Ji seferberiyê peyama jinan: Aqûbeta DAIŞ’ê dê li serê dewleta Tirk be

Jinên gundê Helîncê a bajarê Kobanê ku ji bo piştgiriya şervanên xwe yên di çeperên şer de xwarinê amade dikin û dişînin, dan zanîn ku ewê aqûbeta DAIŞ’ê li serê dewleta Tirk be jî.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Piştî erîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê, gelê herêmê ji bo ku welat û deskeftiyên xwe biparêzin, di her alî de ketin nav seferberiyê. Hemû gelên herêmê di vî alî de di nav berxwedanî û tevgerê de ne. Di vê çerçovêyê de jî li bajarê Kobanê şêniyên gundê Helîncê ji bo piştgiriya şervanên di çeperên şer de ne, xwarinê amade dikin. Jinên gundê Helîncê yên komîna şehîd Medya jî, ji bo piştgiriya zarok û parazvanên xwe bikin, xwarinan çêkirin û şandin çeperên berxwedaniyê.

Jinên ji Gundê Helîncê diyar kirin ku ew her tim li pişta şervanên xwe ne û ji bo parastina ax û deskeftiyên wan jî çi ji wan bê xwestin ewê pêk bînin. Yej ji jinên ku xwarinê amade dike Hacîre Kenco ye. Hacîre da zanîn ku ji bo piştgiriya şervanên xwe yên di çeperan de şer dikin, xwarinê amade dikin û wiha got: “Em wek dê, bav, xwişk û birayên şervanên xwe yên parastina axê me dikin, bi riya xwarinê piştgiriya wan dikin. Em bi zarokê xwe serbilind in û bi rih û can bi wan re ne.”

‘Zarokên  welatê me ne bi giştî zarokên me ne’

Dayîka Hacîre berxwedana li Bendava Tişrînê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Ev demek e şervanên me li Bendava Tişrînê li hember erîşên dagirkeriyê şer dikin û liberxwe didin. Ma QSD kî ye? Ew bi xwe zarokên vî gelê ne. Zarokên  welatê me ne bi giştî zarokên me ne. Ji bo vê jî em bi her awayî dixwazin ku bi wan re bibin alîkar û piştgiriya wan bikin. Emê her tim li pişta wan bin, çi ji me bê xwestin emê bikin û silavên min ji hemû şervanên QSD`ê re hene.  Em dibêjin ku emê her tim li pişta şervanê xwe bin. Her bijî ji şervanên me re.”

‘Em li ser ax û welatê xwe ne û parastina axa xwe dikin

Necmê Misî jî da zanîn ku ew îro ji bo zarokên xwe yên axa xwe diparêzin û di şer de ne xwarinê amade dikin û wiha berdewam kir: “Îro em ji bo zarokên xwe yên di çeperan de parastina me û axa me dikin, xwarinê amade dikin. Bi riya xwarinê em piştgiriya şervanên xwe dikin. Emê her tim li pişta şervanên xwe bin û bi her awayî piştgiriya wan bikin. Ma çi karê dewleta tirk li cem me heye? Em li ser ax û welatê xwe ne û parastina axa xwe dikin. Em îro xwarinê ji zarokê xwe re ji hêz û şervanê xwe re çêdikin. Emê heta dawî li pişta wan bin. Bijî Berxwedana QSD`ê.”

‘Aqûbeta DAIŞ’ê ewê li serê dewleta Tirk be’

Fîroz Xelîl jî anî ziman ku ewê heta dawî piştgiriya zarokên xwe yên di nav berxwedaniyê de ne dikin û wiha berdewam kir: “Em îro li gundê Helîncê xwarinê ji bo zarokên me yên di çeperên şer de ne amade dikin, em piştgiriya wan dikin. Em dibêjin ku çawa DAIŞ di Kobanê de têk çû, ewê dewleta Tirk jî li ser destê zarokên me têk biçe. Çi karê dewleta tirk li cem me heye? Em ax û welatê xwe bernadin û emê her tim li ser axa xwe bin. Ma QSD kî ye? Zarokên vî gelî ne, yên vî welatî ne. Ne bi balafirên xwe ne jî bi top û êrîşên xwe dikarin vîna me bişkînin. Em dev ji axa xwe bernadin û em gelê Kurd ji mirinê mezintir in. Em dibêjin ku emê her tim li ser axa xwe bin û piştgiriya şervanên xwe bikine. Bijî şervanên me yên ku canê xwe ji bo axa xwe didin.”