Jin bi perwerdeyan hişmendiya mêr diguherînin

Akademiya Şehîd Jiyan a Wargeha Mexmûrê, bi armanca guhertin û veguhertina feraseta mêr ji bo mamosteyên mêr ên wargehê dewreyek ya perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê ya bi beşdariya 28 mamosteyan destpêkir, 12 rojan domkir.

NÛPELDA DENÎZ

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Akademiya Şehîd Jiyan a ku di sala 2003’an de hate avakirin, ji dîroka hatiye avakirin ve heta niha ji bo jin, ciwan û mêrên wargehê dewreyên perwerde yên îdeolojîk dide destpêkirin.  Îsal jî di werza havînê de bi pêşengtiya Akademiya Şehîd Jiyan û Qada Perwerde, ji bo mamosteyên mêr ên wargehê dewreyek ya perwerdeyê hate destpêkirin. Dewreya perwerde ya di 19’ê Tebaxê de bi beşdariya 28 mamosteyan destpêkir, 12 rojan domkir û bi dawî bû.

Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Dilşîn Kara û mamosteyên beşdarî dewreya perwerdeyê bûne, der barê girîngiya perwerdeyê de ji ajansa me re axivîn.

‘Armanca perwerdeya me guhertina feraseta mêr ê 5 hezar salî ye’

Endama Rêveberiya Akademiya Şehîd Jiyan Dilşîn Kara, derbarê armanca destpêkirina perwerdeyê de wiha got: “Em wek Akademiya Şehîd Jiyan û qada perwerdeyê ji bo mamosteyên mêr ên wargehê perwerdeyek da destpêkirin. Di mehên havînan de em hewil didin hem mamosteyên jin û hem jî mêr perwerde bikin. Komisyonên hatine avakirin ji jinan pêkte. Armanca perwerdeya me guhertina feraseta mêr ê 5 hezar salî ye û şikandina desthilardariyê ye. Yên ku zarokên me perwerde dikin mamosten e. Lewma divê mamoste xwe perwerde û birêxistin bike. Eleqe û beşdarbûna mamosteyan a ji bo perwerde baş e. komîsyonên ku hatine avakirin hewil didin di nîqaşan de bibin hêza çareseriyê. Wê emê bi van perwerdeyan hişmendiya mêr bişkînin.”

‘Divê mamoste bên perwerdekirin’

Yek ji beşdarên perwerde mamoste Yûsif Kara, da zanîn perwerde ji bo mamosteyan gelekî girîng e û wiha axivî: “Perwerdekarên zarokan mamoste ne. Pêwiste di mamosteyan de feraseta zilmkar ê mêr a li dijî jinê tê kirin bêperwerde kirin. Ger mamoste di xwe de şikandina feraseta mêr pêkney ne, wê nikaribe zarokan li ser heqiqetê perwerde bike. Ji ber vê yekê jî perwerde ji bo mamosteyan û bi taybetî jî ji bo mamosteyên mêr pêwîstiyek e. Ger mirov temaşeyê heqîqete bike, kêmasiyên xwe û pirsgirêkên sosyolojiya civakî ya ji aliyê mêr ve tên avakirin dibîne. Lewma perwedeyên bivî awayî bi berhem in. Divê perwerde ji bo hemû beşên civakê bên dayîn. Perwerdeya me ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan ve tê dayîn.”

‘Di encama avabûna hevjîna azad de wê civak jî azad pêkbe’

Yûsiv Kara, di dawiya axaftina xwe de têkildarî dersên tên dayîn de axivî û got: “Perwerdeya me piranî li ser feraseta desthilatdariyê, tehekûma mêr, zilamtî, cins û zayendperestî ye. Mirov di encama perwerdeyê de fêr dibe ku bi faktora mêr desthilardarî çiqas hov e. Mirov nêzîktiya mêr ê di nava malê de li hemberê hevjîn û zarokên wî çawaye dibîne. Helbet dema berê didin sosyolojiya wargehê guhertin û veguhertin hene, lê guhertinek bi kok pêknehatiye. Lewma pirsgirêkên feraseta mêr pir in. Li dijî vê ferasetê têkoşînek mezin tê dayîn. Di encama avabûna hevjîna azad de wê civakek azad pêkwere. Ger civak azad bibe, wê netew jî azad bibe.”

Her dewreyek a perwerde ji bo me nûbûnek e’

Mamoste Mistefa Nerexî jî diyar kir ku divê wek mamosteyan der barê civak, xweza, jin û malbat de xwedî zanist bin û wiha axivî: “Navê dewreya me ya perwerde Şehîd Yûsiv Pîrosî ye. Her dewreyek a perwerde ji bo me nûbûnek e. Bêguman wek mamoste pêwîstek me ya perwerde heye. Divê em der barê civak, xweza, jin û malbat de xwedî zanist bin. Ji ber vê yekê hêviyên me zêde ne. Li dijî gelê Kurd û Kurdistanê êrîşên pir giran hene, lewra divê em xwedî li hebûn û kesayata xwe derdikevin. Em pir kêyfxweşin ku perwerdeyên bivî awayî hene û ev perwerde ji bo me bibe hêz.”