Jin û gelên cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang kirin

Kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ di sala xwe ya yekemîn de derbasî merhela sêyemîn dibe. Di salekê de li gelek cihên cuda yên cîhanê gel û kesên ji baweriyên cuda azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan xwestin.

JIYAN EKÎN

Navenda Nûçeyan – Di dema ku hemû cîhan di rewşa şer a ku gihîştiye lûtkeyê, li bendê ye ka dê çi bibe, gel di bin siya şer, krîz û hilweşandinan de xwe li axa xwe digrin û li ber xwe didin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê mirov bi polîtîkayên tecrîdê ku belavî hemû qadên jiyanê bûne encamên krîzên piralî dijîn. Dewleta Tirk a ku polîtîkayên îmha û înkarê kûr dike, siyaseta tunekirinê her roj hişktir dike. Dengên ku li hemberî van polîtîkayan bilind dibin û di her firsendê de çareseriyê tînin ziman jî bi hemû hêza xwe ditepisîne.

Tecrîd di sala xwe 27’an de ye

Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15’ê Sibata 1999’an de wî anîn Tirkiyeyê. Piştî komploya ku ji aliyê hêzên navneteweyî ve pêk hat, di Sibata 1999'an de Abdullah Ocalan xistin Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Bilind Tîpa F a Îmraliyê. Abdullah Ocalan ji roja ku wî anîne Îmraliyê heta niha di bin tecrîdê ye û ji 27’ê Temûza 2011’an heta niha tenê di mehên Gulan û Tebaxa 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. Hevdîtina herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hat kirin. Ji sala 2014’an heta niha tenê 5 caran bi malbata xwe re hevdîtin kir. Hevdîtina herî dawî di 3 Adara 2020’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir. Li Îmraliyê ji sala 1999’an heta niha tenê du caran di 27’ê Nîsana 2020’an û di 25’ê Adar 2021’ê de dikaribû bi telefonê baxive. Axaftina herî dawî ya bi telefonê jî pir kêm û di nîvî de hatibû birîn.

Hewl didin nehêlin dengê ji bo çareseriyê derkeve

Ji Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê girtî ku weke navnîşana çareserî û aştiyê tê nîşandan û di tecrîdeke giran de ye, 43 meh in tu agahî nayê girtin. Hewl didin dengê Abdullah Ocalan ê di hevdîtina xwe ya herî dawî de gotibû; “Dixwazim Îmraliyê bikin gorek, Kurdistanê bikin cihê şer û dagirkeriyê. Ez ê vê derê bikim cihê çareserî û aştiyê” bibirin û nehêlin bigihîje gelan.

Kampanyaya cîhanî

Kanpanyaya cîhanî di 10’ê Cotmeha  2023’an de hat despêkirin. Qonaxa yekemîn a kanpanyayê  bi mîtînga fînalê ya 17’ê Sibatê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi tevlibûna sed hezar kesan bi dawî bû. Qonaxa duyemin a kampanyayê di 1’ê Adara 2024’ana de dest pê kir. Di çarçoveya kanpanyaya ku li çar aliyên cîhanê hat despêkirin de, gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan li 5 parzemînan, 93 welat 185 bajaran daketin qadan, bi konferans, meş, mitîng, xwendina nameyan, polîtîkayên tecrîdê eşkere kirin. Gelan azadiya Abdullah Ocalan xwestin.

Xwestin meseleya Kurd were çareserkirin

Rewşa Abdullah Ocalan, ji girtinê zêdetir weke rehîngirtinê tê binavkirin. Bi taybetî ji sala 2015’an ve piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê têkilî hatin birîn û hê jî berdewam dike. Bi kampanyayê tê xwestin ku ev rewş bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi awayê fizîkî azad bibe. Bi kampanyayê salek, rewşenbîr, nivîskar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û aktivîstan civînên çapemeniyê li dar xistin. Di konferansên ku hatin lidarxistin de bang li raya giştî hat kirin û çareseriya meseleya Kurd hat xwestin. Ji bo parêznameyên ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê nivîsandine rojên xwendinê hatin lidarxistin. Ji çar aliyên cîhanê ji Abdullah Ocalan re kart hatin şandin. Li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan a ku di mercên îro de li cihê şer dikare aştiyê bi xwe re bîne re semîner hatin dayîn. Ji Komîsyona Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) re bi hezaran name hatin şandin û ji saziyên navneteweyî hat xwestin bikevin tevgerê.

