‘Jin bi vîna xwe ya azad nikarin deng bidin’
Di 11’ê Mijdara îsal de hilbijartina parlamentoya Iraqê heye. Bi semîner û civînan der barê hilbijartinê de hişyarî tê kirin. Perwerdekara projeya teşwîqkirina jinan Kanîaw Baîz got: “Ya herî xirab ew e ku mêr diyar dikin divê malbat deng bide kê.”

ŞIYA KOYE
Koye – Her çendî di demên hilbijartin û dengdanê de, jin dikarin mafên xwe bi dest bixin jî lê belê di civaka mêrsalar de hem li pêşiya namzedên jin dibin asteng û dûr dixin, hem jî jinên ku deng bidin, ji aliyê malbatê ve bi taybetî mêrên malbatê tê diyarkirin ka dê dengê xwe bidin kê. Ev jî bi temamî jinan ji mafê hilbijartin û dengdanê dûr dixe.
Li navçeya Koye ya ser bi bajarê Hewlêrê ve semînerek ji bo teşwîqkirina jinan a beşdarî hilbijartinên Iraqê ku biryar ew e di 11’ê Mijdara îsal de bê kirin bibin, hat lidarxistin. Semîner têkildarî projeyên teşwîqkirina jinan ji bo beşdariya hilbijartinê, ji aliyê rêxistina ‘Roza ve ji bo parastina jin û jîngehê’ hat lidarxistin. Armanca projeyê zêdekirina beşdariya jinan di pêvajoya hilbijartina îsal de ye. Ev xebat li gelek bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê dê werin meşandin.
‘Semîner bi taybetî ji bo teşwîqkirina jinan e’
Perwerdekara projeya teşwîqkirina jinan Kanîaw Baîz wiha got: “Rêxistina Roza bi komek rêxistinên din ên navneteweyî re projeya teşwîqkirina jinan ji bo beşdariya hilbijartinan xebatan dimeşînin. Ji ber hilbijartina parlamentoya Iraqê nêz bûye û wê di 11’ê Mijdarê de bê kirin. Semînera me bi taybetî ji bo teşwîqkirina jinan di hilbijartina û çûyîna ser sindoqên dengdanê, ji bo mafê xwe bi dest bixin. Ev semîner li piranî bajar û bajarokên din me xwest gelek jin beşdar bibin, ne tenê jinên bajarê mezin beşdarî semînerê bibin. Ji ber wê me bal da ser cihên dûr.”
‘Ya herî xirab ew e ku mêr di nava malbatê de biryar didin ka dê deng bidin kê’
Kanîaw Baîz da zanîn ku ji ber gelek deman jin nikarin bi awayekî rast û bi biryara xwe biçin ser sindoqên dengdanê, ji ber urf û edetên civakê yan ji aliyê eşîran ve biryar tê dayîn ku kîjan namzedê nîşan bidin jin jî nikarin li gorî daxwaza xwe kesek hilbijêrin û deng bidin. Ji ber wê armanca me ew e ku di vir de em guherînê bikin û jin bi xwe biryara xwe bidin. Jin hişyar bin û di roja dengdanê de bi awayekî azad biçin dengê xwe bidin.”
Kanîaw Baîz têkildarî pergala kotayê wiha got: “Pergala kotayê diyar dike ku fikrên civakê negihîştine wê astê ku hêza jinan weke ya mêr heye û di heman astê de bin û girîngiya hebûna jinan weke ya mêr were dîtin. Ya herî xirab jî ew e ku mezinên malbatê mêr in û ew biryar didin deng bidin kê, jin ger biçin ser sindoqên dengdanê bi xwe biryara wan a hilbijartinê nîn e.”
Komîsyon dikare çi bike ji bo ku di dema hilbijartinê de azadiya jinan bê parastin?
Kanîaw Baîz destnîşan kir ku ger komîsyon sererastiyên zagonan bike ku hemû kes bikaribin biçin ser sindoqan dengê xwe bidin, wê hinek zext li ser jinan rabe. Lê belê dîsa jî urf û adetên civakê bi hêz e lê belê komîsyon ger van sererastiyan bixe meriyetê, hişyarkirina gel, destekdayîn û saziyên ku der barê vê mijarê de dixebitin wê bi asanî xebatên xwe bikin û dê komîsyon jî bikaribe alîkariya wan bike. Hêvîdar îm jin firsenda ku çar sal carekê tê pêşiya wan binirxîne da ku beşdarî guherîna desthilatdariyê û jin beşdarî pêvajoyên biryardayînê bibin.”
‘Ger jin xwedî dengên xwe bin û piştevaniya jinan hebe pergala kotayê namîne’
Xebatkara çapemeniyê Koye Sûzan Heme Seîd wiha got: “Ev semîner ji bo hişyarkirina jinan e da ku bikaribin nûnertiya xwe di hilbijartinê de diyar bikin. Gelo divê jin kê hilbijêrin ji bo nûnertiya rasteqîn a wan bike û mafên xwe bi dest bixin. Ji ber wê ev xal girîng in da ku jin bikaribin kesên nûnertiya wan dikin hilbijêrin û bişînin parlamentoya Iraqê da ku mafên wan biparêzin. Zagonên li dijî jinan, bi asan neyê derbasbikin, di heman demê de ger jin bibin xwedî dengê xwe û piştevaniya jinan bikin wê pergala kotayê nemîne. Jin jî weke mêran dê biçin parlamentoyê.”