awayê wêjeyî vebêjin.
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250206-almadt-1-jpgeb8ca3-image.jpg)
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Di van demên dawî de rola jinan di nava qadên wêjeyî û çandî de gelek aktîf bûye. Ev yek jî bi pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ya li Qahîreyê hat lidarxistin diyar bû. Hem ji aliyê çapkirina pirtûkên jinan, hem jî ji aliyê beşdarên jin ve rêje her diçe zêdetir dibe.
Di meha Çileya îsal de li paytexta Misir, Qahîreyê pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî hat lidar xistin. Di vê pêşengehê de nivîskar û beşdar piranî jin bûn. Jinan bi riya pirtûkên xwe bal kişandin ser zehmetiyên jinan û kiryarên ku ji aliyê malbat û civakê ve bi wan re rûbirû diminîn û tekez kirin zêdetir nivîskarên jin dikarin bi awayê wêjeyî hestên xwe vebêjin.
Hinek nivîskarên jin ên ku ajansa me dikaribû bi wan re hevdîtinê bike, qala girîngiya hebûna jinan di nava qada wêjeyî û çandî de kirin û diyar kirin ku jin zêdetir dikarin bi awayî wêjeyî hestên xwe bînin ziman.
'Balê dikşînim ser tevliheviyên ku jin dijîn'
Nivîskar Mûra Osema qala berhemên xwe yên wêjeyî di vê salê de kir û got: "Di vê salê de gelek berhemên min û dosyayên min ên pirtûkan hene yek ji wan, pirtûka bi navê "Rêzeya Xwînê ya Qraliyet" ku behsa Fîrewn û mîrata çandî ya Misirê dike ye. Ew gotegotên li ser şaristaniya Misrê ya kevnar û xwedîderketina kevnariyên wê red dike. Beşdaran vê pirtûkê ecibandin û eleqe nîşan dan. Her wiha berhema min a bi navê "Di nava hezkirin û ceza de" jî balê dikşîne ser pevçûn û tevliheviyên derûnî û ya bi navê "Esîrê siya xwe ye" jî behsa pirsgirêkên jinan dike. Min xwest di van herdu romanan de balê bikşînim ser tevliheviyên ku jin di nav de û bi wan re rûbirû dimînin."
'Bi pênûsa xwe rastiya civakê dinivîsîne'
Mûra Osema bal kişand ser hebûn û rola jinan di nava qada wêjeyê de û wiha bi dawî kir: "Jinan di van demên dawî de hebûna xwe di qada wêjeyî de îsbat kirine. Mêr jî tenê di çarçoveya fenteziya, xeyalên zanistî û tiştên hov de mane. Jin xwediyên meraqên rastîn in ku rastiya civaka xwe bi pênûsên xwe radigihînin. Ew dikarin cudahiyê bixin nava rengên nivîsandinê û li ser wê radiwestin."
'Jin bi hestên xwe hûrgiliyên bûyeran dinivîsînin'
Nivîskara Lîbyayî Rîma Maetûq ya sê romanên wê hene diyar kir ku du ji wan li ser sûc û psîkolojiyê ne û wiha domand: "Pirtûka "Kujerê heftê êvarê" li ser sûcek û hûrgiliyên tiştên qewimî ne, dizivire. Her wiha pirtûka din a bi navê "Tiştek di dem-berê de nîn e" ye. Ew jî çîroka jinek ciwan a ku destdirêjî li tê kirin û bandora wê li ser malbata wê vedibêje. Jin zêdetir dikarin bi hûrgiliyan binivîsînin. Ji ber ku ew dikarin bi hûrgiliyên bûyeran, eşkerebûn û plansaziyê ve girê bidin. Di vê çarçoveyê de gelek xebatên min jî hene."
'Bi piştgiriyê jin dikarin hebûna xwe îsbat bikin'
Rîma Maetûq diyar kir ku nêrînê paşverû bûye sedem ku di warê bûyerên tên serê jinan de binivsînin û got: "Ji ber ku her civak jinan bi sûc dibîne û mêran jî bê sûc dihêle. Ev yek jî bêhtir xwe di vê warî de kûrtir dide der loma hewl didim parastina mafên jinan bikim. Nivîsandin rêbazek e bandorê li ser civakê dike. Her wiha divê pirsgirêkên jinan ji bo rûbirûbûna çanda civakê ya ku wan kêm dibîne û fikir û xebatên wan dike qalib, bên çareserkirin.
'Pirsgirêk û astengiyên li pêşiya jinan tîne ziman'
Nivîskar Menal Selêm jî diyar kir ku di pêşangeha pirtûkan a navneteweyî de berhevoka nivîsên wê hene û wiha pê de çû: "Romana bi navê "Li ser pira poşmaniyê" pirsgirêkên zewac û malbatê şîrove dike. Her wiha pirtûka "Dilên Biçûk" jî ji bo zarokan hatiye amadekirin û hemû kes dikarin wê jî bixwînin. Di nivîsên xwe de balê dikşînim ser mudaxeleyên malbatê di biryarên weke zewacê û xwendina zarokên xwe, ku nahêlin ew bi xwe biryara jiyana xwe bidin. Di heman demê de qala pirsgirêk û zehmetiyên jinan jî dikim. Pêwîst e ku jin êşa xwe bi xwe bînin ziman. Di vê salê de hebûna jinan di pêşangeha pirtûkan de gelek baş bû. Ev yek jî diyar dike ku jin dikarin xwe di warê wêjeyî de bi pêş bixin û hestên xwe bi nivîsandinê bînin ziman."