Jin dê ji bo ‘Sala Malbatê’ ya desthilatiyê bersiva ‘Sala Azadiyê’ bidin - ANALİZ
Sala 2025’an ji aliyê Desthilatiya AKP’ê ve wek ‘Sala Malbatê’ hat diyarkirin. Her çiqas ev desthilatî jiyanek bi çar dîwaran û tundî ye layîqî jinan bibîne jî, jin bi biryar in ku ji bo jiyan, bedena xwe û zarokên xwe hemû qaliban û qedexeyan red bikin.
SARYA DENİZ
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan ji roja ku bûye desthilatdar heta niha ji gelên Tirkiyê re bi dehan ‘mizgîn’ ragihand. Piraniya van ‘mizgînan’ jî ji bo jinan bûn. Ji rêwîtiya ber bi heyvê ve bigre heta derxistina gaza xwezayî, ji xwedîkarkirina jinan heta teşwîqkirina zarokan bi gelek sernavan ‘desteyek mizgînî’ çêdibe. Herî dawî jî mizgîniya ‘Sala Malbatê’ da û aşkera kir ku ewê ji bo qenciya jinan, hinek sererastkirinan çêkin.
Salên borî jî Desthilatiya AKP’ê her salek bi tiştek binav kir û di Rojnameya Fermî de weşand. Got ‘Sala Mevlana, Sala Patara, Sala Yunus Emre’ û dawiyê jî par wek ‘Sala Malnişînan’ bidawî bû. Desthilatiyê di nav du heyamên dawî de gava ku nav li salan dike, berê xwe dide derdorên civakî. Piştî malnişînan, sala 2025’an wek ‘Sala Malbatê’ hat diyarkirin. Di civîna danasînê de, derbarê ‘Sala Malbatê’ de daxuyanî hatin dayîn. Di civînê de logoya ku nûneriya malbata ji dê, bav û sê zarokan pêk tê dike jî hat weşandin. Hedefên wekî pêşîgirtina li kêmbûna rêjeyên zewacê û pêşxistina zêdekirina nifûsê derketin pêş; tê famkirin ku plansaziya malbatek ku ji dê, bav û sê zarokan pêk tê, hatiye kirin.
Malbata bi 3 zarok
Di çarçoveya Sala Malbatê de Lijneya Bilind a Polîtîkayên Nifûsê ku ji Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî, Wezareta Karên Diyanetê, Saziya Îstatîstika Tirkiyê, zanîngeh û saziyên têkildar hatiye avakirin jî, civîna xwe ya yekem lidar xist. Daxuyaniyên ku piştî civîna yekem hatin dayîn jî balkêş bûn. Hat diyarkirin ku ewê lijne stratejiyên ji bo avabûna nifûsek bi tenduristî bipêş bixe û hat ragihandin ku ji bo domdariya rêjeyên zayînê û asta nûkirina nifûsê, ewê planên çalakiyan û nexşerê bên avakirin. Hat aşkerakirin ku ji bo teşwîqkirina avakirina malbatê, ewê destekên madî bidin bûk û zava, şêwirmendiya zewacê, ji bo kesên yekem car xanî distînin bernameyên avahiyên civakî, zêdekirina destûra ji bo zarokanînê, alîkariyên ji bo zarokanînê û xebata sivik a ji dûrî ve, çend ji mijarên ku hat aşkerakirin ewê bên nirxandin bûn. Hat diyarkirin ku ji bo jin bikaribin hem jiyana li malê hem jî li kar bi awayek tenduristî bidomînin û neçarî yek ji wan alternatîfan nebin, ewê modêlên xebatê bên pêşxistin. Di vir de, formulên ku jinan ji jiyana civakî dûr dixin, hatin bijartin. Kin û kurtasî, hewl didin pergalek wisa ava bikin ku jinê di malê de dîl digre, dixwaze jin zû bizewicin, herî kêm 3 zarokan bînin, bi hemû van tiştan re tevlî daheva malê û plansaziya jiyana kar jî bibin.
Jin di nav malbatê de tê qetilkirin
Di vê pêvajoya ku têgîna ‘Malbat’ ji her tiştî, ji hemû pênaseyan û ‘pîrozan’ mezintir te dîtin de jin li ku ye? Desthilatî gava ji bo jinan ‘rêya jiyanê’ xêz dike, gelo dewlet çi rol dilîze? Gelo girîng e ku jin çi dixwazin û çawa dixwazin? Li Tirkiyê bi salan e ku wezaret derbarê qetlîamên jinan de agahî nedane. Li gorî daneyên ku saziyên jinan û rêxistinên mafên mirovan tenê ji nûçeyên çapemeniyê berhev kirine; Li Tirkiyê di sala 2024’an de herî kêm 394 kes hatin qetilkirin, 259 kesan jî di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest dan. Tê diyarkirin ku di nava 14 salên dawî de yekem sala ku komkujiyên jinê kêm bûne, sala îmzekirina Peymana Stenbolê ye. Neparastina Jinan, kêmasiya polîtîkayên jinan, axaftinên bertek û dijminatî û biryarên darazê weke sedemên zêdebûna tundî û komkujiyan tên nîşandan.
