Jin ji bo reşnivîsa hevpeymana civakî ya jinan kom bûn

Di bin dirûşma “Bi hev re bi danîna hevpeymaneke civakî destkeftiyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin” Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist.

Hesekê - Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “bi hev re bi danîna hevpeymanek civakî destkeftiyên jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin” civînek bi tevlibûna 130 delege ji tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, endama kordînasyona meclisa jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Stêr Qasim axivî. Stêr Qasim da zanîn ku armanc ji hevpeymana civakî ya jinan rêxistinbûyîna hemû tevger û rêxistinên jinan û bi hev re parastina nirxên şoreşê ye û wiha axaftina xwe domand: “Şoreşa Rojava şoreşa jinan e, bi ked, têkoşîn û fedakariya jinan gelek destkeftî û pêşketin hatin bidestxistin. Armanc bi hevpeymana civakî ya jinan ew e ku em bi hev re karê xwe birêxistin bikin. Rêxistinbûyîn berhemên baş derdixe holê û serkeftinê misoger dike. Divê em di bin vê sîwanê de xwedî li destkeftiyên şoreşa jinan derkevin.”

Piştî danasîna Meclisa Jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ku di sala 2019’an de hat avakirin û rol û misyona wê, rapora rewşa siyasî hat xwendin û paşê li ser rewşa jinan nîqaşek berfireh hat meşandin.

 ‘Hevpeymana civakî ya jinan dê di têkoşîna jinan de bibe qonaxek nû’

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif a ku di civînê de axivî teqez kir ku li gorî benda 110 hevpeymana civakî ya giştî civîn tê lidarxistin û wiha got: “Hevpeymana civakî ya jinan pir girîng e. Pêwîstiya me bi hevpeymaneke civakî ya jinan ku mafên hemû jinan ji her pêkhateyê were parastin heye. Rêveberiya Xweser bi nêrîna azad û zanista jinan hat pêşxistin, di her saziyeke rêvberiyê de jin cih digrin lê pêwîstiya wan jinan bi rêxistinkirineke jinan heye ku mafên wan biparêze û bi rêxistin bike. Di hevpeymana civakî de ji sedî 50 me cih girt û gelek bend hebûn ji bo mafên jinan lê pêwistî hat dîtin ku hevpeymanek civakî ya jinan hebe. Ev gaveke dîrokî ye ku jin bikaribin xwedî li pêşeroja xwe derkevin. Ev qonaxeke nû ye di têkoşîna jinan de û em li tevahî jinan pîroz dikin. Gere em komîteyek teng ava bikin ku bi pênûsa jinan û zanista wê hevpeymanek civakî ya jinan were avakirin.”

Piştî nîqaşên di civînê de hatin meşandin ji bo reşnivîsa hevpeymana civakî ya jinan komîteya teng hat diyarkirin. Biryar hat girtin ku komîteya teng a reşnivîsa hevpeymana civakî ya jinan ji 30 jinan pêk bê.