Jin Jiyan Azadî: Vegotineke nû ya femînîst herêmê ji nû ve diafirîne

Çalakvana Iraqî Dîna Taî destnîşan kir ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" projeyek rizgariya bingehîn pêşkêş dike, têkoşîna femînîst bi têkoşîna çînî ve girêdide û jinan wekî pêşengên guhertinê bicîh dike.

Navenda Nûçeyan – Sê sal berê, kêliyek ji zilmê serhildanek da destpêkirin. Mirina Jîna Emînî ji bûyerekê bêtir bû; wê kûrahiya nakokiyên avahîsaziyê yên di nav rejîma Îranê de eşkere kir û pêlek hêrsa femînîst ji Tehranê heta Bexdayê, ji Kurdistanê heta Beyrûtê da destpêkirin. Dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" ne tenê qîrînek bû ku li kolanan deng vedida; bû felsefeyek berxwedanê, vegotinek femînîst ku têkoşîna çînî bi rizgariya ji serdestiya baviksalar ve girêdide.
Çalakvana Iraqî Dîna Taî di salvegera 3’yemîn a serhildana “Jin Jiyan Azadî” de rewşa jinan û rola wan a di pêşengtiya civakê de nirxand. Dîna li ser pirsa “Îro salvegera sêyemîn a serhildana Jina Emînî ye. Ev ne tenê xwepêşandanek bû; di dîroka siyasî û civakî ya jinên herêmê de kêliyek girîng bû. Hûn vê salvegerê çawa şîrove dikin?” wiha got: Bi rêzgirtina ji bo giyanê Jîna Emînî, ez di salvegera sêyemîn a vê serhildanê de silav li hemû jinên berxwedêr dikim. Ev bûyerek demkî nebû; wê avahiya baviksalar û olî ya kûr a dewleta Îranê û her wiha nakokiyên wê yên bi berjewendiyên çînî yên cuda ve girêdayî eşkere kir. Mirina Jîna Emînî nikare tenê mîna pirsgirêkek serpoşê bê dîtin. Serpoş di rûyê de dibe ku bê wate xuya bike, lê di çarçoveya Îranê de fonksiyonek îdeolojîk hildigre. Ew amûra hegemonya çandî ya rejîmê ye; ew ne tenê cil û berg e, her wiha amûrek ji bo kontrolkirina civakê ye jî. Ji ber vê yekê polîsên ehlaqî hene. Serhildana Jîna Emînî berxwedanek sembolîk bû li hember vê kontrola hegemonîk. Derketina jinan a kolanan, çi bi serpoş be çi bê serpoş be, îfadeya redkirina wan a vê zilmê û hişmendiya wan bû ku heman trajediyê dikare dîsa biqewime.”
‘Jîna Emînî dilopa dawî bû’
Dîna Taî destnîşan kir ku kokên vê serhildanê vedigerin damezrandina rejîmê û wiha pê de çû: “Wekî her rejîmê, dijberî hebû û berxwedan di salan de kom bû. Carna sekinîn, dûv re teqîn... Jîna Emînî dilopa dawî bû. Niheqî, sînordarkirinên li ser azadiyê û kontrola civakî ev serhildan gur kirin. Wekî ku Engels di "Çavkaniya Malbat, Milkê Taybet û Dewletê" de gotiye, dewlet bi domandina serdestiya xwe li ser jinan avahiya xwe ya zordar diparêze.”
‘Jin bingeha serhildanê ne jî’
Dîna Taî destnîşan kir ku dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” di sê salên dawî de êdî dengek tenê herêmî nebûye û veguheriye bangek gerdûnî. Dîna da zanîn ku ji Îranê heta Iraqê, ji Sûriyeyê heta Tirkiyeyê û ji wir heta Ewropa û Bakurê Afrîkayê deng vedaye û wiha got: “Ev belavbûn ne tenê hêza dirûşmeyê, di heman demê de ruhê berxwedanê jî nîşan dide ku ramana femînîst bi awayekî radîkal nû kiriye. Ez vê dirûşmeyê bi perspektîfek çepgir şîrove dikim. Berovajî femînîzma lîberal, mesele li vir ne tenê temsîlkirina jinan a di saziyên dewletê de ye, her wiha projeyek rizgariya civakî û bingehîn e jî. Jin ne tenê mijarên civakî ne, bingeha serhildanê ne jî.”
