Jin bi ‘Ozalaya’ kêşeyên avhewayê vediguherînin derfetên pêşketina herêmê

Tecrûbeya jinên beşdarî înisiyatîfa “Ozalaya” bûne, mînakek balkêş ji tûrîzma alternatîf e ku parastina xwezayê bi hêzdarkirina aborî û civakî ya jinan re digihîne hev.

ÎXLAS EL-HEMRÛNÎ

Tunis – Di dilê Çiyayê Weslatiyê yê girêdayî parêzgeha Qêrwanê ya Tûnisê de, li cihê ku daristan bi şûnwarên dîrokî re dihewin û erd bîranîna bav û kalên xwe di xwe de diparêze, destpêşxeriya ‘Ozalaya’ ji aliyê Rêxistina “Dengên Wan” ve hate destpêkirin. Ev destpêşxeriya nû mînekek ji geştiyariya domdar e ku ji aliyê 32 jinên herêmê ve tê rêvebirin. Armanca wan ew e ku mîrateya xwe, şiyanên kevneşopî û dewlemendiya xwezayî ya herêmê bihêlin û wan veguherînin çalakiyeke aborî ya domdar ku li hemberî kêşeyên guhertina avhewayê bisekine.

Destpêkirina vê însyatîfê di çalakiyeke ku duh hat lidarxistin de li Oueslatia hat ragihandin. Di çarçoveya bernameyê de, serdana cihên şûnwarî yên Qesra Lemsa û Sîdî Ammara, gerîna li Çiyayê Weslatê, tamkirina xwarinên herêmî û hevdîtinên bi jinên ku vê însyatîfê pêk tînin û piştgirî didin serkeftina wê re cih girtin.

Ji kêşeyên avhewayê heta rêgezeke geştiyariya ekolojîk

 Koordînatora vê projeyê Daliya Mebruk diyar kir ku ev însayatîf encama hişyariya jinên herêmê ye ku kêşeyên avhewayê ne çarenûsek bêguher e, lê dikarin bibin sedem ku çareseriyên nû û afirîner bên dîtin û wiha  got: “Ji ber ku jinên herêmê berê jî bi çavkaniyên herêmê re dixebitîn û ji bo herêmê hilberîn dikirin, fikirîn ku rêgezeke geştiyariya ekolojîk ava bikin ku di navbera parastina xwezayê û peydakirina çalakiyeke aborî ya domdar de hevsengiyê çêke.”

Wê bal kişand ser wê yekê ku ev çalakî tam li wê cihê pêk tê ku ew lê ji dayîk bûne, mezin bûne û lê jiyane. Ev yek derfetek e ji bo pêşxistina cureyekî alternatîf ê tûrîzmê. Cureyek ku jîngehê an çavkaniyên enerjiyê yên ku nayên nûkirin xera nake, têkiliyeke xurt bi civaka herêmî re diparêze, ji bo endamên wê civakê sûdê diafirîne û hişyariyê derbarê girîngiya parastina jîngehê û her wiha bandorên neyînî yên guherîna avhewayê de bipêş dixe. Daliya Mebruk da zanîn ku niha 32 jin di vê projeyê de cih digirin, ji ber ku ew projeyeke jinan a bi armancên mezin e. Lê jin dixwazin ku projeyê berfirehtir bikin û gelek cihên din jî tê de cih bigirin, wekî herêmên çiyayî, daristan, serdana şikeftên çiyayî û çalakiyên din ên çandiniyê. Wê her wiha got ku ji ber ku piraniya jinên herêmê bi çandiniyê re mijûl dibin, di demsalên çandiniyê de mêvan dikarin beşdarî çalakiyên çandiniyê bibin, wekî berhevkirina zeytûnan, rozmarî û Îklîl. Li gorî wê, dahata van çalakiyan dê rasterast vegere cem jinan.

‘Bi rihê hevkariya jinan aboriyê bipêş bixin’

Daliya Mebruk di berdewama axaftina xwe de ragihand ku jin dixwazin mêvanan bi dewlemendiya xwarinên herêmê nas bikin û xwarinên kevneşopî pêşkêşî wan bikin. Her wiha, dixwazin mêvanan di komên çandiniyê de pêşwazî bikin, bi taybetî ku jin ji berê ve bi awayekî komî dixebitin û di çarçoveya saziyên aboriya civakî û hevgirtî de çalak in.

