'Jin bi şikandina çerxa tundiyê dibin xwedî tecrubeyên serkeftî’

Damezrînera Însiyatîfa Bar Aman Mayar Makkî, diyar kir bi "Komxebata Vegotina Çîrok" a ji bo jinan li dar xistine, bi parvekirina çîrokên tundiyê yên ku berê jin nikaribûn vebêjin, çerxa tundiyê dişkînin û ber bi serkeftinê ve gavan davêjin.

ASMAA FATHI

Qahîre- Damezrînera Însiyatîfa Bar Aman a Îskenderûnê Mayar Makkî, der barê bandora xebatên wan ên hişyarkirinê yên li ser jiyana jinan de ji ajansa me re axivî. Mayar Makkî, da zanîn ku jin bi xebatên hişyarkirinê re zêdetir wêrektir dibin û tiştên dijîn tînin ziman û destnîşan kir ku di civakê de jî hişmendiya jinan heta astekê hatiye şikandin.

'Jin êdî riya rizgarbûna ji tundiyê hildibijêrin'

Mayar Makkî, diyar kir di nava xebatên hişyarkirinê de Komxebatên Vegotina Çîrok jî li dar xistine û wiha got: “Jinên ku tevli van atolyeyan dibin, dikarin tundiya dibînin jî vebêjin. Me ferq kir ku jin êdî tecawiz û tundiya zayendî jî di nav de dikarin gelek cureyên tundiyê yên ku berê rast hatine lê nikaribûn behs bikin, vedibêjin.” Mayar Makkî, destnîşan kir ku yek ji destkeftiyên ku jinan bi dest xistine êdî xwe wek qurban nabînin û wiha got:

“Jinan biryar da ku binpêkirinên di civakê de dijîn aşkere bikin. Jin êdî behsa tundiyê dikin û riya rizgarbûna ji vê yekê dihilbijêrin. Ji rola mexdûr direvin û kiryaran eşkere dikin. Di pêvajoyên demên dawî de gelek sazî atolyeyên vegotina çîrokan li dar dixin. Di van komxebatan de rûniştinên koman tên lidarxistin û ji bo jinan piştgirî tê dayîn. Vekirina dosyayên veşartî yên li cihên taybet û giştî, ji bo jin xwe zêdetir rehet pênase bikin roleke mezin lîst.”

'Tecrubeyên serkeftî li ser min gelek bandoran çêdikin’

Mayar Makkî, gotina jineke ku tevli Atolyeya Vegotina Çîrokan bûye gotiye “Dibe ku ev li gel we rûniştina min a dawî be, ji ber ku ez di nava maleke kilîtkirî me û derketina min a derve hatiye qedexekirin” parve kir û wiha got: “Jin bi awayekî bêdeng êşê dikşînin. Ev rûniştinên piştgiriyê yên koman jinan teşwîqê vegotinê dikin. Ji ber ku çîrokên gelek bi vî rengî hene, min hewce dît vê nimûneyê bidim. Jinên ku bi derbaskirina astengiyan jiyana dixwazin ava kirine jî hene. Ev tercubeyên serkeftî yên jinan min gelek bi bandor kirin. Zarokek keç a rastî tundiya malbatê dihat hebû. Ji bo neçe dibistanê dest û milên wê şikandibûn. Lê tevî tundiya ku rast hatibû jî perwerdeya xwe bi bûrsê qedand. Piştre lîsansa bilind temam kir. Tevî sînorên hatine sepandin jî tişta xwest pêk anî.”

'Derketina ji çerxa tundiyê gelekî girîng e'

Mayar Makkî, da zanîn zarokek keç a xeyala wê ya rojnamegeriyê hebû lê rastî astengiya malbata xwe hatibû lê niha rojnameger e û lêkolînên serkeftî dike û wiha got: “Tecrubeyên bi vî rengî îlhamê didin. Derketina ji çerxa tundiyê pir girîng e. Ji bo jin xeyalên xwe pêk bînin divê ji qalibên hatine avakirin rizgar bibin.”