‘Ev dirûşme ji bo veguherîna radîkal a civakê ramanek rizgarîxwaz a femînîst e’
Dîna Taî diyar kir ku bêyî jinan tu şoreş bi ser neketiye û wiha pê de çû: “Jiyan, wekî ku Adorno got, 'redkirina koletiya rojane ye.' Jiyan li vir ne tenê hebûna biyolojîk e, berxwedana li hember zordariya rojane, li hember serdestiya ku ji malbatê heta dewletê dirêj dibe. Lê belê, 'Azadî' ne tenê azadiya takekesî ye, di heman demê de azadiya civakî ye, nemaze azadiyek ku bi rizgariya çînên bindest re yekbûyî ye. Ev ne tenê meseleya serfiraziya aborî ye, di heman demê de rizgariya ji koletiyê ye jî. Wekî ku Virginia Woolf got, ger jinek 'odeyek xwe hebe', ew hildiberîne. Ev yek tîne bîra me ku serxwebûna aborî bi tena serê xwe têr nake û azadî kûrtir e. Di dawiyê de, ev slogan ne daxwazek sînorkirî ya mafan e, ramanek rizgarîxwaz a femînîst e ji bo veguherîna radîkal a civakê.” 
‘Jinên Iraqî, mîna jinên Îranî, li ber xwe didin’
Dîna Taî bi bîr xist ku laşê jinê di dîrokê de amûrek ji bo hilberandina desthilatdariyê bûye û wiha got: “Li Îranê ol hatiye bikaranîn, lê li Iraqê adetên civakî hatine bikaranîn. Li Iraqê qanûn jinan ji bêserûberiya adetan naparêzin; li Îranê, zexta qanûnî ya rasterast tê sepandin. Ev dişibe vê rastiyê ku her du jî kontrola baviksalar bi heman tundiyê didomînin. Qanûnên rewşa kesane li Iraqê jinan di malê de sînordar dikin, zewaca zarokan bipêş dixin û hişmendiya femînîst kêm dikin. Tevî van hemû zextan jinên Iraqî, mîna jinên Îranî, li ber xwe didin.”
‘Berxwedana jinên Îranî ev dîwarê tirsê hilweşand’
Dîna Taî silavên xwe ji bo jinên Îranî şand û anî ziman ku wan ev dirûşme li seranserê cîhanê belav kirine. Dîna Taî destnîşan kir ku ev, ne tenê hevgirtineke sembolîk bûye û wiha got: “Ew hevgirtineke rastîn bû ku ji êşa hevpar a ku em tev pê re rû bi rû dimînin çêbû. Jinên li Iraq, Kurdistan, Sûriye û Lubnanê bi heman rêbazan tên tepeserkirin: têgeha rûmetê, kontrola ehlaqî û kontrola fîzîkî. Lê berxwedana jinên Îranî ev dîwarê tirsê hilweşand û ji jinan re got ku 'têkoşîn mimkun e.' Vê cesaretê hişt ku jinên li herêmê jî rabin ser piyan.”
‘Serhildanek nû û mezintir neçar e’
Dîna Taî diyar kir ku serhildan li herêman bi nisbetî bêdeng bûbe û got ku lê ev ne dawî ye. Dîna Taî anî ziman ku kiryarên sembolîk ên wekî berdana serpoşên jinan nîşan didin ku serhildan berdewam dike û wiha got: “Konferansên navneteweyî û kombûna jinan li herêmê îspat dikin ku ev têkoşîn berdewam dike. Di nav krîza navxweyî ya Îranê û pevçûnên herêmî de, fikara rejîmê zêde dibe. Heta ku reform neyên bicîhkirin, serhildanek nû û mezintir neçar e.”
‘Azadiya gelan bêyî azadiya jinan ne mumkin e’
Dîna Taî li ser pirsa “Gelo vê serhildanê vegotineke femînîst afirand?” jî bersivek wiha da: “Bê guman. Ev vegotineke nû ya têkoşîna femînîst a li herêmê ye. Vegotineke populîst û kûr-kokdar ku rizgariya jinan bi têkoşîna çînî re dike yek, femînîzma lîberal derbas dike. Ev tevgereke rizgariya jinan e ku di nav şer, qirkirin û wêrankirinê de rabû. Îro, jin li seranserê cîhanê di eniyên pêşîn ên xwepêşandanan de ne. Azadiya gelan bêyî azadiya jinan ne mumkin e. Îro, ez hemû jinan, şehîdan, girtiyan û yên ku li ber xwe didin silav dikim."