Ji Sûdana ku şerê navxweyî lê didome xeberek xweş: Amaal a 3 salî baş bû
Li Sûdana li gel nûçeyên şer agahiyên xweş jî tên. Zaroka 3 salî ya bi navê Amaal Abu Al- Malî Abdelmecîd, a nexweşa penceşêrê bi malbata xwe re ji Hartumê neçar dima biçe Meroe piştî tedawiya ku bi derfetên kêm dît rewşa wê baş bû.
AYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Li Sûdanê şer bi her alî ve bandorek neyênî li jiyana zarokan dike. Zarokên li Sûdanê nexweşiya penceşêrê bi wan re heye, ji ber şerê li welatê wan, du qat zehmetiyan dikşînin.
Li Sûdanê şerê navxweyî ji Nîsana 2023’an heta niha di navbera artêşê û komên çeteyên paramîlîter û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de didome. Li peytext Hartumê ku şerê navxweyî lê dest pê kiriye, jiyan hema bibêje sekiniye. Li bajarê ku navenda penceşêrê lê heye, nexweşên penceşêrê yên ji cihên xwe bûne û mirovên wan ji bo tedawiyê koçî bajarê Vad Medenî kirine.
Lê belê bi dagirkirina Vad Medenî ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve, malbat li gel zarokên xwe yên bi nexweşiya penceşêrê ketine, ji bo tedawiyê neçar dimînin biçin herêmên cuda yên weke Meroe û Bakurê Sûdanê.
Amaal Abu Al-Malî Abdilmecîd a 3 salî, yek ji wan zarokên ku ji bo tedawiyê ketiye riya koçberiyê ye. Malbata Amaal Abu Al-Malî Abdelmajid, li Port Sûdanê heta herêmên Hac Yunus a Hartumê piştî koçî bajarê Meroe yê li bakûrê Sûdanê bûn, ji bo tedawiya penceşêra gurçikê, têkoşiyan.
Amaal Abu Al-Mali Abdilmecîd ne ya ewil e, berê jî li dijî heman nexweşiyê têkoşiya, bûyerên cuda yên ku rewşa wan baş bûye jî hene. Lê belê Amaal û malbata wê, ji bo tedawiyek cuda rêwîtiyek dirêj dikin û başbûna wan, rastî demek ku şerê li weat berdewam dike hatiye.
Piştî tedawiya zehmet a 7 mehan, roja 21’ê Mijdarê, ragihandin ku zaroka wan piştî tedawiyê baş bûye.
Tedawî bi serkeftî temam bû
Ji pisporên yekîneya penceşêra zarokan a li bajarê Meroe Dr. Alaa Al- Qasim wiha got: “Di nava meha Çileyê de, bûyerên li bajarê Vad Medenî û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, piştî ku bajar xistin destên xwe me zarokên ku penceşêr bi wan re hebî ji yekîneya medenî birin Meroeyê. Li wê derê me dest bi tedawiyê kir.”
Dr. Alaa Al-Qasim wiha got: “Tedawiya Amaal Abdilmecîd bi serkeftî temam bû. Piştî gurçikên wê hatin girtin, tesbîta tîmura penceşêrê hatibû kirin. Tedawiya kemoterapî û radyoterapî hat dayîn. Tevî hemû zehmetiyan tedawiya Amaal bi serkeftî temam bû, rewşa wê baş e niha.”
Piştî 11 seansên radyoterapiyê baş bû
Dayika Amaal Abdilmecîd Îqbal Ahmed Osman wiha got: “Em ji Hartumê çûn Port Sûdanê û ji wir jî em çûn Meroeyê. Tedawiya me ya ku li Port Sûdanê dest pê kir, li Meroe temam bû. Tedawiya wê 7 mehan domiya û bi giştî 11 seans radyoterapî dît, di dawiyê de rewşa wê baş bû.”
Derûnînas Asîla Muhamed Osman jî da zanîn ku ew pêvajoya tedawiya Amaal Abdilmecîd dişopîne û wiha got: “Bi giştî nexweşên me, bi taybetî em alîkarî pêşkêşî zarokan dikin. Amaal Abdimecîd rêwîtiyek zehmet derbas kir û bi zehmetiyên ku şer bi xwe re anîn re têkoşiya. Me piştevaniya madî û psîkolojîk da malbatê, bi alîkariya nexweşxaneyê re, me bi havkeriya Komeleya Zarokên Nexweşên Pençeşêrê yên Sûdanê re hemû pêwîstiyên tibî pêşkêş kir. Em jiyana bi tendirust ji Amaal re dixwazin, ez di wê heviyê de me wê rewşa hemû zarokan baş bibe.”