Jin bi rêya perwerdeyan fêrî alîkariya lezgîn dibin

Jinên ciwan ên Wargeha Mexmûrê yên beşdarî dewreya perwerdeya tenduristiyê ya alîkariya lezgîn ya 2 mehî bûn, diyar kirin ku yekane armanca wan avakirina civakek bi tendurist e.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr – Jinên Wargeha Mexmûr ên piştî rêwîteyek dirêj a penaberiyê, li wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi cîh bûn, ji roja penaberiyê heta îro di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin.  Jin û jinên ciwan ên wargehê li dijî tevahî êriş, dorpeç û rêgîriyê, ji xwendin û nivîsandinê bigre heta perwerdeya ziman, ji terzîtî bigre heta fêrbûna alîkariya lezgîn, hewil didin xwe di hemû qadan de perwerde bikin.

Yek ji van qadan jî qada tendûristî ye. Tendûristî di jiyana mirov de xwedî cihekî gelek girîng e, lewma gelek kes dixwazin di vî warî de xwe pêşbixin. Qada Tendûristî ya Wargeha Mexmûrê, tevî hemû bêderfetiyan jî ji bo avakirina civakek bi tendûrist, hewil dide, di aliyê pratîk û teorî de jin û jinên ciwan ên wargehê perwerde bike. Îsal jî ji aliyê Qada Tendûristî ve li ser daxwaza jinan dewreyek perwerdeya tenduristiyê ya alîkariya lezgîn ya xweser hate destpêkirin. Dewreya perwerde binavê ‘Şehîd Dr. Tîjda Amed’, bi beşdariya 32 jin û jinên ciwan 2 mehan domkir.  Piştî dawîbûna dewreya perwerdeyê ji bo beşdarvanan belge hate dayîn.

Di dewreya perwerdeyê de bi beşdariya perester û bijîşkan rojê 6 seatan waneyên tendurustî, anatomî, prosedurên perestariyê, pratîk û teorî hate dayîn. Di perwerdeyê de  danê sihare waneyên teorî û nîvro jî waneyên pratîkî hat dayîn. Kesên beşdarî perwerdeyê bûne, wê di nexweşxaneyê de wek stajyer karbikin.

Beşdarên dewreya perwerdeya tenduristiyê ya alîkariya lezgîn têkildarî perwerdeyê ji ajansa me re axivîn.

Em ê hewil bidin bi fêrbûna xwe alîkariya malbat û civaka xwe bikin’

Ji beşdarên perwerdê Evîn Ehmed, diyar kir ku perwerde ji bo jinan û civakê xwedî girîngiyek mezin e û wiha axivî: “Me wek dayik xwest beşdarî perwerdeya tendûristî bibin. Perwerdeya me 2 mehan domkir. Em ji bo civaka xwe fêrî alîkariya destpêkê ya tenduristî bûn. Em ê hewil bidin bi fêrbûna xwe alîkariya malbat û civaka xwe bikin û civakek tendurist ava bikin. Em gelek kêyfxweşin ku wek dayik beşdarî perwerdeyên bivî awayî dibin. Divê piraniya xwe jin û jinên ciwan cihê xwe di kar û xebatên bivî awayî de bigrin. Em bang li tevahî jinan dikin ku bila ji bo pêşxistina xwe beşdarî perwerdeyan bibin. Ji ber ku perwerde ji bo jinan û civakê xwedî girîngiyek mezin e.”

Şînda Bulut jî da zanîn ji bo pêşîgirtina rewşên lezgîn xwe fêrî alîkariya destpêkê ya tenduristî dikin û wiha got: “Em ciwanên wargehê ji bo fêrbûna alîkariya destpêkê ya tenduristî beşdarî perwerdeyê bûn. Em wek wargeha Mexmûr rojane rastî êrişên hewayî tên û di encama van êrîşan de gelê me birîndar dibin û jiyana xwe ji dest didin. Lewma ji bo ku em pêşî van tiştan bigrin û mûdaxelaya ewil bikin xwest beşdarî perwerdeyê bibin.”

‘Ji bo jinên ciwan perwerde gelek girîng e’

Şînda Bulut, di dawiya axaftina xwe de diyar kir divê wek jin girîngî bidin tenduristî û xweparastinê û wiha axivî: “Ji bo jinên ciwan perwerde gelek girîng e. Divê em wek jinên ciwan di hemû aliyan de xwe perwerde bikin û girîngî bidin tenduristî û xweparastîne. Em di perwerdeyê de hem waneyên teorî û hem jî pratikî dît. Piştî perwerdeyê, em ê di nexweşxaneyê de wek stajer karbikin. Em gelek keyfxweşin ku qada tendûristî ya wargehê derfetek bivî awayî ji bo me avakir.”