‘Jin Jiyan Azadî mîrateya Sakîne, Fîdan û Leylayan e’
Rêvebera Mala Jinê ya kantona Firatê Semîra Mihemed got “Felsefeya Jin Jiyan Azadî mîrateya Sakîne, Fîdan û Leylayan e” û destnîşan kir ku ewê têkoşîna wan bilind bikin.
NÛRŞAN EBDÎ
Kobanî – Di 9’ê Çileya 2013’an de her sê jinên çalak û tekoşerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemaz ji aliyê dewleta tirk ve li paytext Parîsa Fransayê hatin qetilkirin. Di 12’emîn salvegera komkujiya Parîsê de Rêvebera Mala Jinê ya kantona Firatê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Mihemed Elî anî ziman ku têkoşîna her sê şoreşgeran ronahiyê dide têkoşîna wan û dê ala wan a berxwedanê bi serkeftinê tacîdar bikin.
Semîra Elî di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser armancgirtina jinên di nava civakê de pêşeng in û wiha got: “Her sê tekoşerên jin di nav civakê de xwedî bandorek mezin bûn û pêşengtiya jinan dikirin. Ji ber ku dewleta tirk li hember jinên pêşeng xwedî helwesteke dijminane ye, wan dike armancên xwe. Di encama vê feraseta mêtînger de sê pêşeng û tekoşerên jin şehîd bûn. Bi hezaran salan e ku dewleta tirk a dagirker dixwaze feraset û siyaseta xwe ya mêtîngeriyê li ser Kurdistanê bi taybetî jî li ser jina Kurd ferz bike. Ne tenê jinên ku di qada leşkerî de dixebitin dibin hedefên dewleta tirk, jinên ku di nava civakê de rola xwe dilîzin û ji bo avakirina civakek azad têdikoşin jî, dibin armanca dagirkeriyê.”
‘Bi tekoşîna xwe pirek ava kirin’
Semîra Elî destnîşan kir ku her sê jinên pêşeng bandorek mezin li ser kesayeta wê kirine û wiha pê de çû: “Tekoşer Sakîne Cansiz di hemû qadên civakî, siyasî, çandî û diplomatîk de pêşeng û rêvebera jinan bû. Bi fikr û ramanên Rêber Apo ew karîbû bikeve her malekê û jinê birêxistin bike. Ez yek ji wan jinan im ku bi kesayeta Sakîne Cansiz bandor bûne. Di heman demê de Fîdan û Leyla jî di qada dîplomatîk de xwedî bandor û hêz bûn. Her wiha bi têkoşîna xwe, di nav forumên navneteweyî de pirek ava kirin. Ji ber vê yekê bi rêya îstixbarata Tirkiyê hatin qetilkirin.”
‘Jin Jiyan Azadî mîrateya Sakîne, Fîdan û Leylayan e’
Semîra Elî eşkere kir ku tu dewlet qebûl nake ku jin di civakê de pêşeng û rêveber be û wiha berdewam kir: “Tevî ku Fransa bi îstixbarata xwe xurt e û kaşo bi demokrasiyê tê nasîn jî, tê de sê pêşeng û tekoşerên jin bi destê îstixbaratên delweta tirk hatin qetilkirin. Ev tê wê wateyê ku tu dewletek pêşengtiya jinê û rêveberiya wê di nava civakê de qebûl nekiriye. Heya niha Fransayê rastiya komkujiya yekem eşkere nekiriye û carek din komkujî di dewletê wê de di nav bêdengiyekê de, pêk hat. Hedefgirtina jinê nikare îradeya me lawaz bike. Tevî ne qebûlkirina rola jinê ya di nava civakê de jî, jinan karîbûn bi slogana “Jin Jiyan Azadî” dengê xwe bighînin hemû dinyayê. Ev dirûşme mîrata xwe ji têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyleyan digire û ber bi dinyayê ve belav dibe. Tevî hewildana tunekirina nasnameya jinan, jin karîbû hebûn û rola xwe di civakê de biparêze û bibe pêşeng. Jin bi tekoşîna xwe dîrokê dinvîsin. Her sê tekoşerên jin ji me re bûne sembola azadî û fikira azad. Em xeta tekoşîna Sakîne û rêhevalên wê bilind dikin.”
‘Tekoşîna jinan siyaseta faşîzma dewleta tirk nîşanî dinyayê da’
Semîra Elî destnîşan kir ku her tim gelê Kurd di komkujiyên qirkirinê re derbas bûye û divê li ser xeta pakrewanan ala berxwedanê bê bilindkirin. Semîra bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta tirk a dagirker bi rêya komkujiyên qirkirinê her tim hewl daye ku gelê Kurd tune bike. Ji komkujiya Parîsê bigire heya Dêrîk û Kobaniyê û gelek komikujiyên din, asta hovîtiya wî eşkere dike. Ji bo parastina axa xwe ji dagirkeriyê, jinan xwe feda kirine. Bi van kiryaran dîroka dewleta tirk a dagirker û siyasetên wê bi têkoşîna jinan ji cîhanê re tên eşkerekirin. Di meşandina ser rêya pakrewanan em bi biryar in û em ê ala berxwedanê bilind bikin.”