Ji Xezayê ji bo nexweşxaneyan banga lezgîn
Wezareta Tendrustiyê ya li Xezayê, diyar kir ku krîza sotemeniyê ku li nexweşxaneyan tê jiyîn, gihîştiye astek xeternak û banga mudaxeleya lezgîn kir.

Navenda Nûçeyan – Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza bi hemû dijwariya xwe didome. Îsraîlê beriya 7 rojan dest bi êrîşên bejahî yên li dijî Filistînê kir. Li Filîstîna ku ji aliyê gelek dewletan ve hat nasîn û hinek dewletên din jî xwe amade dikin ku nas bikin. Ji ber êrîşên hewayî û bejahî yên Îsraîlê îro herî kêm 17 kes mirin û hate diyarkirin ku ev hejmar gelek kêm rastiyê îfade dike.
Li aliyê din hişyarî hate dayîn ku li nexweşxaneyên li Zîvala Xezayê ku di bin êrîş û dorpêça Îsraîlê de krîzên sotemeyê dijîn, rewş xirab e. Hat ragihandin ku ev krîz gihîştiye asta herî xeternak û ji sekinandina xebatên nexweşxaneyan re tenê çend roj mane.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Tendrustiyê ya li Xezayê ve hat dayîn de, têkildarî nexweşxaneyên li Xezayê agahî hatin parvekirin.
Banga mudaxeleya lezgîn
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ji ber xilasbûna sotemeniyan, tenê çend roj mane xizmetên nexweşxaneyan bisekinin. Krîza sotemeniyê ku li nexweşxaneyan tê jiyîn, gihîştiye astek xeternak.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sekinandina nexweşxaneyên ku xwedî girîngiya jiyanî ne, tê wateya ku krîza tendrustiyî li Xezayê hê xirabtir bibe, nexweş û birîndar rastî mirinê bên. Ji bo pêşî li felaketan bigrin, bi navê gihandina sotemeniyê ji bo nexweşxaneyan banga ‘mudaxeleya lezgîn’ hate kirin.
Di êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li dijî Zîvala Xezayê didomin de, herî kêm 65 hezar û 344 Filistînî mirin, 166 hezar û 795 kes jî birîndar bûne.