"Jin jiyan azadî heqîqeteke felsefî û dîrokî ye"
Endama Akademiya Jineolojî Denîz Firat têkildarî têgînên jin, jiyan, azadî wiha got: "Rêber Apo bi sê têgehan felsefeyeke jiyanê bi pêş xist, li hemberî pirsigirêkên ku bi deh hezaran salan e civak dijîn, çareseriyê nîşan da."
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Dirûşma jin, jiyan, azadî ku yekem car li Kurdistanê hat bikaranîn, bi taybetî jî ji aliyê jinan ve bûye dirûşma jiyan, têkoşîn û serkeftinê. Ji vê zêdetir a niha bi vê pêvajoyê re êdî di asta cîhanî de jî bi zimanê Kurdî û gelek zimanên din tên bikaranîn û ev felsefe li tevahî cîhanê bûye felsefeya bingehîn a têkoşîna li dijî hişmendiya mêr-dewletê.
Endama Akademiya Jineolojî Denîz Firat têkildarî vê mijarê ji ajansa me re nirxandin kir.
"Rêber Apo bi van gotinan heqîqeta civakê pênase dike"
Denîz Firat di destpêkê de wiha behsa derketina van peyvan kir û got: "Ji bo pênaseya peyv ango têgînên jin, jiyan, azadî ku di dema dawiyê de bûye rojev divê mirov koka wê ya dîrokî jî bîne ziman ku aliyên wê yên felsefî, zanistî û civakî hene. Rêber Apo di encama lêgerîna li heqîqeteke dîrokî, civakî û sosyolojîk de pênaseya van têgehan tîne ziman. Ji ber vê ev şîrove heqîqeta jinan û civakê îfade dike. Ji aliyê jin û civakê ve kûrbûyînek da avakirin, civak çawa winda bû, jin çawa şikest, di encama şikestina jinan de çi ji jiyanê û ekolojiyê hat, heqîqeta civakê ber bi ku ve çû, gihîşt kîjan astê. Dema ku Rêber Apo li ser bingeha tiştên me anîn ziman dikeve nava dîrokê, digihîje wê encamê ku di roja îro de xirabûna civakê ji ber şikandina jinan e, di herikîna jiyanê de rengê jinan tune ye, civakeke ku ji jinan hatibe qutkirin ber bi rûxandinê ve diçe, çareseriya van xalan bi gihandina jinan a azadiyê pêkan e. Ji lewre Rêber Apo van peyvan, weke çareseriya heqîqeta dîrokê û civakê pêşkêş dike."
"Sê têgîn in lê felsefeyeke jiyanê ye"
Denîz Firat bal li ser kişand ku vegotina jin, jiyan, azadî pênaseya heqîqetê ye û wiha pêl da axaftinên xwe: "Têgîna azadî, mirovên resen û heta roja îro jî gelek şîroveyan bi xwe re tîne. Her wiha têgîneke cureyî ye ku gelek wateyan bi xwe re tîne. Lê di bingehê de, dema mirov hewl bide hebûn, enerjî û fikrên xwe ji qaliban derbixe û vegere xwebûna xwe, ji vê lêgerînê re pênaseya azadî tê bikaranîn. Dema ku ev têgîn tên gel hev, nirxandineke gelek kûr derdikeve ku pirsgirêk li ser vê axa tê jiyîn, tê de jiyan hatiye windakirin, civakbûn xira bûye û nasnameya jinan şikestiye. Ji lewre felsefeyeke wisa derdikeve ku jin, jiyan, azadî, jiyana bi jinan xwe gihandiye azadiyê re û xwe ji qalibên lê hatine barkirin derxistiye, rave dike."
"Xwedîderketina li pênaseya Rêber Apo heqîqetê piştrast dike"
Denîz Firat bal kişand ser xwedîderketin û bikaranîna peyvên jin, jiyan, azadî û got: "Piştî ku pênaseya Rêber Apo li Kurdistanê bi pêş ket êdî ev têgeh bi rengekî mezin tên bikaranîn. Ji bo me jinên Kurd ev ne pênaseyeke nû ye ku niha ev têgeh ketine rojeva jinên cîhanê, ji ber gelek jinên Kurd xwe pê dan naskirin û di dema lêgerînên li heqîqetê de ev têgeh bûn bersiv. Ji lewre mirov dikare bibêje, têgînên jin, jiyan, azadî ji bo me jinên Kurd bûne şêwaz û çandeke jiyanê. Bi taybetî jî her ku diçe hem bi bîrdoziya Rêber Apo û zanista Jineolojî re, hem dema ku zext li ser hebûna jinan tê kirin û jiyana civakê dikeve xeterê, ev pênase ji aliyê gel ve derdikeve. Rêber Apo heqîqeteke girêdayî civakê ji bingeheke dîrokî anî û bi zanistê re kir yek û pêşkêşî civakê kir."
"Jin jiyan azadî felsefeya sedsala 21’emîn e"
Endama Akademiya Jineolojî Denîz Firat axaftina xwe bi van nirxandinan bi dawî kir: "Pênaseya li ser jin, jiyan û civakê ji aliyê gelek kesan ve hatiye kirin lê civakê û jinan bi taybetî şiroveyên Rêber Apo girtin û hembêz kirin. Di roja îro de jî bi qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Nagîhan Akarsel li Başûrê Kurdistanê her wiha bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di her meş, mitîng, şahî, mihrîcan, daxuyanî û civînan de dirûşma "Jin, jiyan, azadî" tê berzkirin. Her wiha jinên ji pêkhateyên din jî vê dirûşmê bi rengekî aktîf bi kar tînin û xwedî lê derdikevin. Ev di vê astê êdî gihîşt pêvajoyeke cîhanî jî. Jinên ji netew û nasnameyên cuda li ser asta cîhanê êdî vê dirûşmê bi kar tînin. Li ser vê bingehê em digihîjin vê encamê, heqîqeta jin û jiyanê ku li Rojhilata Navîn hatibû veşartin, Rêber Apo ronî kir û bi pênaseyek da me, gel xwedî lê derket û jinan hembêz kir. Ev pênase êdî bingeha xwe girtiye, şîroveyeke bi rih û can e, xwe bi civakê re kiriye beden û wê di dema pêş de bibe felsefeya jiyana azad a sedsala 21`emîn. Wê ev felsefe bi zanista Jineolojî re bi pêş bikeve û bi têgînin jin, jiyan, azadî re mayînde bibe."