Jin çawa li êrîşên HTŞ’ê li ser qada hunerê dinêrin?
Rêveber û xwendekarên Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn polîtîkayên HTŞ’a cîhadîst ên li dijî huner û hunermedan nirxandin, gotin ku ger çêkirina bedena tazî di qada hunerê de qedexe be wê nîşandana anatomiya bedena jinek qedexe bikin.

SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Ji dema ketina rejîma Baasê û hatina HTŞ’a cîhadîst ser desthilatdariyê, li dijî qada hunerê û hunermendan êrîş tên meşandin. Vê yekê bi û ji teşhîrkirina hunermendan bigre, heta şikandin û desteserkirina amûrên muzîkê dest pê kirin. Herî dawî jî li Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê bikaranîn û çêkirina “modelên tazî” bi biryarek ku di 17’ê Tebaxê de hatibû weşandin, hat qedexekirin.
Ev biryar rastî rexneyên hunermend û kesên ku di qada hunerê de cih digrin, hatin. Rêveber û xwendekarên beşa wêne û peykersaziyê yên Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn ev biryar rexne kirin û xeterên ku li benda Sûriyeyê ne bi bîr xistin.
‘Di Rojhilata Navîn de Sûriye yek ji dergûşên mirovahiyê ya girîng e’
Rêveberiya Giştî ya Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn Evîn Paşo got ku Sûriye yek ji dergûşên şaristaniya mirovahiyê ye û di Rojhilata Navîn de xwedî girîngiyeke dîrokî û siyasî ye û wiha pêl da gotinên xwe: “Ji lewre di dema hilweşîna rejîma Baasê de gel û her kes kêfxweş bûn gotin qey dê qeyd û zincîrên li ser mêjî, çav, ziman, guh û destên wan werin rakirin. Lê ya girîng ew e ku piştî rejîmê çi sîstem hat. Gelê Sûriyeyê bi rengbûna xwe ya neteweyî, olî û civakî tê naskirin. Ji lewre Sûriye bi akademîsyen, rewşenbîr û hunermedên ku di pêşketina civaka wê de rol lîstin, zengîn e.”
‘Azadiyê sînordar kirin û rê li ber parçebûna civakê vekirin’
Evîn Paşo mestirsiyên ji ber hatina HTŞ’ê li ser desthilatdariyê bi bîr xist û wiha sedemên wê anî ziman: “Dîroka HTŞ’ê ji bo hebûna gelê Sûriyeyê mestirsiyek cidî ye her wiha tecrubeyên rêvebirina bajarên Sûriyeyê jî bi mejiyekî olî yê hişk van mestirsiyan dixe pratîkê. HTŞ welat bi mêjiyê olî ango îslama radîkal birêve dibe. Ji lewre nehevsengiya di navbera ol û berjewendiyên giştî yên welat de dibe mijara nakokiyan. Bi xwe re stresên civakî û siyasî tîne û ewlehiya welat dixe nava xeteriyên mezintir. Bi mejiyê îslama radîkal birêvebirina Sûriyeyê, tê wateya sînorkirina azadiyê û rê li ber parçebûna civakê vedike.”
Hezkiriyên muzîkê dikujin û qadên hunerê yên perwerdeyên akademîk û zanistî digrin
Evîn Paşo qada hunerê wekî qada herî bêsînor û azad dibîne û wiha destnîşanî êrîşên HTŞ’a cîhadîst li ser qada hunerê kir: “Li gorî HTŞ’ê guhdarkirina muzîkê û perwerdeya bi awayên akademîk û zanistî guneh e. Di vê çarçoveyê de qada hunerê tevî hunermendan tê hedefgirtin û rastî êrîşan tê. Qadên perwerdeyê jî hatin girtin, yek jê Peymangeha Muzîkê ya Helebê bû. Hezkiriyên muzîkê tên kuştin. Mînak Tala ya biçûk a ku li kemanê dixist, li Suweydayê hat qetilkirin. Deverên dengê muzîkê jê bilind dibe rastî êrîşan tên û amûrên muzîkê tên desteserkirin.”
Xeterê li ser pêşeroja hunerê
Evîn Paşo qedexeya ku Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Şamê li ser çêkirina “modelên tazî” ku wê wekî li dijî exlaqê civaka îslamî pênase kiribûn, rexne kir û got: “Ev biryara qedexekirinê ji cehaletek zanistî hatiye, ji ber çêkirina modelên tazî xwedî gelek armanc û sedem in. Di destpêkê de peykerên modelên tazî xweşikbûn û kemaliyeta bedena mirov dide nîşandan. Aliyê wê yê din jî li dijî hişmendiya civakê ya ku porê jinekê û bedena mêrekî guneh dibînin, rêbazeke protestoyê ye.”
