Ji şêniyên Firatê helwesta hevpar: QSD’ê vîna me ye

Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê ji piştevaniya bi Hêzên Sûriya Demokratîk re herikîn qadan. Şêniyan bi yek helwestê gotin “QSD’ê vîna me a ku wê neyê tunekirin.”

Kobanê – Piştî rûxandina pergala Rêjîma Baas a Sûriyê û hatina komên cîhadîstên li ser desthilatê, rojane gef li hember Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên xwarin. QSD’ê ku sîwana hêzên xweparastinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û  di nava xwe de bi dehan meclîsên leşkerî, yekîne û hêzên ku nûneriya hemû pêkhateyên li herêmê dike, digre.

 Li dijî gefên li hember QSD’ê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îroj bi sedan ji şêniyên kantona Firatê li bajarê Kobanê hatin cem hev û meşiyan. Di meşê de alên QSD’ê û pankarta bi nivîsa “QSD’ê vîna me ye” hatibûn hilgirtin.

Meşê ji qada Jina Azad destpê kir û li qada Aştiyê bi dawî bû. jin, ciwan û gelên di meşê de amede bê navber siloganên ku girêdana gel bi QSD’ê re tîne ziman, berzkirin.

‘Înkarkirina QSD’ê tê wateya înkarkirina vîna bi deh hezaran kesan’

Li qada Aştiyê piştî deqeyek rêzgirtin, hevserokê Encûmena Cîbicîkar yê kantona Firatê Ferhan Hec Îsa axivî. Ferhan Hec Îsa peyama gel bi gotinên “Gel û QSD’ê weke rih û bedena ku bê hev nikarin bijîn. Siyaseta înkarkirina QSD’ê tê wateya înkarkirina vîna bi deh hezaran kesan” anî ziman.

 Meş bi siloganên ‘QSD rûmet, vîn û hebûna me ye’ bi dawî bû.