Jin bi dewreyên perwerdeyê fêrî berhemên destan dibin

Rêveberiya Kar û Rêhênana pîşeya ya Helebceyê di nava du salan de gelek dewreyên pîşeyî yên ji bo berhemên bi destan tên çêkirin vekirine û gelek jin beşdar dibin, fêr dibin û dibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe.

Helebce- Rêveberiya kar û Rahênana pîşeyî ya Helebceyê bi hevkariya Rêxistina Geşepêdana Medeniyet- CDO dewreya perwerdeya fêrbûna karên dest û nexşîn ji bo ciwanên navçeya Helebceyê vekir. Rêveberiya ku tevî du sal in hatiye damezrandin, gelek dewreyên pîşeyî vekirine, tenê îsal 45 dewreyan ji bo jin bibin xwedî aboriya xwe ya serbixwe vekirine. Ev dewreya ku hatiye vekirin wê du hefteyan berdewam bike, 15 kes beşdar bûne, xwe fêrî karên dest û nexişandinê dikin.

‘Ez ji berhemên bi destan tên çêkirin gelek hez dikim’

Nîga Îzet ku beşdarî dewreyê bûye wiha got: “Ez ji berhemên destan û nexşînê hez dikim. Piştî tijekirina forma beşdariyê min dest bi fêrbûnê kir. Ez ji nexşandina pêşû û cilên Kurdî gelek hez dikim. Niha jî fêrî dîzaynê dibim. Ji ber ku ev karek baş e û jê hez dikim, beşdar dibim. Ew jinên ku nikarin rasterast beşdar bibin, dikarin bi awayê online beşdar bibin.”

Mamosteya nexişandinê Geşbûn Bayer wiha got: “Dewreyên nexşan û dîzayna cil û bergan em vedikin, da ku jin bikaribin bi hev re karek bikin û bibin xwedî dahata xwe ya serbixwe û piştevaniya darayî ya malbatê bikin.”