Jin li ser jîngehek tendirust nîqaş kirin
Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê jinên endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê komxebata xwe ya yekemîn li dar xist.

Navenda Nûçeyan – Jinên endamên Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê komxebata xwe ya yekemîn bi dirûşma ‘Jin afirînerên jiyanê û parêzvanên jîngehê ne, bi zanebûna xwe şoreşek şîn pêk tînin’ li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê li dar xist.
Di komxebatê de bi dehan jinên endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, malbatên şehîdan amade bûn.
Di destpêka komxebatê de sînevîzyonek hate pêşandan.
Endamên Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Firatê Ahîn Hisên û Koçer Hisên nîqaşên komxebatê bi rê ve birin.
Piştre beşdaran nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku divê hemû jin xwedî li keda xwe derkevin, divê xwezayê biparêzin.
Di dawiya komxebatê de jî encamname ji aliyê endama Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê Nermîn Xelîl ve hate xwendin.