Saziyên navneteweyî xistin tevgerê

Di çarçoveya kampanyayê de 69 kesên xwediyên Xelata Nobelê ya bi pêşengiya Jody Williams der barê rewşa Abdullah Ocalan de ji gelek saziyan te name hatin nivîsandin. Bersivên van nameyan hatin. Komîsyona Ewropayê, CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ragihandin ku pêvajo tê şopandin. Di çarçoveya kanpanyayê de, li gelek welatên ku Tirkiye jî di nav de bû, li dijî polîtîkaya neçareseriyê ya hikumeta Tirkiyeyê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd şiyariyek çêbû.

Ji Stebol û Amedê bang kirin. 

Rojnameger, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr jî di nav de 78 kes li Stenbolê di 28’ê Cotmehê de li hev civiyan. Deklerasyona “Banga ji bo aştiyê” ragihandin. Di deklerasyonê de hat xwestin ku dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê anîn û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat xwestin. Di çalakiya 29’ê Cotmehê ya li Amedê de, di nav de rêxistinên sivîl û partiyên siyasî jî hebûn, 172 rêxistin beşdar bûn. Deklerasyon bi dirûşma “Ji niha ber bi pêşerojê ve banga ji bo azadiyê” ragihand. Saziyên mafên mirovan û baroyan di rojên coda de ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk binin hatin Wezareta Dadê. Serlêdan li wezaretê kirin, ji 35 baroyan hezar û 330 parêzeran xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Parêzerên baroya Parîsê jî ji bo hevdîtinê ji Wezareta Dadê re name şandin. 

Bihezaran kes meşiyan

Ji Colemêrgê heta Edîrneyê bi beşdariya deh hezaran kesan di 18-19’ê Mijdarê de li Stenbol û Amedê meşa Gemlîkê hat organîzekirin. Bajarên Kurdistanê jî di 19’ê Mijdarê de li Amedê beşdarî meşa 19’ê Mijdarê bûn. Tevî hemû astengiyan ji baskê Marmarayê, di meha Mijdarê de herêma Ege û Anatolya Navîn jî tevlî bûn. Heta Gemlîkê meşiyan û azadiya Abdulah Ocalan xwestin.

Li grtîgehan greva birçîbûnê dest pê kir

Di çaroveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de bi hezaran girtiyên li 104 girtîgehan, bi daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Xizmên girtiyan ji bo piştevaniya bi girtiyan re li gelek bajaran çalakiya Nobeta Edaletê dan destpêkirin.

Bang li parlamentoya Îtalya û Norveçê hat kirin

Di çarçoveya kampanyayê de ji aliyê komîteya li bajarê Luzern ê Îsvîçreyê di 3’ê Mijdarê de çalakiya zincîra mirovahiyê hat lidarxistin. Li Parlamentoya Îtalyayê bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê mafên siyasî û doza Abdullah Ocalan’ di civîna çapemeniyê ya di 8’ê Mijdarê de hat lidarxistin de, hat xwestin ku Îtalya divê erka dikeve ser bi cih bîne. Li bajarê Basel ê Îsvîçreyê di 15’ê Mijdarê de ji aliyê Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan ve çalakiya nobetê hat destpêkirin. Di 17’ê Mijdarê de li bajarên Îngîltere, Londra, Îsvîçre û Winterthur mîtîng hatin lidarxistin. Parlementera Partiya Çep a Sosyalist ya Norveç Andreas Sjalg Unneland, tecrîda li ser Abdullah Ocalan bir rojeva parlamentoyê. Parlamentera Partiya Keskan a Avustralyayê Abigail Boyd jî tecrîda mutlaq a girankirî ya li ser Abdullah Ocalan di rojeva parlamentoyê de anî ziman. 

Rojên xwendina pirtûkan

Bi navê “Rojên gerdûnî yên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan, (Global Ocalan Books Day)” di 160 navendan de di 10’ê kanûnê de rojên xwendina pirtûkên Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Fîlozof Slavoj Zizek jî beşdarî rojên xwendinê bû. Ev çalakiyên ku bi armanca belavkirina fikir û paradîgmaya Abdullah Ocalan li gelek navendan hatin lidarxistin berdewam dikin. 

Jinan çalakî li dar xistin

Li welatên cuda yên Ewropayê, hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de, Delegasyona Jinan a navneteweyî ya ji 7 kesan pêk dihat, serdana Tirkiyeyê kir. Şandeya ku serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir, rewşa xebernegirtina ji Îmraliyê û der barê tecrîdê de rapora xwe dê pêşkêşî saziyên navneteweyî yên weke CPT, NY û Konseya Ewropayê bikin.

