Jin jiyan azadî êdî ne dirûşm e armanc e

Piştî derbasbûna çil rojan di ser kuştina Jîna Emînî de li bajarê Sineyê careke din dirûşma “Jin jiyan azadî bilind bû, bajar bû keleha serhildana li dijî desthilatdaran.

Sine – Li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê di çilemîn roja kuştina Jîna Emînî de li kolan û taxên bajêr dest bi greva giştî û xwepêşandanan kirin.

Xelkê bajarê Sineyê di 26’ê Cotmehê de bi vêxistina agir û avêtina keviran li nav kolanan dest bi serhildana xwe kirin. Tevî bikaranîna gaza rondikrêj ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, xelk li pişt deriyan bûn ji bo alîkariya xwepêşanderan bikin û li taxekê gel dikaribû hejmareke xurt bixin malên xwe da ku wan biparêzin.

Şahidekî bûyerê ji ajansa me re wiha got: “Dema ku hêzên ewlehiyê êrîş kirin, cîranan çirayên xwe vemirandin, ji bo ku ew xortên xwe li wan girtibûn nebînin lê hêzên ewlehiyê bi darê zorê hin mal teftîş kirin û çend kes gulebaran kirin. Cîranekî xortekî birîndar bir mala xwe. Li kuçeyê tenê dengê çekan û qîrîna xortên ku ji aliyê polîsan ve dihatin lêdan dihat bihîstin. Li malên Mêhr Baharan jinan bi rakirina hîcabên xwe û qîrîna dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" gel kom kirin û dest bi çalakiyên protestoyê kirin.”