Ji Talîbanê qedexeyek din a sosret
Rejîma Talîbanê ya ku rêveberiya Efganîstanê desteser kir şûnde her roj qedexe li ser jinan zêdetir dike. Vê carê jî ferman da rêyên hawayî ku jin bi tena xwe sûwarî balafiran nebin.
Navenda Nûçeyan – Li Efgenîstanê pêkutiyên li ser jinan, piştî ku Talîbanê rêveberiya Efganîstanê desteser kir şûnde her roj kurtir dibe. Talîbanê ku beriya demekê li ser jinan qedexe kiribû ku ‘bêyî mêrekî nikaribin 72 kîlometreyan bi dûr ve biçin’, û di rojên derbasbûyî de bêyî ku vebibin dibistanên zarokên keç girtibû vê carê jî qedexeyek din a sosret a derbarê jinan de ragihand.
Li gor agahiyên ku AFP ji şerîkeyên rêyên hewayî girtiye hat ragihandin ku Talîbanê ferman daye rêyên hewayî ku ew nehêlin jinekê bi tena xwe sûwarî balafiran bibe. Her wiha li gor fermanê hatiye diyarkirin ku jinan tenê ‘ger hevser an jî mêrekî ji malbatê li gel wan be’ dikarin sûwarî balafiran bibin.
Şerîkeyên Ariana Afghan Airlines û Kam Airê vê fermana Talîbanê piştrast kirin. Di nameya Ariana Afghan Airlinesê de ya ji personelên şerîkeyê re hate şandin wiha hat gotin, "Divê destûr ji jinan re neyê dayin ku bêyî xizmê xwe yê mêr ji bo rêwîtiya hundir û derve li balafirê siwar bibin."