‘Ji tirsa xwepêşandan û serhildanê zagona ‘Hîcaba bi zorê’ hat taloqkirin’
Parlamenterek Îranê ragihand ku ji tirsa xwepêşandan û serhildanê, zagona ‘Hîcaba bi zorê’ ji bo demeke nediyar hatiye taloqkirin.
Îran- Dihat payîn ku di 13’ê Kanûnê de zagona ‘hîcaba bi zorê’ ku demek bû di navbera Parlamentoya Îranê û Konseya Parêzvanên Destûra Bingehîn de dihat nîqaşkirin, bikeve meriyetê. Lê belê zagona ‘hîcaba bi zorê’ ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî hat amadekirin û dihat payîn li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikeve meriyetê, ji aliyê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ve hat rawestandin.
Parlamentera berê ya parlamentoya Îranê Perwane Selahşor der barê paşxistina zagonê de ji malpera Dîdban re axivî. Perwane Selahşor got ku ji ber tirsa ji serhildan û nerazîbûnan, pejirandina zagonê hatiye paşxistin û got; “Ji ber ewlekariya welatê me, xistina meriyetê ya zagonê, ji bo demek nediyar hatiye paşxistin.”
Pêşnûma zagon çi digre nava xwe?
Li gorî zagonê; kesên li gorî zagona cil û bergên Îslamê tevnegerin dê bi cezayên giran ên pere werin cezakirin. Di egera binpêkirina zagonê de, ji cezayên 5 hezar tumen zêdetir, qedexeya derketina derveyî welat, heta 15 sal cezayê girtîgehê dê were dayîn. Kesên di nava 10 rojan de cezayê pere nedin dê nekaribin xizmetê ji dezgehên dewletê û bankayan bigrin û her wiha wê pasaport, ehliyeta wesayîdê û ehliyeta ajotinê negirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Îranê zêdetirî 500 rojnamevan, çalakvan, hunermend û aktîvîstan, bi çalakî û daxuyaniyên cuda li dijî zagona ‘Hîcab û Îffetê’ nerazîbûn nîşan dan û ragihandin ku ev zagon bingeha cudahiya zayendî çêdike û zirarê dide rûmeta jin û zarokan. Çalakvanên jin û civaka sivîl a Îranê eşkere kirin ku yek ji sedemên destdirêjiya zayendî ya li ser jinan hebûna têkiliyên newekhev a hêzê ye û diyar kirin ku ew ê li dijî qanûna girtina bi zorê ya serê jinan, li hemû riyên pêwîst bigerin ûdengê xwe bigihîjînin cîhanê.