Ji rojnamevanên jin ên Sûdanî banga maf û azadiyan
Rojnamevanên jin ên Sûdanî, avakirina mekanîzmayeke neteweyî ya ji bo têkoşîna li dijî tawanên sîber red kirin û hişyarî dan ku ev mekanîzma dikare ji bo zêdekirina zextên li ser çapemeniyê û bêdengkirina azadiya derbirînê bê bikaranîn.
Sûdan – Rojnamevanên jin ên Sûdanî, li dijî biryara hikûmetê û Wezareta Dadê ya ji bo avakirina Mekanîzmaya Neteweyî ya Têkoşîna li dijî Tawanên Sîber derketin û vê gavê wekî hewldanekê yasayî kirina zextên li ser çapemenî û rojnamevanan nirxandin.
Ji bo vê mekanîzmayê, rayayên berfireh hate dayîn ku hemû naverokên di dezgehên medyayê û platformên medyaya dîjîtal de têne weşandin, bişopîne û kontrol bike. Her wiha ev mekanîzma dikare li ser navê dewletê, li dijî her cure naverokeke ku tê îdiakirin zirarê dide ewlehiya dewletê an jî ewlehiya giştî dozên yasayî veke.
Ji rojnamevanên jin ên Sûdanî banga maf û azadiyan
Rojnamevan Rêşan Uşî, di peyama xwe ya li ser platforma medyaya dîjîtal de diyar kir di demekê ku gelê Sûdanê "nan" digere de, hikûmet bala xwe dide tiştên hûsa û da zanîn ku ev yek tê wateyê ku hikûmet hewl dide kontrola xwe li ser debara jiyanê û axaftina xelkê ferz bike an jî wan sînordar bike. Rêşan Uşî, destnîşan kir ku hikûmetê nikare pêdiviyên bingehîn ên welatiyan dabîn bike û di heman demê de hewl dide dengên ku rastiyê tînin ziman, bêdeng bike.
Rêşan Uşî, diyar kir ku amadekirina yasayan a li gorî berjewendiyên desthilatdaran, dûrketineke mezin a ji rola saziyeke yasayî ya ku divê li dijî gendeliyê têbikoşe ye û tekez kir ku berpirsiyariya Wezîrê Dadê ne ew e ku daxwazên hikûmetê pêk bîne, divê serweriya yasayê biparêze û maf û azadiyan misoger bike.
Rêşan Uşî, di berdewamiya peyama xwe de wiha got: “Hûn bi xêr hatin, girtîgehan! Ger berdêla parastina mafê gelê me ya jiyaneke bi rûmet, windakirina azadiya me bi xwe be, em amade ne ku vê berdêlê bidin. Em ê ji ber parastina mafê gelê Sûdanê yê ji bo jiyaneke mirovane, lêborînê nexwazin. Em ê li hember birçîbûn, gendelî û hilweşînê bêdeng nemînin.”
Rojnamevanên jin ên din jî anîn ziman ku ev mekanîzma, di bin navê “ewlehiya dîjîtal” de hemû çapemeniya Sûdanê di bin zext û tepisandineke tund de dihêle û hişyarî dan ku ev pêngav paşveçûneke xeternak e. Rojnamevanan, destnîşan kirin ku ev yek dê derfetê bide rayedarên yasayî ku kesên bi awayekî azad dinivîsin, bikin hedef.
Rojnamevanan, tekez kirin ku divê têkoşîna sereke ya hikûmetê ne bêdengkirina çapemeniyê be, divê têkoşîna li dijî torên qaçaxçitiya zêr û gendeliya aboriyê be.