Jin li Lîbyayê roleke aktîf ji bo aramî û avakirinê dilîzin

Jinên li Lîbyayaê dijîn behsa rewşa aramî û jinûveavakirinê ya li Lîbyayê kirin, bi taybet li herdu aliyên rojhilat û başûr û teqez kirin ku jinan roleke pir girîng di pêvajoya jinûveavakirinê de lîstine.

ÎBTÎSAM AXFÎR

Binxazî - Jin bi hemû hêza xwe di proseya jinûveavakirin û ewlehiya li Binxazî û bajarên aliyên Rojhilat ên din de çêbûne amade bûn. Jin endezyar û rêveber bûn heta li paş perdeyan jî  rola wan di vê pêvajoyê û piştî wê de zelal bû.

‘Jinan roleke girîng di jinûveavakirina Lîbyayê de lîstin’

Endama Komeleya Wêje Huner û Çandê Belqîs Ixrîs diyar dike ku rewşa aramî û jinûveavakirinê li bajarên rojhilatê Lîbyayê û başûrê wê encameke normal piştî rewşa şer a welat tê re derbas bûye ye û wiha berdewam kir: "Jinan roleke girîng û aktîf di vê pêvajoyê de lîstine. Jinan bi hemû karînên xwe piştgirî didan. Jin ger bê zarok be jî dayik e ji ber wê bi rola piştgiriyê radibe û ji hemû aliyên derûnî û civakî ve dibe alîkar da ku tişta krîzan li pey xwe hiştiye sivik bike."

Belqîs Ixris di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Aramiya niha li Binxaziyê heye bi saya hebûna jinan û rêvebirina wan a çalakiyên hunerî çandî û civakî û heta siyasî ye. Gelek jin hene bêdeng kar dikin û roleke aktîf dilîzin ji bo welat bi pêş bixin. Me dizanibû em ê bigihîjin vê pêvajoyê ji ber ku dîroka Lîbyayê şahidî ji vê yekê re kiriye. Li aliyê din destkeftiya em li bendê ne vekirina bajarê sporê piştî sazkirinê ye her wiha amadekirina avahiyan dê krîza bicihbûnê ya ciwanan çareser bike. Jinan roleke çalak û girîng di avakirin û aramiyê de lîst."

 

‘Jinûveavakirina Binxaziyê derfetên kar ji ciwanan re ava kir’

Şêwirmenda civakî Ferîha Ebd El Atî El Siêtî jî wiha got: "Jinûveavakirin û aramiya li bajarê Binxazî û bajarên din ên rojhilat û başûr, em dibînin bi saya rêveberiya zana ye. Welat ji nû ve ava dibe ji sazkirina zanîngehan heta avakirina dibistanên pêşketî û baldariya bi rê û piran. Tişta niha çêdibe bi taybetî li Binxaziyê gaveke ji mêj ve nehatiye avêtin e. Cara dawî ya jinûveavakirina Binxazî di salên 1980’yî de bû. Wê demê tenê hinek avahî û pir hatin çêkirin. Lê belê niha bajar ber bi şaristaniyeke avakirinê ve diçe. Jinan roleke girîng û aktîf lîstin heta ger li paş perdeyê be jî ji ber endezyar û rêveber hene. Heta bi dayikên şehîdan jî bi tişta li Binxaziyê çêdibe kêfxweş in, tevî ku zarokên xwe di şer de winda kirine. Yek ji wan jinan gotibû ‘Erê rast e min lawê xwe yê bi tenê wenda kir lê dema ez avakirina li Binxaziyê dibînim dibêjim ku xwîna lawê min vala neçûye û nifşên nû dê werin û berdêlên zarokên me bibînin.’ Jinûveavakirin derfeta kar ji ciwanan re çêdike û ev yek aramiya aborî û civakî dê bi xwe re bîne."

‘Bi jinûveavakirina Binxazî û bajarên rojhilatî re dê geştiyarî zêdetir bibe’

Seroka Ofîsa Piştgiriya Jinan a Saziya Medyayê Sumeye El Boîşî behsa aramî û jinûveavakirina li Binxaziyê û bajarên rojhilatê Lîbyayê kir û wiha got: "Bêguman aramî roleke girîng di piştgiriya avakirinê de dilîze û wan bi pêşî ve dibe. Bi taybetî di warê civakî aborî û heta geştyarî de. Ev yek ji bo ferd û civakê gelekî girîng e ji ber asta jiyanê bilind dike û nirxê avahiyan baş dike. Derfetên kar ji ciwanan re çêdike û pirsgirêka betalbûnê bi dawî dibe."

Sumeye El Boîşî di berdewama axaftina xwe de got: "Lîbya bi anîna geştiyaran navdar e û bi avahiyên nû, binesaziyek saxlem re dê zêdetir balê bikşîne ser xwe û geştiyarî lê zêde bibe. Cîhan dibîne çawa jinûveavakirin û ewlehiya li Binxazî û bajarên Rojhilat çêdibe. Divê were zanîn ku rola jinan di aramî û jinûveavakirinê de gelekî mezin e."