‘Jin bi berxwedaniya xwe planên dagirkeriyê vala derdixin’
Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Hedîl Muhemed li ser berxwedana li Bendava Tişrînê got: “Jin li Bendava Tişrînê bi berxwedana xwe sekneke dîrokî nîşan didin û planên dagirkeriyê vala derdixin.”

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Li Bendava Tişrînê tevî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku di 8’ê Kanûna 2024’an de dest pê kirine, îradeya jinan xurtir dibe. Jin ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îsrar berê xwe didin Bendava Tişrînê ji bo parastina destkeftiyên xwe ji dagirkeriyê bikin. Jinan ji cîhanê re îsbat kirin ku berxwedanî û têkoşîn ji plan û êrîşan mezintir e.
‘Ji bo parastina destkeftiyên xwe jin li ber xwe didin’
Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Hedîl Muhemed diyar kir ku jin bi hemû pêkhateyên xwe ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe didin bendavê û yekbûna xwe xurtir dikin. Hedîl Muhemed got: “Jin li hemberî dagirkeriyê parastina ax, av û bandava xwe dikin. Bendav bûye cihê berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê. Jinên Dêrazorê jî mohra xwe li vê berxwedanê dan û ji bo parastina destkeftiyên xwe beşdarî berxwedana li bendavê bûn. Dagirkirina bendavê wê felaketên jiyanî bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê em ê rê nedin dagirkerî û çeteyên wê ku destkeftiyên me têk bibin. Bi dagirkirina bendavê re wê jiyana bi hezaran kesan bikeve xeterê.”
‘Yekbûn û hevgirtina jinan wê planên dagirkeriyê vala derbixe’
Hedîl Muhemed bal kişand ser êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û hedefgirtina gel û wiha got: “Dema ku em hatin bendavê, dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê gelê ku berê xwe dabû bendavê ji bo parastina destkeftiyên xwe bikin, hedef girtin. Ev jî li dijî zagonên navneteweyî ye. Tevî êrîş û hedefgirtina gel jî jin di biryara xwe ya berxwedanê de bi îsrar bûn. Yekbûn û hevgirtina jinên Reqa, Dêrazor û herêmên din li bendavê planên dagirkeriyê vala derdixe. Baweriya me bi şervanên me yên QSD’ê heye wê êrîşên dagirkeriyê vala derxin û axa xwe biparêzin.”
‘Dê jin şoreşa xwe biparezin’
Hedîl Muhemed diyar kir ku jinên Dêrazorê wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedana xwe bidomînin û wiha got: “Em berê bi kiryarên DAIŞ’ê û çeteyên din re rûbirû mane. Ji ber vê yekê em ê di berxwedana xwe de bi îsrar bin û rê nedin DAIŞ careke din herêmên me dagir bike û kiryarên xwe li dijî sivîlan pêk bîne. Jin wê parastina şoreşa jinan li herêmê bikin. Em tu carî axa xwe ji dagirkeriyê re nahêlin û heya dawiyê em ê di berxwedan û têkşîna xwe de bi îsrar bin. Berxwedana jinan li Bendava Tişrînê sekneke dîrokî ye.”
‘Berxwedanî ji êrîşan mezintir e’
Hedîl Muhemed tekez kir ku jin li dijî plan û êrîşên dagirkeriyê di têkoşîna xwe de bi îsrar in û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Jinên Rojava ji bo parastina şoreşa xwe û destkeftiyên wê, di berxwedanê de bi biryar in. Tevî dayîna bedêlên giran jî wê dev ji berxwedan û têkoşîna xwe bernedin. Jin wê ji cîhanê re îsbat bikin ku berxwedanî ji êrîş û planên dagirkeriyê mezintir e.”