Jin li dora Jineolojiyê xwedî li mîrateya Nagîhan Akarsel derdikevin

Endama Komîteya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan di salvegera 3'yemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel de soza domandina xebatên wê nû kir û got: "Nagîhan bingeha avakirina Jineolojiyê li Şengalê bû, ew dengê jinên azadîxwaz e."

Şengal – Yek ji damezrînerên Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel e. Ew di belavkirina zanista jin û jiyanê de lêkolîner bû, hemû kêliyên jiyana xwe kiribû xizmeta vê zanistê. Gelek berhem û nivîsên wê yên ku zanista jinan vedikolin hene. Nagîhan bi xebat û têkoşîna xwe li çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li Rojava û Başûr deng veda, bû pêşenga jinên azadîxwaz. Li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê navendên Jineolojiyê ava kir û jinan di vê rêwîtiyê de bi pêş xist. Nagîhan bû îlhama têkoşînê ji hemû jinan re.

Nagîhan Akarsel bi sûîqesdek dewleta Tirk li bajarê Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê, di 4'ê Cotmeha 2022'an de hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da. Bi hebûn, berhem, nivîs, dilnizmiya xwe di nava jinan de dihat nasîn.

Bi hest raman û kenê xwe ket dilê hemû jinan

Nagîhan Akarsel di nava civaka Êzidî de bi taybetî di nava jinan de jî bi ken, hest û ramanên xwe dihat nasîn û ket dilê hemû jinan. Li ser dîroka Êzidiyan û Êzidîxane lêkolîn kir. Bi armanca domandina xebat û têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel di salvegera wê ya duyem de li Şenaglê bi awayek fermî Akademiya Jineolojiyê hat avakirin.

Li ser mîrata Nagîhan Akarsel Akademiya Jineoelojiyê hat vekirin

Akademiyê salek bi xebat û têkoşîn li dû xwe hiştiye. Di nava salek de li sernaserê Şengalê semîner, perwerde û civîn hatin lidarxistin û civak li ser zanista jin û jiyanê hat birêxistinkirin. Her wiha ji bo pênasekirin û danasîna dîroka Êzidiyan, bawerî û ola wê lêkolînên xwe berdewam dike. Akademî ji bo danasîna Jineolojiyê di nava civakê de du caran broşuran belav kiriye. Jinên Êzidî eleqeyek mezin nîşanî xebatên akademiyê dane. Di heman demê de ji bo berfirehkirina vê xebatê endamên akademiyê têkoşîna xwe didomînin û li riya ku Nagîhan li dû xwe hiştiye dimeşin.

Endama Komîteya Jineolojî ya Şengalê Sara Botan der barê salvegera 3'yemîn a şehadeta Nagîhan Akarsel û 2'yemîn salvegera avakirina Akademiya Jineolojiyê ya li Şengalê, ji ajansa me re axivî û behsa domandina têkoşîn û xebatên xwe li ser şopa şehîd Nagîhan Akarsel kir.

'Nagîhanê bingeha avakirina Jineolojiyê li Şengalê ava kir'

Sara Botan di şexsê têkoşer Nagîhan Akarsel de hemû pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha dest bi gotinên xwe kir: "Şehadet û windabûna kesayeteke weke têkoşer Nagîhan Akarsel ji bo hemû jinan bi taybetî ji bo jinên Êzidî gelek bi êş û cuda bû. Di nava rêwîtiya xwe ya azadiyê de Nagîhan berê xwe dabû Şengalê jî û ji jinên Êzidî re eleqeyek mezin nîşan dabû. Dîrok û têkoşîna gelê Êzidî lêkolîn dikir û hest û ramanên xwe bi jinan re parve dikir. Nagîhan Akarsel bingeha avakirina jineolojiyê û belavkirina vê zanistê di nava civaka Êzidî de danî."

'Ji bo domandina xebatên Nagîhan Akarsel akademî hat avakirin'

Sara Botan destnîşan kir ku di duyemîn salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel de Akademiya  Jineolojî ya Şengalê hatiye avakirin û weke bersivek ji dagirkeriyê re bûye, bi van gotinan axaftina xwe domand: "Bi armanca şopandina rê û xebatên Nagîhan Akarsel me ev akademî vekir û bû du sal em kar û xebatên xwe li ser bingeha zanakirin û hişyarkirina jinan û civakê, danasîna jineolojiyê bi wan û berfirehkirina xebatên ku hevala Nagîhan dabû destpêkirin, didome. Bi hedefgirtina Nagîhan Akarsel de xwestin derbeyek li rêwîtiya azadiya jinan bidin, da ku ew di riya azadiyê de gavan paşve bavêjin."

'Nagîhan mîrateyek ji azadî û berxwedanê li dû xwe hişt'

Sara Botan di nava gotinên xwe de diyar kir ku armanca hêzên dagirker bi kuştina şehîd Nagîhan Akarsel bi ser neketiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Hêzên dagirker di serî de dewleta Tirk xwest careke din dîroka koletiya jinan û bindestkirina wê bi armancgirtina kesayeta Nagîhan Akarsel vegerîne lê ew bi ser neketin. Beravajî vê jinan têkoşîna xwe xurtir kirin gavên ber bi azadiyê ve zêde kirin û ji qetilkirina pêşengên xwe hêza têkoşînê girtin. Nagîhan mîratek ji azadî û berxwedanê ji hemû jinan re hişt. Ew ji bo pêşxistina zanista jin û jiyanê her wiha pêşxistina zanebûna jinan kedek mezin da."

Bi têkoşînê dê xwedî li keda Rêber Apo û Nagîhan Akrsel derkevin

Sara Botan der barê kar û xebatên Akademiya Jineolojiyê di nava civaka Êzidî de wiha axivî: "Akademî salek tijî ked û mîras li pey xwe hişt. Ew lêkolînên xwe der barê zanista jinan di nava civaka Êzidî de didomîne. Ji bo ku em xwedî li mîrata hevala Nagîhan Akarsel derkevin me ev akademî ava kir. Bi xebat û têkoşîna xwe em ê xwedî li keda Rêber Apo û Nagîhanan derkevin. Bersiva me ji dijminên jinan re ew e ku em ê tu carî bi şehadeta jinan lawaz nakevin û teslîmî siyasetên otorîter nabin."

'Em li ser xetê Nagîhan û Sarayan dimeşin'

Sara Botan di dawiya gotinên xwe de soza têkoşînê dubare kir û got: "Bi hezaran weke Nagîhan di riya heqîqet û azadiyê de hatine hedefgirtin. Em jî bi rêwîtiya van jinan serbilind in. Di heman demê de em pêşenga xwe Sakîna Cansiz jî bi hurmet bi bîr tînin, ji ber ku wê jî di vê riyê de pêşengî kir û zanista jinan da nasîn. Em soza xwe bi Rêber Apo û hemû pakrewanên azadiyê re nû dikin diyar dikin dê xebat bimeşe heta em bigihîjînin serkeftin û azadiyê."