Ji bo kampanyayê seferberî

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku di meşandina kampanyaya gerdûnî de xwedî roleke çalak e, gelek çalakî li dar xistin. TJK-E herî dawî bi kampanyaya ‘Tîrêjên Rojê’ re ragihand ku gihîştine qonaxeke nû. TJK-E diyar kir ku wê fikrên Abdullah Ocalan bigihîjînin her kesê, her malê, her kolan û her dibistanê. TJK-E ji gelên cuda û baweriyên cuda jinan ji bo Abdullah Ocalan anîn ba hev. Tevgerê herî dawî da zanîn ku wê kampanya bi ruhê seferberiyê berdewam bike. Konseya Kurd a Demokratîk ya Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê li ser banga (TJK-E) li bajarê Parîsê yê Fransayê mîtîngek girseyî li dar xist.

Piştgiriya rêxistinên navneteweyî

Kampanya ne tenê ji aliyê gelê Kurd ve, ji aliyê hemû beşên ku giringî didin paradîgmaya Abdullah Ocalan ve eleqe dît û xwedî lê hat derketin. BATZAC ku bi çêkera xwe ya anarşîst û antî-kapîtalîst li Katalonyayê bi awayekî aktîf xebatê dide meşandin tê nasîn, der barê qonaxa duyemîn a kampanyayê de bang li hemû çêkerên rêxistinî kir. BATZAC’ê di banga xwe ya ku li ser medyaya dijîtal parve kir de, ragihand ku piştgiriya kampanya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirinê dikin û beşdar bûne. 

Kongreya Yekitiya Sendîkayên Îskoçya (STUC) ku ji 550 hezar endaman pêk tê ragihand ku ji bo qonaxa duyemîn a kampanaya azadiya Abdullah Ocalan wê daxuyanî bidin. Kongreyê diyar kir ku der barê Abdullah Ocalan de name ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê Lammy re nivîsandine.        Sendîkaya Karkeran a Aragon a Spanya (OSTA) bi madeyek bi sernavê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ kom bûn, peyama ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşîn berdewam e’ dan. Di konferansa bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê girtiyên siyasî; riya azadî û aştiyê diçe ku’ ji aliyê Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê yên Ewropa (EUTCC) ve li parlamentoya Ewropa hat lidarxistin, hat diyarkirin ku divê Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe.

Bang li CPT hat kirin

Ji Elmanyayê 95 rewşenbîr û nivîskaran, name ji CPT re nivîsandin, ji bo der barê hevdîtin û rewşa tendirustiya Ocalan de agahî bigrin, xwest demildest şandeyek bişînin Îmraliyê. Li Fransayê jî 61 kesên ku ji serokên partiyên siyasî, akademîsyen, parlamenter û senatoran pêk tên banga ‘Şandina heyetek ji bo Îmraliyê’ li CPT kirin. 

Li başûrê Efrîqa Meksîka û Misrê daxuyanî hatin dayîn

Li başûrê Efrîqayê Rêxistina Ciwanan a Sosyalîst ku 120 hezar endamên wê hene û ji bo mafên bi milyonan kesên di malên bereqe de dijîn biparêzin, di sala 2004’an de hat avakirin li Abahlali baseMjondolo civînek li dar xist û xwest ku Abdullah Ocalan bi awayek fîzîkî azad bibe. Di daxuyaniyê de têkoşîna gelê Kurd hat silavkirin û hat diyarkirin ku beşdarî kampanyayê bûne.

Gelê Êzidî bi awayekî bi hêz beşdarî kampanyayê bû

Gelê Êzidî jî bi daxuyaniyên xwe ragihand ku bûye parçeyek kampanyayê. Tevgera Jinên Azad Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, beşdarî kampanyayê bûn, meş, miting, semîner, civîn û çalakî li dar xistin. Di çaçoveya kampanyayê de yek bi yek serdana malbatan hat kirin û broşurên ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin ziman û wêneyên wî belav kirin û paradîgmaya Abdullah Ocalan anîn ziman.

Di kampanyayê de qonaxa nû

Kampanya dê di salvegera xwe ya 1’emîn de bikeve qonaxa sêyem. Di vê qonaxê de tê payîn ku 11 rojan rêzeçalakî werin lidarxistin. Di qonaxa nû de, 11 roj weke ‘rojên aksiyonê’ tên binavkirin. Di heman demê de hejmara navendên çalakiyan wê 300 bin. Tê plankirin ku kampanya dê heta azadiya fzîkî ya Abdullah Ocalan berdewam bike. Ji bo civakîbûna paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna azadî û aştiyê, torên piştevaniyê bi hêz bikin û xebatên divê qadê de wê berdewam bikin.