Ji xwendekarên zanîngeha Kurdistanê protesto

Xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê, li dijî beraetkirina mamosteyekî ku piştî giliyên 17 xwendekaran ji kar hatibû avêtin nerazîbûn nîşan dan û daxwaza lêpirsîn û darizandinek şefaf kirin.

Navenda Nûçeyan – Ddi 30’ê Hezîranê de xwendekarên lîsansa bilind a Sosyolojiyê yên Zanîngeha Kurdistanê, beraeta mamosteyê berê Cemal Mihemedî ku bi tacîza zayendî hatibû tawanbarkirin, protesto kirin.

Xwendekaran, bi hilgirtina pankartan ji Fakulteya Zanistên Civakî ber bi avahiya sereke ya zanîngehê ve meşiyan û dirûşme berz kirin. Xwendekaran di daxuyaniya xwe de daxwaza lêpirsîn û darizandinek zelal kirin.

Giliya xwendekaran

Di pêvajoya ku bi îdiaya êrîşa zayendî ya mamosteyekÎ ya li dijî xwendekarekî lîsansa bilind a li zanîngehekî dest pê kir de, 17 jinan dosyayek gilîkirinê ya bi qasî 300 rûpelî pêşkêş kirin. Di Cotmeha 2025’an de nêzî 100 xwendekarên sosyolojiyê bi daxwaza darizandinek şefaf daxuyaniyek weşandin.

Piştî giliyan pêvajoya disiplînê hate destpêkirin û hinek xwendekaran ji nû ve îfade dan. Lijneyê, destpêkê cezayê erkê mecbûrî yê salekî ferz kir û piştre di Sibata 2026’an de, biryara îhraçkirinê da. Xwendekaran, vê biryarê mîna encamek girîng a daxwaza xwe ya edaletê hesibandin.

Biryara nû ya Wezareta Zanistê

Piştî îtîrazê, doz ji aliyê lijneyek dîsîplînê din a girêdayî Wezaretê ve ji nû ve hate nirxandin û di Tîrmeha 2026’an de têkildarî mamosteyê de biryara beraetê hate dayîn.

Xwendekaran, diyar kirin ku ev biryar bi biryara îhraçê ya berê re nakok e û bêyî ku kesên gilîkirinê bên guhdarkirin, hatiye dayîn. Her wiha diyar dikin sedema ku doz bi tevahî beraet bûye nehatiye diyar kirin.

‘Ewlehiya zanîngehê meseleya hemû xwendekaran e’

Ji ber ku dersên lîsansê tunebûn, piraniya xwendekarên lîsansê beşdarî xwepêşandanê bûn. Xwendekaran, di daxuyaniya xwe de destnîşan kirin ku pirsgirêk ne tenê bi yek beşê ve sînordar e, bi ewlehiya tevahiya zanîngehê re eleqedar e. Xwendekaran diyar kir ku divê zanîngeh bibe hawîrdorek perwerdehiyê ya ewle û bikaranîna têkiliyên hêzê ya xirab, him xwendekaran û him jî baweriya bi saziyê qels dike.

Ji xwendekara sê daxwazên sereke

Xwendekaran, daxwazên xwe di bin sê sernavan de eşkerekirin. Xwendekaran, daxwaz kirin ku biryarên dadgeha destpêkê û ya îstînafê bên weşandin, divê zanîngeh têkildarî bi mamosteyê beraetkirî re hevkariyê neke daxuyaniyek bide û divê rektor dozê bi Wezaretê re bişopîne û piştgirî bide xwendekarên gilîkar.

Hevdîtina bi rektorê Zanîngehê re

Piştî xwepêşandanê, xwendekaran bi rektor re civiyan û daxwazên xwe anîn ziman. Her çend rêveberiya zanîngehê diyar kir ku pêvajoya qanûnî hêj didome jî, der barê mijarên mîna weşandina biryaran û piştgiriya gilîkaran de tu gavên berbiçav neavêt. Xwendekaran jî, diyar kirin ku ew vê bersivê têrker nabînin û wê pêvajoyê bi rêyên qanûnî û sivîl bişopînin.

Piştgiriya Konseya Xwendekaran

Konseya Xwendekaran, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanan nîşan da û diyar kir ku doz ne mijarek takekesî ye. Konseyê, destnîşan kir ku ewlehiya derûnî ya xwendekaran, mafê xwepêşandana aştiyane û pêvajoya darizandinek zelal mafên bingehîn in. Konseyê, daxwaz kir ku zanîngeh û Wezaret pêvajoyê bi awayekî şefaf bimeşînin, piştgiriyê bidin xwendekarên mexdûr û hesabpirsînê misoger bikin. Encûmenê her wiha ragihand ku ew ê pêvajoyê bişopîne heya ku nezelalî çareser bibin.

Her wiha konseyê, ragihand ku ew ê heta ku nezelalî ji holê rabe, pêvajoyê bişopîne.