Biryara ji hev cûda rûniştina xwendevanan!
Li Osmangazî ya Bursayê li Dibistana Mîthatpaşa ji bo xwenevanên keç û xwendevanên xort li rûniştekê cûda rûnin, ji mamosteyan re nivîs hat şandin.
Navenda Nûçeyan – Li dibistanên li Tirkiyê feraseta zayendparêziyê bi awayekê ber bi çav tê jiyîn. Li navçeya Osmangazî ya Bursayê Midurê Dibistana Navîn a Mithatpaşayê Haydar Akin, ji bo xwendevanên keç û xwendevanên xort ji hev cûda werin rûniştin ji mamosteyan re nivîs hat şandin.
Midûr Haydar Akin ji bo xwendevanên keç û xwendevanên xort ji hev cûda werin rûniştin ji mamosteyan re pêyamekê nivîskî şand.
Midûr Haydar Akin bi pêyama ku ji mamosteyan re şand, biryara xwe ya ji hev cûda rûniştina xwendevanan anî ser ziman. Di mesajê de wiha got: “Ez dibînim ku li hin refand e xwendevanên keç û xwendevanên xort li kêleka hev rûdinên. Ez rica dikim ku di vê mijara li gel hev rûniştina xwendevanên keç û xwendevanên xort de hûn hesas nêz bibin. Bi girîngî rica dikim ku di vê rewşê de mamosteyên refan di demek herî kurt de guhartinên pêwist pêk bînin”. Midurê ku vê pêyamê ji mamosteyan re şand, heman demê de belgeyekî fermî jî amade kir!
Li hemberî biryarê bertekên tûnd
Li hemberî bûyera ku hat jiyîn bertek dereng neket. Li ser bingehê bertekan Qeymeqamî da zanîn ku ew derbarê Midûrê Dibistanê Haydar Akin de lêpirsîn dane destpêkirin. Daxuyaniya ku ji aliyê Qeymeqamiya Osmangazî ve hat kirin wiha hat gotin: “Derbarê xisûsên li dibistana navîn a navçeya Osmangaziyê tê jiyîn lêkolîn hatiye destpêkirin û xebatên derbarê bûyerê de bi hemû aliyan ve bi awayekê berfireh û hesas tê meşandin.”