‘Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava şoreşa zimanê Kurdî ye’
Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Temîrê li ser girîngiya bernameyên xwandinê axivî. Eyhan Yûnis dibêje: “Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê mijarek têkoşîn û berxwedanê ye.”
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Pêşketinên dawî yên têkildarî entegrasyonê nîşan didin ku li ser pêkanîna bendên peymanê yên têkildarî nasnameya çandî û xwerêveberiyê, tengezarî heye. Yêk ji van tengezarî jî di hêla naskirina zimanê Kurdî de ye.
Li gor hevpeymana 29’ê Çileyê wê perwerdehiya civaka Kurd hatiba çareser kirin û taybetmendiyên wan yên ji bo perwerdeyiyê jî berçavan hatiba girtin. Lê ji bo vê yekê heya niha ji hêla hikûmeta demkî ve tu gavekê şînber ne hatiye avetin. Gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo perwerdehiya zimanê Kurdî û ji bo ku ziman bi awayekê fermî were naskirin û qebul kirin di têkoşîna xwe de bi israrin.
Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê perwerdehiya zimanê Kurdî daye destpêkirin û tevahî bernameyên xwandinê jî li ser vê yekê ava kiriye. Ev bernameyên xwandinê ji dibistanên seretayî heta zanîngeha pêkdihat. Lê, di roja îro de ev bernameyên xwandinê xeteriyên ne naskirinê re rû bi rû ne.
Rêveberiya Dibistanan a bajarê Til Temir a li Rojavayê Kurdistanê Eyhan Yûnis têkildarî perwerdehiya bi zimanê dayikê û girîngiya mayîna bernameyên xwandinê ji ajansa mere axivî.
Em biryarên wan nas nakin
Eyhan Yûnis diyar dike ku yek ji mijarên sereke yê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî de nîqaş li ser tê meşandin hebûna zimanê Kurdî û bernameyên xwandinê yên Rêveberiya Xweser avakiriye. Yek ji destkeftiyên Şoreşa Rojava pêkanîna şoreşa zimanê Kurdî ye.
Eyhan vê mijarê bi vê awayî digre dest: “Xwendekarên ku zanîngehên Kurdî bidawî kirin bi bawernameya xwe beşdarî xebatên Rêveberiya Xweser jî bûn. Em biryarnameya xala 13’an ku amaje bi zimanê Kurdî dike û dibêje bila di heftiyê de 2 demjimêran hebe qebul nakin. Di hêla ziman de li Rojavayê Kurdistanê gelek pêşketin çêbûye. Em biryarên ku li ser siberoja zimanê me digrin, napejirînin û qebul jî nakin.
‘Dîrok bingeha xwe naskirinê ye’
Eyhan di nava gotinên xwe de balê dikşîne li ser girîngiya parastina xweseriya Rojavayê Kurdistanê û taybet perwerdehiya zimanê dayikê û wiha di bêje: “Hikûmeta demkî neçare ku mozaîka gelan ya li Rojava ber çavan re derbas bike û zimanê Kurdî nas bike. Dîrok bingeha xwe naskirinê ye. Niha hikûmeta demkî wê bi çi awayî bernameyên xwandinê amade bike, gelo wê dîrokê bi çi ferasetê dest bigre û bide zarokan? Niha di bernameyên me yên xwandinê de ilmê Jineolojî heye ev ilm ilmê herê rast yê civakê bi xwe ye. Bêguman hêja gelek ne zelalî hene. Pêwîste bernameyên me yên xwandina zimanê Kurdî wekî xwe bimîne û di destûra nû ya Suriyeyê de were pejirandin.”
Perwerdehiya Jineolojî
Eyhan desnîşan dike û dibêje ku pêwîstiya tevahî xwendekarên Sûriyeyê bi perwerdeya ilmê Jineolojî heye û got: “Divê di her dibistanek asta amadeyî de pirtûkek Jineolojî hebe, ji ber ku ew zanista civakê ye û rastiya ferd û civakê û zayenda dest digre, şîrove dike û fêm kirinê derdixe pêş. Niha di dibistanên Rêveberiya Xweser de ne tenê xwendekarên keç lê xwendekarên xort jî perwerdehiya Jineolojî dibînin. Nezantî çavkaniya tevahî xirabiya û qirêjiyane. Tundûya di herêmê de di nava civakan de tê pêşxistin û avakirin jî hemû ji nezantî tê pêşxistin. Bi taybetî jî tundiya li ser jin tê meşandin. Pêwîstiya xwe, jin, dîrok û civaka xwe naskirinê heye. Lewra pêwîstiya Jineolojî naskirin û xwandinê heye. Lewra di serî de bernameya xwandina Jineolojî di dibistana de pêwîste tevahî bernameyên ku hatine amadekirin li tevahî dibistanên amadeyî yên Sûriyeyê jî belav bibe û were xwendin.”
'Emê hebûna zimanê xwe bi parêzin'
Eyhan ji bo pêşeroja zimanê Kurdî bersiv da pirsên ku di serî xwendekar û malbatan de derbas dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Naskirina zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê mijarek têkoşîn û berxwedanê ye. Me ji bo pêşxistina bernameyên xwandinê û parastina zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bedelên giranbûha dane. Divê ku Kurd ji zimanê xwe yê dayikê bawer bin û cîhanê jî wiha neçar bikin ku zimanê me nas bikin. Di dema ku hîn rejîma Baas li ser piya bû me zimanê Kurdî pêşxist û nifşek bi zanist pêşket û avabû. Ji bo parastina nasname û hebûna xwe ya zimanê Kurdî em ê her di nav têkoşînê de bin.”