Ji YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn serdana Wefa Elî Ebas a hatibû rizgarkirin
Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin li Kampa Holê çûn serdana Wefa Elî Ebas a di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de hat rizgarkirin. Wefa teqez kir ku heya bigihîje Şengalê ew ê cilên xwe yên reş ji xwe neke.
Hesekê - Bi armanca ewlekirina Kampa Holê û girtina şaneyên DAIŞ'ê yên ku sûcên qetilkirinê li dijî jinan pêk tînin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya YPJ û QSD'ê qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê di 25'ê Tebaxê de dest pê kirin. Di roja 9'emîn a operasyonê de jina Êzidî ya bi navê Wefa Elî Ebas ji aliyê şervanên YPJ'ê ve hate rizgarkirin.
Fermandara Meclisên Leşkerî ya Herêma Cizîrê Evînar Dêrik her wiha Endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn - Jin li navenda Rêveberiya Kampa Holê serdana jina ciwan Êzidî kirin.
YPJ'ê jina ciwan a Êzidî Wefa Ebas rizgar kir
Evînar Dêrik axivî û wiha got: "Di encama kar û xebateke demdirêj de, me jinek ciwan a Êzidî Wefa Elî Ebas di Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de rizgar kir, lê belê ev ne jina yekem e ku em wan rizgar dikin. Di Şoreşa 19'ê Tîrmehê de heya roja îro ji Reqayê heya Şengalê YPJ'ê kedek mezin da bi sedan jinên Êzidî rizgar kir. Çeteyên DAIŞ'ê dixwestin bi riya jinên Êzidî nasname, çand, pîvan û exalqê gelê Êzidî têk bibin. Lê YPJ'ê roj bi roj jinên Êzidî rizgar kir û soza xwe bi cih anî."
Wefa Elî Ebas jî spasiya YPJ'ê kir û da zanîn ku wê soz daye cilên xwe yên reş ji xwe neke heya bigihîje erda Şengalê û malbata xwe.