Lêkolînereke arkeolojîk ezmûna xwe ji bo parastina mîrateya herêmê bi kar tîne

Lêkolînera arkeolojîk Muna Ebdawî ku ji herêmê ye, hîn jî nikariye di warê pîşeyî de bi tevahî cihê xwe bigre. Ji ber vê yekê, wê biryar daye ku wekî rêbera geştiyariyê bixebite, mêvanan bi rê ve bibe û ezmûna xwe ji bo nasandina mîrateya xwezayî û çandî ya herêma xwe bi kar bîne. Muna Ebdawî wiha domand: “Ev hevdîtin di çarçoveya çalakiya vekirina projeya ‘Ozalaya’ de tê lidarxistin. Ew projeyeke jinan e ku li ser lêkolîn û rêgezeke geştiyariyê ava dibe. Jinên ku beşdarî projeyê dibin, dixwazin rêyeke xwe ya taybet a geştyariyê ava bikin, cîhek ku tê de bikaribin berhemên xwe li herêma xwe bi bihayên adil bifroşin. Bi vî awayî, êdî ne hewce ye ku ew ji cihekî biçin cihekî din, berovajî vê, xerîdar dê werin cem wan. Di vê pêvajoyê de, serdanvan hem herêmê û dewlemendiyên wê nas dikin, hem jî ji nêz ve dibînin ka jin çawa ji bo parastina mîrateya xwe dixebitin da ku ew mîrate winda nebe.”

Wê destnîşan kir ku ev fikir jinan teşwîq dike û derfetê dide wan ku bipêş bikevin û ev agahî dan: “Berê gelek ji wan xwedîbaweriya bi şiyanên xwe nebûn, hilberên wan hebûn lê nizanîn ku wan li ku derê û çawa bifroşin. Hin ji wan xwedî projeyên xwe bûn, lê ji ber kêmbûna derfetên pakêtkirinê û nebûna cihên taybet ji bo firotanê, nikaribûn wan pêk bînin.”

Cotkarên jin bandora projeyê ya li ser jiyana xwe vedibêjin

Henan Masî, ku cotkar e û ji vê projeyê sûd wergirtiye, da zanîn ku ew ji du salan ve beşdarî vê projeyê dibe û biryar daye ku vê ezmûnê biceribîne û wiha pê de çû: “Min ji vê ezmûnê gelekî sûd wergirtin. Min di warên cuda de gelek qonaxên perwerdehiyê derbas kirin, ev yek zanînên min zêde kirin û xwedîbaweriya min bi xwe re xurtir kir.”

Wê destnîşan kir ku di van perwerdehiyan de fêrî awayê rêvebirinê û çawaniya çareserkirina krîzan bûye, heta di nav malbatê de jî. Henan diyar kir ku berê ji xwedîbawerî bi şiyanên xwe bêpar bû û ji alîkariyê û perwerdehiyê re hewcedar bû, lê ev ezmûn gelek tiştên nû hînî wê kirin û gelekî sûdê gihandê.

‘Hem ji projeyê sûd digrin û hem jî perwerde dibin’

Her wiha, wê got ku di vê komê de 32 jin hene ku tevî cudahiya asta çandî û xwendina xwe, hevdu temam dikin. Henan wiha got: “Hin ji wan xwedî asta xwendinê ya bilind in, hin jî di asta amadeyî de ne û yên din jî astên cuda hene. Ew roj bi roj perwerdehiya xwe didomînin û fêr dibin.”

Werde Edarî ku ew jî cotkar e û ji vê projeyê sûd wergirtiye, piştgirî da vê ezmûnê û got: “Em êdî mafên xwe yên ku berê nizanîbûn nas dikin, her wiha erkên xwe jî baştir fam dikin. Me fêm kir ku guhertina avhewayê çi ye û em beşdarî gelek perwerdehiyan bûn ku ji wan sûd wergirtin.”

Wê diyar kir ku bandora vê projeyê erênî bûye û gelek jinan jê sûd wergirtine. Wê bang li jinên gundewarî yên ku hîn beşdarî vê projeyê nebûne kir ku tevlî wê bibin, ji ber ku li gorî wê, ev projeyeke bi sûd û serkeftî ye û dê di salên pêş de bêtir bipêş bikeve. Wê her wiha destnîşan kir ku herêma wan ji aliyê geştiyariyê ve dewlemend e û gelek çavkaniyên xwezayî di xwe de dihewîne ku dikarin bên bikaranîn û nirxandina wan were kirin.

‘Ozalaya projeyek girêdanê çêdike’

Bi vî awayî, ‘Ozalaya’ ji projeyeke tenê ya geştiyariyê derbasî ezmûneke berfireh dibe ku di navbera parastina jîngehê, nirxandina mîrateya şûnwarî û çandî û hêzdarkirina jinan ji aliyê aborî û civakî ve girêdanê çêdike. Ev rêgezeka geştiyariya ekolojîk e ku mêvanan dibe nav kûrahiya çiya, daristan û şikeftan, her wiha wan bi xwarinên kevneşopî û zeviyên zeytûn û rozmarî re nas dike.

Di vê ezmûnê de, jina Weslatiyê êdî ne tenê parêzvanê mîrateya xwe ye, di heman demê de dibe alîkar û pêşengê sereke di pêşxistina herêmê û avakirina pêşketineke herêmî ya domdar de.