Ji WHO’yê ji bo zarokan alarma ‘dijîtal’

WHO’yê di lêkolîna xwe ya dawî de diyar kir ku ji pandemiyê heta niha hejmara zarokên rastî sîber mobbing tên zêde dibe.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) encamên lêkolîna xwe ya der barê zarokên di temenê 11-15 salî de eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku mobînga di qada dîjîtal de di çar salên dawî de zêde bûye.

Dîrektorê Ewropayê yê WHO’yê Hans Klugge encamên lêkolînê eşkere kir û ev tişt got: “Ji 6 zarokan 1 jê ji koma temenê 11-15 salî de di qada înternetê de rastî mobbing tên. Ev rewş li gorî encama lêkolîna beriya 4 salan ji sedî 3 zêde bûye. Di raporê de hat tesbîtkirin ku ji destpêka pandemiya koronayê ve heta niha tundiya dîjîtal zêde bûye.

Zarok rastî tacîzê tên

Zêdebûna bûyerên di qada dîjîtal a mobbîng dihat şopandin, tundiya fizîkî ji sedî 11 li gorî 4 sal berê ji sedî 1 zêde bûye. Zarokên kur ji sedî 15 û zarokên keç jî ji sedî 16 di mehên dawî de di qadên înternetê de rastî tacîzê tên. Ji 8 zarokan yek li xwe mikur hat ku bi xwe di qada înternetê de kesên din tacîz kiriye.

Daneyên Tirkiyeyê tune ne

 Li gorî lêkolîna ku li 44 welatên herêma Ewropayê bi 280 hezar zarokan re hat kirin, ên herî zêde ji mobîngê bi bandor dibin zarokên kur ên 11 salî û zarokên keç ên 13 salî ne. Ji rêzê ve herî zêde bûyerên mobbîngê li Bulgaristan, Lîtvanya, Polonya û Moldovayê di nav zarokên kur de tê dîtin, rêjeya herî kêm jî li Spanyayê hat tomarkirin. Di lêkolînê de daneyên Tirkiye, Ukrayna, Gurcistan û Azerbeycanê cih negirtin. Dîrektor Hans Klugge, da zanîn ku ciwan rojê nêzî 6 saetan li ser kompîtorê demê derbas dikin û hişyarî da ku guhertinên piçûk ên di rêjeyê de jî dikare li ser tenduristî û aramiya bi hezaran zarokan bandorên xirab ava bike.