Jin 8’ê Adarê bi rojevên cînayet û qeyrana aborî pêşwazî dikin

Rojeva sereke ya jinên ku me bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê mîkrofonên xwe dirêjî wan kir cînayetên jinan û qeyrana aborî ye. Jinên ku diyar kirin zêdebûna mirina jinan kelecana ku jiyan dikin veguheriye xemgîniyê, gotin ku ji 8'ê Adarê yekane hêviya wan yekîtî ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Ji 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê re ku jinên li Tirkiye û herêmê bi coş xwe amade dikin, çend roj man. Dema ku xebatên mîtîng û meşan didomin, me ji jinên li kolanan pirsî, ka 8'ê Adarê ji bo wan tê çi wateyê û hêviyên wan çi ne. Jinên ku 8'ê Adarê bi wan re kelecan çêkiriye, bal kişandin ser zêdebûna cînayetên jinan û qeyrana aborî û diyar kirin ku yekane hêviya wan ew e ku pêşî li zêdebûna mirinan bigrin.
Jinan diyar kirin ku 8'ê Adarê ya ku dê were pîrozkirin li gel kelecana ku bi wan re afirandiye, xemgîniyê jî zêde dike û dest nîşan kirin ku divê jin li dijî pergala îstîsmar û tundiya tê jiyîn, bibin yek. Zeynep Kurt anî ziman ku ew ê îsal jî wek her sal di roja ku tê pîrozkirin de li qadan bin û diyar kir ku ew bêsebir e ku kelecana xwe bi hevalên xwe re par bike.
"Jin dema bi hev re bin xweşik dibin" 
Zeynep Kurt da zanîn ku wê rojê li gel pîrozbahiyê ew e ji bo jinên ku li qadan hatin qetilkirin daxwaza edaletê biqîre û wiha domand: “Li vî welatî gelek bûyerên ku min fikar dike çêdibe. Em li welatekî weke Tirkiyeyê ku zîhniyeta mêran lê serdest e dijîn. Ji ber vê yekê jin rastî îstîsmar, tacîz û tundiyê tên. Ez ji bo vê gelek xemgîn im. Li hemberî van jî pêwîste em jin heta ji destê me tê bibin yek. Wê demê em dikarin gefên vê zîhniyetê rawestînin. Jin dema bi hev re bin xweşik in. Werin em wê rojê derkevin qadan û bi hev re kêfê bikin. Bila hemû jin li qadan bin, ez jî li wir bim.” 
“Jin bi hev re bihêzin” 
Emîne Kelekçier jî anî ziman ku îsal bi rojeva qeyrana aborî û zêdebûna cînayetên jinan re ketine 8'ê Adarê û dest nîşan kir ku jin li welêt jiyan kirine zêde tenê nefes distînin. Emîne Kelekçîer diyar kir ku qeyrana heyî herî zêde bandor li jinan dike û wiha got: “Cînayetên jinan yên tên jiyankirin bandoreke neyînî li me dike. Êdî hêviya ciwanan ya li ser zewacê nîne. Em zarokên xwe mezin dikin, paşê mêrêk tê tundiyê bi kar tîne û paşê jî qetil dike. Bi rastî, em ditirsin û fikar in. Bila jin bi hemû awayî li ser piyên xwe bisekinin. Bila ne ji bo mêrekî, ji bo xwe bijîn. Bila jin mafên xwe biparêzin û xwe nedin çewisandin. Dema mirov pêşî ji bo na xwe bijî, tiştekî ku neyê çareserkirin tûne ye.”
"Yekane daxwaza min rawestandina cînayetên jinan e”
Emîne Kelekçîer axaftina xwe wiha domand: “Ji 8’ê Adarê tenê daxwazek û hêviyek min heye, bila ev cînayetên jinan bên rawestandin. Lê ev bangawaziya me her tim bê encam dimîne. Rayedarên dewletê tiştekî nakin. Piştî her cînayeta pêkte, mêr bi rewşa baş xwe li kuçeyê dibîne. Ger wiha bibe, dê berdewama wê jî bê. Ji ber vê yekê divê zagon bên nûkirin û jî jinan re zêdetir qîmet bê dayîn. Îro tu ferqa jinan ji mirîşkan namîne. Ez li Tirkiyeyê hîs nakim ku wek jinêk dijîm. Ger di destê min de derfet hebe, deqîqeyek jî li vir namînim." 
“Bila ji jinan re hezkirin, keyfxweşî û aştiyê bidin” 
Muazzez Okay bal kişand ser wê yeke ku di nava heyecana ku ew ji bo roja jinan dijîn de kêf û şahî tune û bilêv kir ku jin li her derê yan hatine qetilkirin yan jî ji birçîna mirine. Muazzez Okay diyar kir ku tu kes ji bo jinên hatine qetilkirin dengê xwe dernaxe û wiha got: “Em ji bo roja jinan tê kêfxweş in, lê tu maf û ewlehî ji me re nayê dayîn. Li Tirkiyeyê mafên jinan li hinek cihan hene û li hinek cihan tene ye. Mînak li Amedê tune ye. Divê tiştên tên jiyan kirin bên sekinandin. Jin vala vala tên kuştin. Navê jina hatî qetilkirin rojek an du rojan tê bîr anîn û paşê tê bîr kirin. Bila ji jinan re hezkirin, keyfxweşî û aştiyê bidin. Ger ji 8’ê Adarê yek daxwazek min hebe ew jî keyfxweşî û hezkirin e.”
"Li Tirkiyê jin bûyîn pir zehmet e" 
Gulay Guçlu ya herî dawî axivî jî destnîşan kir ku divê jin bibin yek û wiha axivî: “8’ê Adarê ji bo jinan rojek girîng e ku dengê xwe bigihînin. Helbet ji bo me girîng û bi nirx e ku ew roj ji bo jinan hatiye veqetandin. Jin li Tirkiyeyê di her warî de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Ez dizanim ku jin ji bilî zextên civak û malbatê, pirsgirêkên ku em di jiyana karsaziyê de dijîn, di her wateyê de di bin siya mêr de dijîn. Tu nikarî wekî kesayetek bijî. Ev her tim di jiyana me de astengiyek avadike. Helbet em dixwazin wan bi ser bixin, lê ev jî ne ewqas hêsan e. Mêr bêyî astengî bi hêsanî dikarin biçin pozîsyonek ku me pir dijwar bi destxistiye. Divê jin mafên xwe bizanibin û biparêzin. Ji xeynî vê, divê mêr jî wek mirovan heman hestiyariyê nîşan bidin. Tundiya fizîkî tenê aliyê tê ditîn e, em tundiya derûnî jî dijîn. Jin gelek pirsgirêk ên ku nay dîtin, dijîn. Ji ber ku em jin in hemû jiyana me tê sînor kirin an jî tê astengkirin. Guhertina van ne hêsan e, lê gelek tiştên ku divê werin guhertin hene. Wek mirov mafê me yê hebûne heye.”