Evîn Paşo girêdana beşa hunerê û tendirustiyê di warê çêkirina bedenên tazî de anîn beramberî hev û wiha berdewam kir: “Aliyê wê yê perwerdeyê jî çêkirina bedena tazî di Fakulteyên Bijîşkî di beşa anatomî de jî heye ku ziraviyên bedena mirov fêr dibin. Anatomiya li fakulteyên bijîşkî tê çêkirin, heman fikra ku li fakulteya hunerên bedew bedena tazî jî tê çêkirin e, da ku detayên bedena mirov were dîtin û naskirin. Ji lewre ger li fakulteya hunerê qedexe dikin, ev tê wateya ku wê li ser fakulteya bijîşkî û xwendekarên wê jî qedexe bikin ku bedena jinekê anatomî bikin. Ev hemû jî xeterê li ser pêşeroja hunerê û bijîşkiyê çêdike.”
‘Dixwazin li şûna dengê muzîkê dengê guleyan bilind bibe’
Evîn Paşo da zanîn ku biryara qedexekirinê barekî li ser hikûmeta HTŞ’a ku welat ber bi îslameke radîkal ve dibe bar dike û wiha pêde çû: “Cîhadîstên ku Sûriyeyê birêve dibin, dixwazin ji Sûriyeyê dengê guleyan li şûna dengê muzîkê bilind bibe û rengê reş hemû rengên din bikuje. Ji lewre biryarên wiha bandorê li mozayîka civaka Sûriyeyê dike. HTŞ dixwaze aqilê xwe bike aqilê giştî civak, ol û baweriyan, netew û mezheban. Bi vê yekê em xeteriya li ser azadî û demokrasiya ku gelê Sûriyeyê hewl dide wê ava bike, dibînin.”
‘Li cihên ku peykerên kevnar berî derketina olan hatine dîtin çêkirina peykeran tê qedexekirin’
Evîn Paşo helwesta xwe wekî Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn ku azadiya civaka xwe di azadiya hunerê de dibînin, vê biryarê rexne dikin û metirsiyên xwe careke din bi bîr dixe û dibêje: “Huner li Sûriyeyê bi xeteriya tunebûnê re rûbirû ye. Yekem û kevintirîn notaya muzîkê li xaka Sûriyeyê hatiye dîtin lê niha li vir muzîk tê qedexekirin. Peykerên kevnar ên berî derketina olan dîsa li Sûriyeyê hatin dîtin, niha çêkirina peykeran lê tên qedexekirin. Em vê yekê rexne dikin. Em ji Desteya Çandê û Desteya Perwerdeya Bilind a hikûmeta Şamê, dixwazin mêjiyê olî û mejiyê rêvebirina dewletê ji hev cuda bike.”
‘Peymangeh wê destek bide çalakiyên xwendekaran ên li dijî biryarên HTŞ’ê’
Evîn Paşo bang li xwendekarên fakulteya hunerên bedew û giştî fakulte û peymangehên Sûriyeyê kir û wiha got: “Gelê Sûriyeyê ji bo ferzkirina biryaran serî hildidan. Pêwist e li hemberî biryarên tên ferzkirin nerazîbûn û protesto di asteke bilind de çêbibe. Ji ber biryara hatiye ferzkirin ne biryareke demkî ye, stratejîk e û bi wê re wê şêweyê civaka Sûriyeyê, perwerdeya ku li hundirê Sûriyeyê tê dayîn were guhertin. Em jî weke peymangeha bilind nerazîbûn û protestokirina biryarên HTŞ’ê ji hêla xwendekaran ve destek dikin.”
‘Divê bi çavekî zayendî û olî li çêkirina bedenê neyê nêrîn’
Xwendekara beşa wêne û peykersaziyê Diyana Ferman jî bersiv da biryara HTŞ’ê û wiha got: “Divê huner û fikrên hunermendan neyên sînordarkirin û çêkirina peyker û tabloyên tazî weke şerm neyê dîtin. Gava ku em bedenek tazî çêdikin nabe bi nêrîneke zayendî yan jî olî lê binêrin. Pêwist e em bizanibin çima hatiye çêkirin, bi çavekî hunerî lê binêrin û fêm bikin her detayek ji dest, ling, zik, sîng an jî dil be qala çi dike. Ya din jî ev bedena mirov e, bedena min e ya te ye û ya kesên din e, tiştekî ku jê were şermkirin jî tune ye.”
‘Jiyana bê huner û civaka bê hunermend jiyana bêwate ye’
Diyana Ferman pêwistiya ku xwendekarên ev biryar li wan hatiye qedexekirin bêdeng nemînin girîng dibîne û wiha bi dawî kir: “Jiyan bê huner nabe û ev girîng e ku em ji nifşên nû re bidin nîşandan me çawa çand, ziman û hunera xwe diparast û bi çi rê û rêbazan xwe îfade kir. Karê hunerê karê endeziyaran e jî sî li ku be, ronahî ji kûr derkeve û goşeyên wê çawa çêbike. Jiyana bê huner û civaka bê hunermend mîna jiyana bêwate ye.”