Jin li komunan girîngiya perwerdê nîqaş dikin
Kongra Star a bajarê Til Temirê li Komuna Şehîd Robar a gundê Riguba astengiyên perwerdeyê û girîngiya wê nîqaş dike.

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Civaka ku xwe di rêya komînan re birêxistin dike, hewl dide ku civakeke azad û demokratîk li ser bingehê azadiya jinê, ava bike. Kongra Star a ku bi rêya semîner û civînan hewl dide jinên di nav komînan de û li kêleka wê mêran birêxistin bike, têkoşîna xwe didomîne. Têkoşîneke bênavber ji hêla Kongra Star û komîteyên wê ve tê kirin.
Da ku astengiyên perwerdêyên li komînan were nîqaş kirin û zanîn, Kongra Star li Komîna Şehîd Robar a gundê Rigubayê a girêdayî bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê, semînerek da.
Rêvebera Kongra Star Sena Tamir a ku di destpêkê de komîn li ser çi ava dibe bi jin û mêran re parve kir, ku her endamek komînê çi li ser milên wê/î dikeve ku bike. Sena got komîn ne komîneke xizmetguzarî ye, ew rêbazê jiyaneke nû ye.
Kengî sîstem seqet dimîne
Sena Tamir balkişand ser sîstema hevserokatiyê ku di rêya wê re jin dike xwedî biryar û nêrîn. Herwiha destnîşanî hêza jinê a veşartî kir ku ger jin bixwaze û xwe zana bike, dikare rêveberiyeke baş û wekhev ji civakê re bike. Bi biryareke takekesî civak ava nabe û sîstem seqet dimîne, bi biryareke dû alî civakek komunal ava dibe.
Perwerde rêbazê jiyanek nû ye
Sena di dewama axaftina xwe de dîtina endamên komunê ji perwerdeyê re girîng dibîne û wiha behs dike: “Perwerde ji jiyana civakî heta qadên kar û giştî pîşeyan re pêwîstiyeke jênevegere. Perwerde ne tenê dîtina semîner û civînekê ye, ew rêbazekî domandina jiyanê bi awayekî cûda ye.”
Hişmendiyeke nû şoreşeke zihnî dixwaze
Sena got ku hişmendiyeke nû şoreşeke nû dixwaze. Ji lewra hişemdiya kevn û ya nû nabe ku bi hevre bimeşin, pêwîstiya wê bi guhertin û şoreşekê heye. Hişmendiyeke desthilatdar çawa dikare li hember hişmendiyeke demokratîk bi azadiya jinê bawer dike, were beramberî hev? Ev xalên girîng in ku Sena tekezî li ser kir ku avakirina ferdek demokratîk şert e.
Astengiyên perwerdê çi ne
Sena astengiyên qada perwerdê di komînan de bibîr xist û sedemên wê anî ziman: “Girîngî nedayîna perwerdê û xistina wê xala dawî a her xebatê û komîteyên komînê de, li kêleka kêmperwerdeya kesayetî dibe sedema pirsgirêkan. Ji lewra şertekî sereke ye ku komîteyên perwerdeyê di komînan de werin aktîvkirin. Endamên komînê tenê di warê xizmetguzarî de pêwîstiyên xwe dibînin, lê pêwîstiya herî mezin dîtina perwerdeyan e. Ji lewra nêrîna civakê ji komînê re ku komîneke xizmeguzarî ye, divê biguhere.”
Sena bi astengiyên ku rê li ber perwerdeyê digirin axaftina xwe dewam kir û got: “Atengiyên perwerdê hebûna nakokiyekê di navbera naveroka perwerdeya teorîk û rastiya zanistiya civakî de ye. Nebûna hevsengiyê di navbera komên temenî de û cûdahiyên di astên perwerdeyî û têgihiştinê de. Herwiha hebûna zihniyetên ku baweriya xwe bi neteweyek demokratîk naynin, ev yek ji astengiyan in.”
‘Xwe perwerde bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Sena Tamir bang li endamên komînê kir ku xwe bi xwe perwerde bikin û jiyana xwe ya civakî û pîşeyî biguherin û wiha got: “Zanyariyên xwe berfireh bikin da ku karibin hîn bêtir civaka xwe, pirsgirêkên wê û pêwîstiyên wê nas bikin û jêre bibin rêyên çareseriyê. Ya herî girîng rojnameyan bixwînin, nûçeyan bişopînin û rewşê ji nêz ve nas bikin.”