Jin li Dêrsimê meşiyan: Yên li ber xwe didin wê bi ser bikevin
Jinên li Dêrsimê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li hev civiyan, heta şaredariyê meşiyan û diyar kirin ku jin wê jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin û peyama "Yên li berxwe didin wê bi ser bikevin" dan.
Dersîm- Platforma Jinan a Dersimê li dijî tayînkirina qeyûman, bi dirûşma “Bajarê me, nasnameya me, îradeya me ên me ne. Dê qeyûm bi têkoşîna me biçin” meşê li dar xistin. Jin, ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan. Di meşê de dovîzên “Berxwedan dê bidome, silav ji azadiyê re”, “Jin, jiyan, azadî”, “Her tişt ji bo azadiyê” û “Gulistan Doku li ku ye?” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em natirsin û serî natewînin”, “Qeyûm bicehime, şaredarî yên me ne” û “Serok Bîrsen rûmeta me ye” berz kirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal jî tevlî meşê bûn.
‘Gelê me jî her carê îradeya xwe nîşan da’
Jin, ji ewil li pêşiya şaredariya bi bariyeran hatiye dorpêçkirî sekinînin û daxuyanî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û wiha got: “Hewl didin bi xespkirina îradeya gel bi ser kevin. Ji dîrokê ve xelkê Dersimê gelek Muaviye, Yezîd û Fîrewn dîtin. Xelkê Dersimê seknekî Huseynî raber kir û nasname û eslê xwe parast. Bedela vê jî pir giran da. Di 38’an de 70 hezar kesên bêcang binax kir. Muqtedîrên vî welatî naxwazin dev ji zilmê berdin. Zîhniyeta 38 pêk anî û ya li çar aliyên Kurdistanê qeyûman tayîn dike heman zîhniyet e. Îktîdareke bi hiqûqa dijminatiyê nêzî kurdan, elewiyan û jinan dibe heye. Me li dijî wan tu caran paşvegav neavêt. Bû cara sêyemîn îradeya gelê me xesp dikin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser nobeta li dijî xespkirina îradeyê hatiye destpêkirin û got ku ji 7 salî heta 70’ê salî gelê Dersimê li ser pêyan e. Gulistan Kiliç Koçyîgît wiha domand: “Em ê ji vir û şûnde jî li ser pêya bin. Qeyûm efendî şaredarî bi bloqên betonê dorpêç kiriye. Çima? Ji ber ku ew jî dizane rewa nîne û gel dizekan naxwaze. Ev çiya, Munzur pîroziyên me ne. Di her bihosta vê xakê de hestiyên mirovên me hene. Her Dersimî dê li dijî vê zîhniyeta Yezîd sekna xwe raber bike û rê nede wan. Em ê li dijî derbeyê, qeyûman li ber xwe bidin. Dê gelê me, Dersim û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi ser kevin. Em ê welatekî wekhev, azad, demokratîk û di nava aştiyê de ava bikin.”
Piştî daxuyaniyê, jin ber bi Qada Seyîd Riza ve meşiyan.
‘Xespkirina îradeya gel, sûcê herî mezin e’
Li Qada Seyîd Riza ji ewil siyasetmedar Sebahat Tuncel axivî û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de em ê îro li ser tundiya ser jinê, rêyên çareseriyê, girîngiya pergala hevserokatiyê û hwd. biaxiviyan. Em nikarin biaxivin ji ber ku îradeya me ya siyasî hate xespkirin. Bi sepana qeyûm re îradeya gel xesp dikin. Jin jî li dijî vê îtîraz dikin. Xespkirina îradeya gel, sûcê herî mezin e. Ev ne tenê meseleya Dersim û Mêrdînê ye. Em ê xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Dersim, dîroka êş û berxwedanê ye. Dîroka dijderketina li hemberî zilmê ye. Sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê ne. Em dixwazin bi ziman û nasnameya xwe bijîn. Dersim, bajarê elewiyan, kurdan û sosyalîstan e. Weke jin em dibêjin êdî bes e. Em ê serî li ber tundiyên siyasî û aborî nedanin. Em ê bi hev re jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.”
‘Em li dijî tundiya qeyûma a îktîdara AKP’ê her roj li ber xwe didin’
Parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca jî diyar kir ku ew ji bo jiyana xwe, ji bo pêşeroja welêt, li dijî tundiya qeyûma a îktîdara AKP’ê her roj li ber xwe didin. Sevda Karaca anî ziman ku “jin, jiyan, azadî” hêrsa wan e û bila ev hêrsa wan her tim tirsa dilê qeyûm be.
‘Dê heqîqet li dijî tarîtiyê bi ser keve’
Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan jî berxwedana gelê Dersimê silav kir û got: “Dê heqîqet li dijî tarîtiyê bi ser keve. Hûn dê li hemberî Dersimê têk biçin. Ya ku hûn dikin, eyb e, şerm e, zilm e. Ma we karî serî bidin tewandin? We nekarî û dê nekarin. Hûn ê di bin wan dîwarên hûn xwe li pişt vedişêrin bên binaxkirin. Dê jin gotina herî dawî ya sedsala 21’emîn bikin, em ê bi ser kevin. Dê kesên li ber xwe didin bi ser kevin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.