Di civakek ku malbat evqas tê parastin de jin, li malên xwe yên ku mîna qadên bi ewlehî tên pênasekirin, tên qetilkirin. Kiryar, wek mêrê ku pê re zewicandî ne, bav, kur an jî xizmek tê tomarkirin. Komkujiyên jinan herî zêde di nav malbatê de çêdibin. Bi ser de tundî ne tenê jinan, zarokan jî hedef digre. Di sala 2024’an de 19 keçik ji aliyê bavê xwe ve hatin qetilkirin. 9 ji van zarokan, bi tevî dayîkên xwe ji jiyanê bêpar man.
Zarok zarokan tînin
Yek ji xalên bingehîn ên sala malbatê, bilezkirina zewaca li welêt, zêdekirina rêjeya zewacan û di heman demê de hewldana ji bo astengkirina hevberdanan e. Li welêt ji aliyê din ve jî bi van gotin û pêkanînan, pêşî li zewacên di temenê ciwan de tê vekirin. Di 11 mehên sala 2024’an de 209 zarok rastî tundiya zayendî ya cûr bi cûr a mêran hatin. Li gor daneyên TUİK’ê; hejmara zarokên ku temenê wan di navbera 15- 17 salî de ne lê zarok anîne dinê, 6 hezar û 505e. Hejmara zarokên temenê wan di bin 15 salî de ye û zarok anîne dinê jî, 130 ye. Ev tê wê wateyê ku zarok rastî destdirêjiyê hatine. Daneyên Wezareta Edaletê ya Tirk, nîşan didin ku li tevahiya Tirkiyê di aliyê lêpirsînên li dijî sûcên li hember zarokan pêk hatine de, di sala 2023'yan de li gorî 8 sal beriya xwe, du qat zêdebûn heye. Herî dawî li Zonguldakê derket holê ku zarokek 14 salî rastî destdirêjiyê hatiye û zarokek aniye dinê, ev agahî di çapemeniyê de cîh girt. Wezaretê di daxuyaniya xwe de destdirêjiyê piştrast kir, ragihand ku keçik û pitika xwe di bin sitara wan de ne, kiryar jî hatiye girtin. Di rojên dawî yên sala 2024’an de jî, li nexweşxaneyek Ceyhanê zarokek, li tuwaletê pitikek anî, lê nizanibû ku pitik aniye dinê.
Kedxwariya bê sînor a li ser zarokan
Yek ji armancên desthilatiyê jî ew e ku jin zêdetir karkeran bînin dinê. Gava ku vêya dikin, pêwîst e ku di heman demê de dayîkên wan jî di vê pergalê de bê parastin û ewlehî bixebitin. Her roj hejmara karkerên zarok ên li vî welatî zêde dibe, ev jî wek delîla vê hedefê ye. Li gor daneyên TÜİK’ê; rêjeya karkerên zarok ji sedî 22.1 e. Pêwîst e ku em nêzî 2 milyon zarokên MESEM'î yên li derveyê qeydan dixebitin jî, lê zêde bikin. Li Tirkiyê di sala 2024’an de 71 zarok li ser kar mirin. Kedxwariya bê sînor a li ser zarokan, her ku diçe zêdetir dibe. Desthilatî hewl dide ku zarokên her yek ji wan di nav xizaniyê de tên dinê, zêdetir asê biki. Ji bo vê yekê gavan davêje.
Zarokên keç bedêlên giran didin
Desthilatiya ku zorê dide ser zarokan da ku bixebitin, wan bi birçîbûn û xizaniyê re rû bi rû dihêle. Mirovan mehkûmî jiyana di bin sînorê xizanî û birçîbûnê de dikin. Bi ser de li welêt her ku diçe ev tablo girantir dibe. Di serdemek ku zarok nikarin perwerda xwe bidomînin, bi taybetî jî keçik bi awayê herî dijwar bedêla giran a vê jiyanê didin de, em di nûçeyan de dibînin ku mirov çawa ji birçînan li nav meydanê ji xwe diçin, mirov çawa ji bazarê destvala vedigerin, mirov ji bo ku li mala xwe tasek şorbe bikelînin çawa diqîrin. Li Antalyayê zarokek ku mala wan dişewite, dibêje “Me nebin nexweşxanê, pereyê dayîka min tuneye.” Ev gotin, mînak û kurteya herî berbiçav a tiştên diqewimin e.
