Ji Tehranê heta Xartûmê berxwedana jinan a li dijî zextan
Li Îran û Sûdanê, jin bi zilm, zexta siyasî û tundiya bipergalî re rû bi rû dimînin; qanûn û kevneşopî ji bo şikandina îradeya jinan û desteserkirina azadiya wan mîna çekek tê bikaranîn. Lê digel hemû êrîşan jî, jinan ji bo parastina mafên xwe têdikoşin.

MERVAT ABDULKADÎR
Sûdan – 16’ê Îlonê, 3’yemîn salvegera serhildana gel a li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya di sala 2022’yan de li paytexta Îranê Tehranê ji aliyê "polîsên ehlaqê" ve bi hinceta ku li gorî pîvanên girtinê tevnegeriyaye hate qetilkirin, hat destpêkirin e. Ev bûyera tradejîk, agirê şoreşa ku di sala 2013’an de li Sûdanê ji bo azadî û mafên jinan destpêkir jî, pêxist. Jinan, ji bo daxwaza xwe ya herî girîng a ‘rakirina pergala ku li qadên giştî cil û bergên sererast dike’ têkoşîneke şoreşgerî dan destpêkirin.
Lê belê hikûmeta Sûdanê, hewl da vê têkoşîna şoreşgerî ya jinan bitepisîne. Jin hatin girtin, îşkencekirin, porê wan hate birîn û hinek jin jî hatin qetilkirin. Lê, jinên Sûdanê dev jî têkoşîna xwe bernedan û di Şoreşa Kanûna 2018’an de ji nû ve derketin ser dikê û rejîma zextker hilweşandin. Ev şoreş, bû sedema bidestxistina hinek mafan û guhertîna qanûnên bê edalet.
Pevçûnên li Sûdanê azadî û rûmeta jinan dihejîne
Ji bo jinan, li Sûdanê bidestxistina mafan û rakirina hinek qanûnên bêedalet, ne hêsan bû. Di vê pêvajoyê de girtin, îşkence, girtina bi darê zorê û qetilkirinan hate jiyîn.
Şoreşa Kanûnê, ji bo jinan hinek mafan da qezenckirin û hikûmeta Sûdanê neçar kir ku hevpeymanên navneteweyî yên mîna Peymana Pêşîgirtina Her Cure Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) qebûl bike. Di heman demê de jin, piştî salên dirêj ji nû ve derketin qadên siyasetê û dest bi aktîvîstbûnê kirin. Lê belê piştî pevçûnên li Sûdanê, maf û azadiyên jinan ên hatine bidesxistin, hatin desteserkirin.
Pevçûnên di navbera "Hêzên Piştgiriya Lezgîn" û artêşa Sûdanê de, jinan hedef girt û tundiya zayendî ya bipergalî mîna çekek hat bikaranîn. Tundiya navmalê zêde bû, azadiya tevgerê ya jinan hat sînordarkirin û azadiya derbirînê rastî zextan hat. Di heman demê de, şert û mercên jiyanê xirabtir bûn û berpirsyariya jinan zêde bûn.
‘Hevkariya hikûmeta demkî bi artêşê re xeyalên jinan têk bir’
Parêzvana mafên jinan Magda Salih, diyar kir ku jinên Sûdanî di Şoreşa Kanûnê de roleke girîng lîstine û bi berxwedana xwe re hikûmeta xirab hilweşandine. Magda Salih, da zanîn ku hevkariya hikûmeta demkî bi artêşê re xeyalên jinan ên avakirina demokrasiyek adilane û dewletek hiqûqê, têk biriye, lê jin tevî vê yekê jî ji bo mafên xwe têkoşîna xwe didomînin.
‘Jin di aliye qanûnî û civakî de bi temamî tenê hatin hiştin’
Magda Salih, destnîşan kir ku pevçûnan jiyana jinan zêdetir zehmetir kiriye û da zanîn ku jin niha rastî binpêkirinên herî giran ên mîna destdirêjî, tecawiz û koçberiya bi darê zorê tên. Magda Salih, diyar kir ewlehiya jin û zarokên keç nemaye. Magda Salih, destnîşan kir ku jin di aliye qanûnî û civakî de bi temamî tenê hatine hiştin û dewlet di vê mijarê de netêrker e û wiha got: “Hinek malbat, bi hinceta namûsê zarokên xwe yên keç ên rastî destdirêjiyê hatine, ber bi xwekuştinê ve dibin.
‘Jin têkoşîna xwe didomînin’
Aktîvîsta mafên jinan Taysir al-Nouranî, diyar kir ku bandora şer hê jî li ser jinan didome û got ku gelek jin neçar mane ku li hundir koçber bibin û ev yek jî jinan dixe di nava xeteriyek mezintir. Taysir al-Nouranî, destnîşan kir ku bi taybetî li herêmên ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve têne kontrolkirin, gelek bûyerên tecawiz û destdirêjiyê hatine jiyîn. Taysir al-Nouranî ragihand ku piştî hilweşandina xizmetên tenduristiyê, jin bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû dimînin û jinên ku rastî tecawizê tên, nikarin alîkariya bijîşkî bistînin û wiha got: “Ji ber bandora şer, rêjeya xizanî û birçîbûna di nava jinan de zêdetir bûye û bi taybetî jî karkerên jin hê zêdetir bandor dibin.”
Tirsa jinan a vegera qanûnên beriya şoreşê
Jinên Sûdanî, tevî hemû zehmetiyên mezin jî ji bo ji nû ve bidestxistina maf û rûmeta xwe têkoşîna xwe didomînin. Parêzvanên mafên jinan, binpêkirinan eşkere dikin û ji bo edalet û mafên mirovan dengê xwe bilind dikin. Dîrektora herêmî ya Înîsiyatîfa Jinan a Qiloça Efrîkayê "Siyaha" Hala el-Karb, diyar kir ku qanûnên li Sûdanê jinan naparêzin û gelek caran jî zirar dide jinan. Hala el-Karb, da zanîn bi taybetî jî Qanûna Cezayê ya Sûdanê ya 1991’an, jinên rastî destdirêjiyê hatine sûcdar radighîne û hewl dide jinan ceza bike. Hala el-Karb, destnîşan kir ku Sûdanê Protokola Efrîkayê ya Mafên Jinan (Protokola Maputo) û Peymana Pêşîgirtina Her Cure Cudakariya li Dijî Jinan (CEDAW) nepejirandiye.
‘Hikûmeta Sûdanê girîngî nade mafên jinan’
Rojnamevan Rehab Fadl el-Sayed, diyar kir ku şerê li Sûdanê rola jinan paşve xistiye û got ku hin qanûnên ku berê ji bo jinan dihatin sepandin, piştî şer di astekî mezin de bipaş ketine. Rehab Fadl el-Sayed, da zanîn ji bo ku jin mafên xwe bi dest bixin, divê hikûmetek sivîl bê damezrandin û pêwîst e ev hikûmet qanûnên ku mafên jinan mîsoger bike, derxe. Rehab Fadl el-Sayed, destnîşan kir ku hikûmeta Sûdanê di mijara mafên jinan de bêxem e û da zanîn jinên ku ji herêmên şer koçberî herêmên sivîl dibin, ji aliyê dewletê ve nayên parastin û gelek jin tên girtin û li dadgehan tên darizandin.