Jin dixwazin Abdullah Ocalan bibînin: Bi saya wî em xwe diparêzin
Jinên karker û xwendekarên Zanîngeha Rojava yên bajarê Til Temirê piştgirî dan Kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” û gotin “Bi saya wî em xwe diparêzin. Em ê rexnedayîna 26 salan bidin wî.”

SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Di 5’ê Hezîranê de Forûma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) dest bi kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim’ kirin. Kampanyaya ku heta niha dewam dike, li Kurdistanê û gelek welatên cîhanê deng vedide.
Têkildarî vê mijarê jinên bajarê Til Temira Kantona Cizîrê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nêrînên xwe parve kirin.
‘Xwezî derfet çêbe û em palpişta jinên Ereb û Aşûr bibînin’
Karkera di kooperatîfa nanê sêlê de dixebite û navê wê Fatima Abdullah Mihemed e, kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’ nirxand. Fatima daxwaza dîtina Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Xwezî derfet çêbibe û ez Rêber Apo bibînim. Ez gelek spasdar im jê re, ji ber ku em gihandin astên ku qet nediket xeyalên me. Rêber Apo gelek piştgirî da jinan, bi taybetî bi jinên Ereb û Aşûr re gelek bû alîkar. Ez bi hêvî me ku bi jinên giştî cîhanê re bibe alîkar. Tişta sereke ku em dixwazin ew e ku Rêber Apo fîzîkî azad bibe.”
Dixwaze çi ji Ocalan re bêje?
Fatima Mihemed daxwazên ku dê ji Ocalan bike wiha rêz kirin: “Wê hestekî neyê ziman be gava ku ez Ocalan bibînim. Tişta ku ez ê jê bixwazim ew e ku hîn bêtir jinên Ereb ber bi astên bilind û ewlehiyê ve bibe. Û têkoşîna xwe ranewestîne û me radestî aliyekî din neke. Em fêrî azadiyê bûne êdî, ji ber ku em gelek ku me tiştek nedizanî bû û bi taybetî jin bask şikestî bûn. Niha rewş cûda ye, jin zana bû û ketiye ser rêya têkoşîneke gelek alî. Mînaka herî nêz ez im, niha ez di kooperatîfeke aboriya xweser de dixebitim ku di demên me yên berê de ev qet çênedibû ku bibe. Tiştê herî zêde bala min kişand ew e ku Rêber Apo şewitandina karkerên di kargehên New Yorkê de qebûl nedikir. Rêbertî banga wekheviya jin û mêr dike, ji lewra niha jin serbixwe ye û wekî wê wekî mêr her du jî berhemdar in.”
Ji jinek Ereb sozek heta hetayê: Em ê bi Ocalan re bin
Fatima Mihemed got “Em ê heta hetayê bi Rêber Apo re têkoşînê bidomînin” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî bi Abdullah Ocalan re têkoşînê bimeşînin û li gel wî bin. Ez bi hêvî me ku em heta dawiyê yek dest û dil bimînin, wekî ku çawa niha em li ser vê rêkê bi hev re dimeşin.”
‘Behsa demokrasiyê dikin û Rêbertiya ji bo demokrasiyê têdikoşe girtî dihêlin’
Hedla Ebdilwehab ku hevjîna cangoriyê Kurdistanê yê bi navê Serhed e, pirsa “Rêbertî ji bo azadiya gelan wekheviya zayendan û parastina mirovatiyê têdikoşe, çawa 26 sal di girtîgehê de tê hiştin” kir û wiha pêl da gotinên xwe: “Demokrasiya Tirkiyeyê û dewletan li ku dimîne, gava ku heta niha Rêber Ocalan di girtîgeheke nav deryayê de hiştine? Em êdî naxwazin Rêberê xwe di girtîgehê de bibînin, an jî nameyek wî bigrin an jî parêzer hevdîtin pê re bikin. Ev hemû êdî ne têrker in. Pêwîst e ku em Rêbertiya xwe di nav xwe de azad bibînin.”
‘Jinên Rojava aştiyek rateqîn dixwazin’
Hedla Ebdilwehab gavneavêtina dewleta Tirk a li hember pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk bibîr xist û nerazîbûna xwe bi van gotinan anî ziman: “Dewleta Tirk li hember pêvajoya aştiyê, hîn êrîşên xwe yên li dijî gel û gerîla didomîne. Hemwextê wê jî êrîşên xwe yên li dijî jîngeha Kurdistanê ranewestandiye. Ava ku yek ji çavkaniyên jiyanê ye, li ser milyonan kesan qut kirine, heta niha bajarên me di bin dagirkeriyê de ye. Çiqasî Rêber Apo rê nîşan dan, lê hîn dewleta Tirk di cihê xwe de maye. Lê eger dewleta Tirk şer dixwaze jî em jê re amade ne, ger aştî be jî em dîsa amade ne. Daxwaza Tirkan a yek al û yek ziman nayê pejirandin. Jinên Rojava aştiyek rateqîn ne di bin maseyan û li ser rûpelan dixwazin. Li hember aştiya ku Ocalan banga wê dike, êrîşên dagirkeriyê didomin.”
‘Bila dewleta Tirk ji bajarên Kurdan vekişe’
Hedla Ebdilwehab balkişand ser gavên ku divê Tirkiye bavêje û wiha got: “Pêwîst e ku dagirkeriya Tirk çeteyên xwe bikşîne, bajarên me yên dagir kiriye vala bike, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û giştî bajarên din. Ev nebe, em ê careke din derkevin kolanan û daxwazên xwe nû bikin. Pêwîst e ku girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî berde. Ji lewra em îro sibe û heta dawiya temenê xwe jî dibêjin; em û zarokên xwe fedayî Rêber Apo ne.”
‘Ez çawa wî bibînim destpêkê ezê rexnedayîna 26 salan bidim’
Nêrgiz Şêxo dibêje ku wê heman beşê ku Rêber Abdullah Ocalan xwendibû hilbijartiye û dixwîne ew jî zanistên siyasî ye. Nêrgiz wiha got: “Îro, mafê me heye ku em wekî zarokên şoreşê û bi şoreşê re mezin bûn û di nav de bûn xwedî rol, Rêbertiya xwe bibînin. Hewcedariya me bi hevdîtina bi Rêber Apo re heye. Destpêka ku ez Rêber Apo bibînim ez ê li hember 26 salên ku di girtîgehê de maye, rexnedayina xwe bidim. Ya din spasiya xwe pêşkêşî wî bikim, ji ber ku îro bi saya keda wî îro em bi Kurdî dijîn û çanda xwe diparêzin.”
Nêrgiz ji bo xwendekarên jin ên ciwan û giştî ciwanan banga birêxistinbûyînê kir û wiha got: “Bila li hember êrîşên ku dixwazin wekî ciwan wan di karên xirab de bidin bikaranîn, hişyar bin. Pêwîst e li hember tundiyê xwe biparêzin û ji bo mafê xwe bêdeng nemînin, têbikoşin.”