Xizmên Windayan di hefteya 805’an ya çalakiya xwe de hatin ba hev

Li Amedê di hefteya 805’an ya çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de hate diyarkirin ku tevî îtîrafan aqûbeta Recaî Aydin ku ji aliyê JÎTEM ve hatî revandin nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – Li Amedê di çalakiya hefteya 805’an ya Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqubeta Recaî Aydin ê ku di 2'yê tîrmeha 1994'an de dema ji mala xwe ya li Amedê derket û çû cihê kar lê piştre êdî tu agahî jê nehat girtin, pirsîn. .

Divê bi komkujiya Zîlanê re hevrû bibin

Beriya daxuyaniyê  Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz axivî û diyar kir ku Tirkiye ji damezrandina Komarê ve bi nêzîkatiyeke yekperest tê birêvebirin û Tirkperestî esas hatiye girtin. Ercan Yilmaz salvegera Komkujiya Zîlanê bi bîrxist û got: "Em dixwazin diyar bikin ku ev komkujî ji feraseta komarê ya yekperest qut nîne.” Ercan Yilmaz destnîşan kir ku divê dewlet bi Komkujiya Zîlan re hevrû bibe.

Piştre Hevserokê SES’ê ya Şaxa Amedê Mehmet Nûr Ûlûs îşaret bi wê yekê kir ku di salên 1990’î de gelek mirovên kurd hatin windakirin û wiha got: “Hevalên min ên xebatkarên tenduristiyê jî hatin winda kirin û Recaî Aydin jî yek ji wan xebatkarên tenduristiyê ye. Em  ji bo tenduristiya gel têdikoşin û em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.” 

‘Tevî îtîrafan aqûbet nayê zanîn’

Piştî axaftinan Endama Komîsyona Windayan a ÎHD'a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya windakirina Recaî Aydin xwend. Berfîn Elçî ev tişt got:

“Recaî Aydin ku li navçeya Çinara Amedê bizîjktiyê dike, di 2’yê tîrmeha 1994’an de bi wesayîta xwe ji bo ku biçe cihê kar, derdikeve rê. Wesayîta wî li ser rêya Farqîn ku ne rêya wî ye, deriyên wê vekirî tê dîtin. Tevî ku malbata wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê û hemû saziyên fermî dan jî, der barê aqûbeta Aydin de agahî nehat girtin. Di sala 2005'an de kujerê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de îtiraf kiribû ku ‘Di nava kesên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine înfazkirin Recaî Aydin jî heye’. Tevî vê îtîraf û îfadeyê jî aqûbeta Recaî Aydin nayê zanîn û kiryar jî nehatine eşkerekirin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.