‘Jin bi hewldanên mezin di jiyana kar de hebûna xwe ava dikin’

Mîmara Hundir Elaf Hegazy, diyar kir ku jin bi piştgiriyên biçûk û hewldanên mezin di jiyana kar de hebûna xwe ava dikin û da zanîn ku ew ê di karên ku dike de bi jinan re zêdetir hevkariyê bike.

ASMAA FATIHÎ

Qahîre- Jin di jiyana kar a ku di bin şert û mercên zehmet de hebûna xwe ava dikin de jî bi cihêkariya ji ber newekheviya zayendî rast tên re jî têdikoşîn. Mîmara Hundir û Şêwekar Elaf Hegazy a têkildarî pirsgirêkên ku jin di jiyana kar de rû bi rû dimînin pirsên ajansa me bersivand, behsa jinên ku civak baweriya xwe bi karê wan nayne, bi piştgiriyên biçûk û bi hewldanên mezin çawa serkeftinê bi dest dixin, kir.

*Jin di jiyana kar de rastî kîjan zehmetiyan tên?

Yek ji zehmetiyên herî mezin ên jinên ku bi mêran re di heman hawirdorê de dixebitin, neqebûlkirina hebûna wan e. Di civakê de çandeke ku jin nikarin di hinek pîşeyên diyar de bixebitin û bi taybetî dema mijar dibe endezyarî ku weke ‘pîşeya mêr’ tê dîtin, mêr zêdetir bixebitin û serkeftî dibin. Jin bi vî awayî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin. Ez jinên ku di vê qadê de bi îsrar û hêviya pêşerojeke baş kedê didin dibînim.

*Di qada pîşesazî ya ku hûn dixebitin de pirsgirêkên ku hûn rû bi rû dimînin hene yan ne?

Di xebata bi pîşesazkaran re pêwîstî bi baldarî, leza biryargirtinê û biryardariya xurt heye. Di xebatê de gelek pirsgirêkên ku ez rastî wan têm hene. Hinek muşteriyên min qebûl nakin ku kesên bi tevahî projeyê bi rê ve dibin jin in û bêyî derfeta ecibandinê bidin, ji ber nebaweriya encaman karkirina wan red dikin. Hinek pîşesaz jî qebûl nakin ku emrê kar, talîmat û dîrokên teslîmgirtinê ji jinan bigrin û hinek ji wan jî dikarin ji ber heman sedemê li gorî peymanên têkildarî dîrokên teslîmgirtinê tevnagerin. Lê min di vê qadê de karê xwe berdewam kir û bi serkeftî bûm. Ji bo min û hemû jinan hêza sereke ya di karê wê de serkeftin e. Ji ber ku ev ji bo avakirina daxwaza serkeftinê, azwerî û domdariyê motîvasyonek mezin e. Vê motîvasyonê min anî heta roja îro.

Jin di her qadê û pîşeyên cuda de dixebitin û ez gelek caran rastî vê yekê hatim. Min dît ku gotinên jin nikarin hinek karan bikin û tenê mêr dikarin bikin ne rast in. Şert û mercên xirab ên aborî faktorek girîng e. Vê rewş gelek jinên ku ji bo pêkanîna debara xwe pêdiviya wan bi çavkaniya debarê heye, ber bi lêgerîna kar û xebatê ve biriye.

*Hûn bi karkarên jin re çawa têkilî datînin planên we yên têkildarî wan hene yan na?

Ez bi gelemperî karkarên jin tercîh dikim. Ji ber ku di gelek karên destan de hosta ne. Gelek berheman bi awayekî hesas çêdikin. Heta xalîçe, qirlent, rûnivîn û aksesuarên dekorasyonê karên xweşik derdixin. Piraniya kesên di van qadan de dixebitin jin in û atolyeyên wan hene, ez bi wan re hevkariyê dikim. Ez di pêşerojê de bi jinan re zêdetir hevkariyê plan dikim û heta ji destên min tê hewl didim hemûyan binîm gel hev. Ez hewl didim afrîneriya wan a ji ber vederkirinê veşartî maye eşkere bikim û pêşangehek mezin li dar bixim. Ji ber ku di qada hunerên destan de qeyrana herî mezin a jinan belavkirin û firotin e.

*Kêmderfetiyên jinan di bazara kar de çi ne?

Ji ber bêbaweriya civakê ya ji bo wan, jin neçar dimînin ji bo îsbatkirina xwe zêdetir têbikoşin. Ruxmê ku gelek jin ji ber karê xwe tên paşguhkirin jî vê rewşê wêrekiya wan neşikand. Di bazara kar de jin serkeftinên bêhempa pêk tînin. Min dît ku bi piştgiriyên biçûk û hewldanên mezin re çawa bi ser dikevin. Di hinek pîşeyên bazara kar de, mêr bi teşwîqkirina fikrên vederkirina jinan re, bi wan re dikevin pêşbirka neheq.

*Hûn di sêwirana avahiyan de bi berçavgirtina zarok û jinan re girîngî didin çi?

Di salên borî de beşek mezin a fikarên me, bi taybetî di avakirin û rengê avahiyan de girîngî nedayîna ecibandina jin û zarokan bû. Hin ronî dikarin enerjiya hêrs û acîzbûnê asteng bikin, qadên berfireh bi gelemperî ji bo çavên me baş in. Di malan de bikaranîna cîhên tarî heta astekê hewceyê koordînasyonê ye, bi wî awayê riyên tevgerkirina zarokan çêdibe û her wiha ez hewl didim zêdetir hiştên xwezayî jî zêde bikim.

Di mal û çavkaniyên avê de, çi li hundir, çi li baxçe û çi jî ketin û derketînê be, balîf, perde û hwd. ji ber bandora xwe ya li ser tenduristiya giştî ya derûnî ya malbatê divê bên berçavgirtin. Ji ber vê yekê ez wiha dibêjim; tiştê herî girîng ku li malê bandorê li ferdan dike reng in. Çiqas li gorî xwezayê (rengê ax, nebat, kulîlk an deryayê) be, ewqas sadebûn derdikeve holê. Malzemeyên mîna axşeb û keten xwedî bandorek erênî ne û ronahiya xwezayî jî pir baş e.