‘Jin bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikarin zihniyeta baviksalar biguherînin’

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Hesûn teqez kir ku jinan roleke mezin di şoreşa 19’ê Tîrmehê de lîstine û hewl dane zihniyeta baviksalar a di civakê de têk bibin ji bo hemû mafên xwe û azadiya xwe bidest bixin.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê- Bi hezaran salan e li ser jinan sîstemên desthilatdar hukum dikin û hemû mafên wan tune dihesibînin. Van sîsteman hewl didan bi riya adat û teqalîdan jinan bixin nava rewşa koletiya bêdawî azadî û mafên wan ji wan bigrin. Lê belê bi guhertina demê re, jin di warê mafên xwe de zana bûn û tişta li derdora wan çêdibe nema qebûl kirin. Jinan bi riya têkoşîn û berxwedana xwe di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de dikaribûn zihniyeta baviksalar biguherînin.

Jin bûn xwedî gelek destkeftiyan û di hemû waran de cihê xwe girtin. Her wiha di rêvebirina malbat û civakan de cihê xwe girtin. Bi berxwedan û têkoşîna xwe nêrîna civakê guherandin. Ev yek di çalakiyên ji bo roja têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan de xuya kir. Mêr li seranserê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û daxwaza rawestandina tundiya li dijî jinan kirin. Ev yek gaveke girîng a ber bi guhertinê ve li ser asta cîhanê ye.

‘Jin bi şoreşa xwe li hemberî zihniyeta bi hezaran salan sekinîn’

Der barê mijarê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Kobanê Macîde Hesûn got: "Şoreşa Rojava ya ji bajarê Kobanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de dest pê kir, bi pêşengiya jinan bû. Jinan li herêmê têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dan meşandin. Li dijî sîstema kapîtalîst, adet û teqalîdan her wiha zihniyeta baviksalar a bi hezaran salan sekinîn. Jinan bi berxwedana xwe di şoreşê de hewl dan siyasetên mafên wan têk birine têk bibin pêşketineke mezin li herêmê çêkirin ew jî bi riya çalakiyên birêxistin dikin."

Macîde Hesûn axaftina xwe wiha domand: "Jinên cîhanê derdikevin ji bo roja serxwebûnê pîroz bikin. Di vê şoreşa me de û rêveberiya me ya Xweseriya Demokratîk her wiha pergala neteweya demokratîk em dibînin jin bingeha civakê ne û azadiya wan azadiya civakê ye. Bi berxwedana me jinan em dikaribûn nêrîna civakê biguherînin û ev yek di roja çalakiyên têkoşîna li hemberî tundiya li dijî jinan a cîhanî de xuya kir."

Mêr li dijî tundiyê li qadan bûn

Weke gaveke ber bi guhertinê ve mêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û tundiya li dijî jinan şermezar kirin. Çalakiyên mêran li herêmên cuda mîna Reqa Tebqa Minbic û Dêra Zorê pêk dihatin û bandoreke wan a taybet hebû. Di vê der barê de Macîde Hesûn dibêje: "Yekem herêma ku mêr li dijî tundiya li dijî jinan derketin bajarê Kobanî bû. Mêr li wir bi rola jinan û awayê rêvebirina wan a şoreşê bi bandor bûn."

Di dawiyê de Macîde Hesûn wiha got: "Em jin divê xwe zêdetir birêxistin bikin û li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan a "Jin Jiyan Azadî" tevbigerin ji bo em ji cîhanê re îsbat bikin ku sedsala 21’ê sedsala azadiya jinan e li hemû cîhanê. Felsefeya Jin Jiyan Azadî li her derê belav bûye û li hemû welatan tê gotin. Divê em weke jinên cîhanê bi tevahî li dijî hewldanên çewisandin û qirkirinê bibin dengek."