Di Sala Malbatê de bername bidawî bû
Desthilatiya ku di sala 2025’an de xeyala avakirina malbatê dike, li hember vî wêneyî li gor xwe hewl dide ku çareseriyê wek alîkariyên civakî, zewac û pereyê ji bo zarokan tê dayîn, nîşan bide. Desthilatiya ku hewl dide mirovan hewceyî alîkariyên xwe bike, xuya ye ku ewê viya jî wek gefek bikar bîne. Ji aliyek ve navê salê tê danîn, ji aliyê din ve jî pereyên ji aliyê Wezareta Malbatê û Xizmetên Civakî ve di bin navê “Bernama Desteka ji bo Malbate” de hatin dayîn, bi fermana Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şimşek hatin bidawîkirin. Divê ev jî neyê jibîrkirin. Di demeke pir nêz de bername hat bidawîkirin, ev jî nîşan dide ku di mijara ‘Sala Malbatê’ de AKP çiqas jidil e. Ji aliyek ve jî kêmkirina alîkariyên civakî yên ku gelek malbat hewce ne, gaveke wisa giran e ku ewê ji bo malbatên xizan jiyanê dijwar bike.
Jin û pergala nû ya koletiyê
Desthilatiya ku sererastkirinên li dû hev çêdike, pêşî alîkariyan nîşan dide paşê jî paşve distîne, dixwaze teşe bide jinan. Hewl dide ku polîtikayên jinê di malê de dîl dikin, bi awayê herî ‘nûjen’ pratîze bike. Îsal yek ji projeyên herî girîng, tevlîbûna jinan a li xwedîkarbûnê ye. Baş e, lê çawa? Li gor Rapora Keda Jinê ya DİSK Genel-İş’ê ya Sala 2024’an; ji her 10 jinan tenê 3 jin dixebitin. Bêkariya jinan a li Tirkiyê, ji welatên Yekîtiya Avrûpayê û OECD’ê du qatîn zêdetir e. Ji 30,8’ê jinan, bê qeyd tên şixulandin. Dema ku jin û xebat tên ba hev, gotin dibin ‘kariyera dayîkbûnê.’ Ev demeke dirêj e ku xwedîkarbûna jinê bi awayê “jiyana kar a li gor malbatê” tê pênasekirin. Gavên vê yekê jî bi awayên cuda û hûrik hûrik hatin avêtin. Di vê pergala bê ewle, bê qeyd, bê sendîka, bê sîgorte, bi mûçeyek kêm, xebata ku tê wateya xebata bi navber, xebata serê her perçeyek pereyek a li malê, ji bo jinan awayê nû yê jiyana koletiyê ya di nav çar dîwaran de ye. Desthilatiya AKP’ê bi pêkanînên xwe yên di bin navê programê de, pergalek koletiyê ya nû ya ku ji her alî ve bi xwe ve girê dide, fermî dike.
Tiştên ku jinên Kurd dijîn
Di vê tabloyê de bi taybetî divê mirov li serpêhatiyên jinên li Kurdistanê binhêre. Li van bajarên ku xizaniya kûr bi rengê xwe yê herî balkêş tê jiyîn, jin ne tenê di gihandina pêdiviyên xwe yên herî bingehîn de, ji perwerdehiyê heta tenduristiyê tengasiyan dikişînin; nikare bigihîje jî. Mînak, li gor rapora “DE-RİN Xizanî Wek Pirsgirêka Mafên Mirovan, Şopandina Xizaniya Jin a Kurd li Wanê” ya sala 2024’an a ji aliyê Komeleya Star Jin ve hat weşandin, jin bi rûyê herî balkêş ê newekheviyê re rû bi rû ne. Her wiha ji ber nasnameya xwe rastî cudakariyê tên. Jinên ku ji bo zarokanînê diçin nexweşxanê, ji ber ku bijîşk tuneye, jiyana xwe ji dest didin. Ev tenê mînakek ji jiyana ku ‘dewlet’ ji bo jinên Kurd rewa dibîne ye. Li bajarên Kurdan ku polîtîkayên şerê taybet lê serdest in, kiryar di bin parastina dewletê de ne. Di konsepta 'malbata pîroz' a hikûmetê de cihê Kurd, jin, pîr û zarokan bi qasî sînorên wê ye. Yên ku wan sînoran ‘derbas dikin’ bi komkujî, binçavkirin û girtinan re rû bi rû ne. Jin dev ji têkoşînê bernadin.
Jinên ku xeta ev bi salan e Desthilatiya AKP-MHP’ê ji bo wan xêz kiriye red dikin, îro ji bo jiyana xwe têdikoşin. Digel hemû bangewaziyan mînak jin guh nadin gotinên ‘herî kêm 3 zarok’. Jin ji bo mafên xwe, ji qadan naçin. Jinên ku dixwazin xwedî gotin bin, çar dîwarên li malên xwe dişkênin û cîhê xwe yê di siyasetê de digirin. Desthilatiya ku wek yên li Afganistanê pencereyan qedexe dikin, li Îranê jinan ji kuçeyan vediqetînin, îro li Sûriyê qedexeyan didin pêşiya jinan difikire, ji bo ku jinan ji jiyanê dûr bigire, çi ji desta tê wî dike. Jin bi biryar in ku ji bo jiyana xwe, bedena xwe û pêşeroja zarokên xwe hemû qaliban bişkênin û qedexeyan red bikin.